Têkoşîna perwerdê ya Emîrê Havagul a Efgan gundê wê guhert
Jinên li Efganistanê rojane ji bo zindîmana xwe û parastina mafên xwe di nav civakê de têdikoşin. Jiyana Emîra Xawagul ku li Cewzcanê dijî, yek ji mînakên vê têkoşînê ye.
BAHARÎN LEHIB
Cewzcan – Jinên li Efganistanê hem ji bo parastina mafên xwe yên bingehîn û hem jî ji bo zindîmanê rojane bi dijwarîyan re rû bi rû dimînin. Bi taybetî jinên nexwende, ji bo ewlekirina jiyana xwe û perwerde û azadiya nifşên pêşerojê têkoşînek bêdeng lê bi biryar dimeşînin.
Li gorî amarên fermî yên ku berî çend salan hatine weşandin, tenê ji sedî 1’ê jinên li Efganistanê xwendin û nivîsandinê dizanin. Her çend jinên xwendin û nivîsandin di kiryarên xwe de bêtir agahdar bin jî, jinên nexwende di civaka Efganistanê de roleke mezintir dilîzin. Ev ji ber ku jinên ciwan bi saya hewildanên dayikên xwe yên nexwende, yên ku nahêlin keçên wan bi zorê bên zewicandin û bê westan ji bo rizgarkirina nifşê pêşerojê dixebitin, gihîştina perwerdehiyê hene.
‘Divê jin nebin koleyên mêran’
Emîra Havagulê ku li Cewzcanê dijî, yek ji hezaran jinên bindest ên li Efganistanê ye. Dema ku me jê pirsî ka ew li ser 25ê Mijdarê, Roja Navneteweyî ya Ji Bo Jiholêrakirina Şîdeta li dijî Jinan çi difikire, wê bi kenek xweşik û destê xwe yê şikestî serpoşa xwe rast kir û got: "Ez nizanim ew çi ye, lê ez dizanim ku divê jin û keç bi zorê neyên zewicandin. Ger wusa be, divê ew ji hêla mêrên xwe an jî endamên mêr ên malbatê ve neyên kolekirin. Jin xwediyê heman mafê jiyanê ye wekî mêrekî. Ji ber vê yekê, ti ferq tune."
'Min hewl da ku perwerdehiya keçan li gundê xwe bikim kevneşopiyek'
Emîrê Havagul ku jiyana xwe vedibêje, bi van gotinan berdewam dike: "Ez 65 salî me. Dema ku min kurên xwe zewicandin, min hewl da ku hevjînên wan piştî zewaca xwe jî xwendina xwe bidomînin. Min keçên xwe neçar nekir ku bizewicin. Min hewl da ku ev yek li gundê me bibe kevneşopiyek. Niha, li gundê min jinên xwendewar ji deverên din bêtir hene. Ger bav an birayekî mezin red bikira ku keçên wan biçin dibistanê, ez ê pêşî bi nermî biaxivim; ger ew guh nedan min, ez ê şer û zorê bikar bînim da ku keçan bişînim dibistanê. Lê Talîbanê nehişt ku nifşê din jî xwendewar bibe."
Emîrê Havagul dibêje, "Dema ku ez cara yekem tevlî van mijaran bûm, her kesî ji min re digot dîn" û lê zêde dike ku wê bi "dînbûna" xwe li hember tundûtûjiyê serketiye û wiha berdewam dike: "Lê bi saya vê dînbûnê û têkoşîna min, tundûtûjî, kuştin û hemî sûcên li dijî jinan li gundê me îro hema hema tune ne; yên ku sûc kirine gelek caran lêborîn xwestine û careke din nekirine."