Endama DÎB’ê Nesteren Davutoglu: Divê hikumet pêşengiya pêvajoyê bike
Endama DÎB’ê Nesteran Davutoglu pêvajoya berdana çekan a PKK’ê nirxand û got: “Divê mirov bibîne ku welatên pêvajoyên wiha dîtine wisa bi hêsanê derbas nekirine. Divê hikumet pêşengiyê ji pêvajoyê re bike û ji ezberan derbas bibe.”

ARJÎN DÎLEK ONCEL
Amed – Niqaşên li ser banga “Aştî û Civaka Demokratîk a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 27’ê Sibatê kir didomin. Li ser banga ku Abdullah Ocalan ji PKK’ê re kir, PKK’ê kongreya xwe ya duyemîn li dar xist û biryara berdana çekan da.
Endama meclisa Ji bo Demokrasiyê Yekitî (DÎB) Nesteren Davutoglu, got ku her çendî aliyên bi fikar û yên nayên zanîn ên pêvajoyê hebe jî “erênî” ye.
‘Divê mirov erênî li pêvajoyê binêre’
Nesteren Davutoglu diyar kir ku hinek komê li dijî aştiyê, di pêvajoyên wiha de hewl didin atmosfereke neyînî ava bikin û wiha domand: “Li gorî min divê mirov erênî binêre. Dema em li kêmasiyan bigerin bêguman em ê bibînin. Serokê giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî bi carekê derket û li ser vê meseleyê erênî axivî. Vê yekê me pir şaşewaz kir. Di nava vê rewşê de bêguman hevsengiyên cîhanê, pêşniyar û nêrînên welatên derve hene lê ez dixwazim ji derveyî DÎB’ê weke welatiyek, li vî welatê ku lê dijîm binêrim û bibêjim ku beriya mirov di bin vê pêvajoyê de li hesabên veşarî binêre dixwazim bifikirim ku dê baş bibe.”
Nesteren Davutoglu diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo aştiyê deriyek vekiriye û gotinên xwe wiha domand: “Abdullah Ocalan mirovekî gelek zekî ye. Dizane ku cîhan ber bi ku ve dice, pirsgirêk çawa tên çareserkirin. Pêvajoyê baş dixwîne, ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû kesên li cîhanê hewl dide tiştek bike. Ev pir erênî ye û heyecanê dide min. Di 50 salan de her der bûye gola xwînê, bi hezaran mirov mirine, gelek êş hene loma ev pirsgirêkeke ku hema wisa bi carekê çareser bibe nîn e.”
‘Ji bo pêvajo bigihîje encameke baş berpirsyarî dikeve ser aliyan’
Nesteren Davutoglu bal kişand ku pêvajoyeke pir hesas heye û ji siyasetê bigre heta civakê berpirsyarî dikeve ser civakê û wiha got: “Divê mirov gav bi gav bifikire û bi pêş bikeve. Gava ji aliyê PKK’e ve hat avêtin, ji aliyê gihîştina astê vê dema wê hatibû. Bêguman kadroyên PKK’ê jî vê pêvajoyê fikirîn, hîs kirin. Jixwe li çiyayan di riya baweriya xwe de canê xwe danîne holê. Herdu alî jî fikirîn ku ev pêvajo wiha nameşe. Kesên rêveberiya Komara Tirkiyeyê dikin jî hîs kirine ku rewş ber bi nebaşiyê ve dice loma rewşeke wiha çêbû. Em di demek rast de ne divê em vê derfetê ji destên xwe bernedin. 50 sal demek gelek dirêj e. Ji bo ev pêvajo bigihîje encamê divê em niha li ser tiştê erênî yên em bikin bisekinin.”
Nesteren Davutoglu wiha domand: “Ji bo vê dê hevalên li çiya çi bikin? Bêguman berpirsyariya yekem a wan nîn e. Pêşî dive DEM Partî yan jî rêxistinên sivîl ji her kesê re pêvajoyê vebêjin. Kurd û Tirk divê riya jiyana bi hev re bibînin. Ev yek di nûçe, stran û fîlman de dikare were kirin. Divê mirov vê yekê her dem vebêje lewre êşan şop hiştine, ezber hene, ji bo xirabkirina wan diê mirov bixebite. Divê ku kampanya werin lidarxistin. Ev yek di pêşengiya muxalefetê de dikarin werin kirin. Desthiladarî jî dibe ku vê bi kar bîne.
‘Divê dest ji pêkanînên antî demokratîk were berdan’
Nesteren Davutoglu bal kişand ser berpirsyariyên dikevin ser hikumetê û wiha got: “Divê mafê perwerdeya bi zimanê dayiikê were nasîn, dest ji avêtina qeyûman were berdan. Ez bi zimanê xwe li stranên stranên dixwazim guhdarî dikim, diaxivim. Ez li meclisê siyasetê dikim. Divê her kes bikaribe weke min bijî. Tu cudahî di navbera Kurd û Tirkan de tune ye û divê ev yek ne tenê bi gotin, bi kirinê jî pêk were.”
Nesteren Davutoglu, herî dawî wiha got: “Divê em êdî dest ji dîtina kêmasiyan berdin, çêker bin. Bi wê yekê em ê bibînin ku dê her tişt pir baştir bibe. Divê ne mirov bilezîne ne jî dest ji pêvajoyê berde. Divê hikumet pêşengiya vê pêvajoyê bike. Divê muxalefet jî demokrat be, bi awayekî wekhev nêz bibe, dest ji tiştên jiberkirî berde.”