Jinên karker yên Hindistanê di rewşek zehmet de kar dikin

Karkerên jin yên Hindistanê di kampanyayan de di bin pileya bilind ya germahiyê de ji bo dahata jiyana xwe neçarin kar dikin.

Navenda Nuçeyan- Bi hezaran karkerên jin yên Hindistanê rojane di rewşek dijwar û pileya zêde ya germahiyê de di kampanyayên kar de di xebitin. Hinek ji herêmên di nava Delhî ya peytexta Hindistanê de pileya germahiye ji 49 derecan zêdetire, lê belê ji ber rewşa hejariyê di vî welatî de hejar neçarin ji bo dahata jiyana xwe di her rewşê de kar bikin.

Gelek ji karkeran rojane di bin pillya zêde ya germahiyê de kar dikin û ji ber vê yekê nexweşî bi wan re peyda dibin, lê belê ji ber dahata jiyana xwe di reşên dijwar de jî neçarin kedê bidin da ku malbatên wana birçî nebin.

Her sal di meha germahiyê de li Hindistanê gelek kes ji ber germahiyê jiyana xw eji dest didin û Hindistan di rêza 100 welatên germ yên cîhanê de cihê xwe girtiye.