Jinên ji pêkhateyên Tîfaqa Ked û Azadiyê nexşeya rê nîqaş kirin

Jinên ji pêkhateyên Tîfaqa Ked û Azadiyê yên li Navenda Giştî ya HDP’ê hatin gel hev der barê hilbijartinên giştî yên tê gotin ku dê di 14’ê Gulanê de bê kirin, polîtîkayên xwe yê hilbijartinê diyar kirin.

Enqere – Partiya Tevgera Kedkar (EHP), Partiya Kedê (EMEP), HDP, Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) û Partiya Azadiya Civakî (TOP) li Navenda Giştî ya HDP’ê civîn li dar xistin.

Di civîna ku ji çapemeniyê re girtî hate lidarxistin de stratejiya hilbijartinê ya Tifaqa Ked û Azadiyê, rêbaz û polîtîkayên ku jin dê esas bigirin di civînê de hatin nîqaşkirin.