Jinên ji Kobanê bertek nîşanî biryara ‘Doza Kobanê’ dan

Jinên ji bajarê Kobanê têkildarî doza girtiyên Kobanê helwesta xwe anîn ziman. Jinan diyarkirin ku biryara hatiye girtin di çarçoveya qirkirina siyasî ya gelê Kurd e ye.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – Dewleta tirk di 16’ê Gulanê de di çarçoveya doza girtiyên Kobanê li hember 108 siyasetmedarên Kurd yên li Bakûrê Kurdistanê ceza birî. Ev doza ku ji 2021’an de dewam dike, di nav de 20 parlementer û rêveberiyên HDP’ê ne. HDP’ê ku di dema êrîşên çeteyên DAIŞ yên di 2014’an de li Kobanê, roleke girîng û pêşengî ji bo piştevaniya bi berxwedanê re kir.

Jinên ji kantona Kobanê bertek nîşanî biryara dewleta tirk dan.

‘Kobanê bû gora çeteyên dewleta tirk û xeyalên wan’

Leyla Ehmed destnîşan kir ku bawerî û gurura dewleta tirk ya bi çeteyên DAIŞ di Kobanê de hat têkbirin û got: “Hovîtî û binpêkirina dewleta tirk ya ji mafê gelê Kurd re êdî hemû ast derbas kiriye. Siyasetmedarên Kurd ku dilê wan ji bo Kobanê lêda û bi hemû derfetên xwe ji piştevaniya bi berxwedana Kobanê re seferberkirin, îro bi sucên vala tên darizandin. Berxwedana Kobanê ji bo cîhanê veguherî dozeke mirovî ku me dît ji dehan welat piştgiriya bi Kobanê re hat ziman. Lê ji aliyê dewleta tirk ve jî çete dihatin perwerdekirin û şandin. Ji ber ku ew ji hêza çeteyên xwe bawerbûn, her roj serokê tirkiyê digot Kobanê ket û li berketinê ye. Serkeftina li Kobanê hat jiyîn ev gotina Erdogan di qirkirina wî de hîşt, lewra doza Kobanê ku bi salan e dewam dike, berdewamiya pilanên dewleta tirk ku pêk nehatin. Kobanê ji çeteyên dewleta tirk û xeyalên wan re bû gor, ew jî dixwezin îro girêdayî vê dozê gavên nû bavêjin.”  

‘Pêşeng û berxwedêrin gel di hedefa wan de ne’

Leyla Ehmed diyarkir ku divê mirovahî xwedî li deynê xwe derkeve û got: “Di berxwedana Kobanê de her kurdekî ku xwe di ber welat û gelê xwe de berpirsyar dît, pêşengî ji bo serkeftinê kir. Îroj em dibînin pêşengên parastina mirovahiyê ji çeteyên DAIŞ bi cezayên herî giran û bi bêbextiyeke mezin tên darizandin. Lewra em bang li mirovahiyê û hezkiriyên edaletê dikin ku careke din ji doza van girtiyan seferber bibin. Îro her kes di ber vê dozê de deyndar e, ger helwesta mirovahiyê li hember bêmafiya dewleta tirk neyê berzkirin, wê demê dê bertekên wan jî bibe cihê şermezariyê. Weke jinên Kobanê jî, em dibêjin ku tu hêz nikare di derheqê doza me biryaran bigre û em biryarên bi vî rengî jî nas nakin. Ji bo vê jî emê rehet ranwestin û doza van girtiyan bighînin serkeftinê.”

‘Li Kobanê yekîtiya netewî xwe da der’

Emîne Yasîn bilêv kir ku piştî serkeftina berxwedana Kobanê, heta vê rojê jî ev mijar ji rojeva dewleta tirk dernektiye: “Dewleta tirk di vê pêvajoyê de di nava hewildanên cur be cur yê qirkirina gelê Kurd û destkeftiyên wê de ye  ku em dibînin li Qadên Parastina Medya, Bakûrê Kurdistan, Bakûr û Rojhilatê Sûriyê jî bê navber êrîşên siyasî û leşkerî pêk tîne. Bi taybet jî em dibînin dem bi dem Kobanê dixin rojeva xwe ku her car bihaneyeke cuda bikar tînin. Berxwedana Kobanê ji bo gelê Kurd gelek cuda û bi wate ye, di Kobanê xwîna tevahî Kurdan ket nava hev û yekîtiyeke netewî xwe da der. Her wiha komployên ku xwestin bi riya çeteyên DAIŞ pêk bînin, dîsa di Kobanê de bi hêz û biryardariya gel têkçûn. Lewra jî, çawa ku Kobanê ji bo me Kurdan girîng e û mijara mayîn û nemanê bû, her wiha ji bo dewleta tirk jî di heman astê de ye.”

‘Wê navê berxwedanê Kobanê her parastî be’

Emîne Yasîn teqezkir ku ewê pilanên dewleta tirk vala derxin û got: “Vala derxistina biryarên di derbarê doza girtiyên Kobanê de tê wateya parastina nirxên berxwedana Kobanê û şehîdên wê jî. Bi taybet ez weke dayîkeke şehîdan vê peyamê didim, ger dewleta tirk difikire ku wê bi girtina Rêber Apo, siysetmedar û hiqûqnasên doza Kurd re vîna me lewaz bike ango hebûna me tune bike, em dibêjin dê ev yek tu caran pêk neyê. Ji xwe me di berxwedana Kobanê ya 2014’an de ji bo dewleta tirk û hemû hêzên serdest biryardarî û hêza xwe nîşan da. Ew berxwedanî şoreşa me derbasî qonaxeke din kir ku ev çend sal in tevî hemû êrîşên dewleta tirk, wêrankirina binesazî û jêderên jiyanê, armancgirtina pêşengên civakê bi balefirên bê mirov û dagirkirina hîn deveran jî, em hîna li ser axa xwe ne û li dijî hemû şert û mercan xwedî li şoreşa xwe derdikevin. Heman polîtîka li Bakûrê Kurdistanê jî tê meşandin ku bi sedan siyasetmedar, hiqûqnas, çalakvan, hunermend û rojnemevan girtî ne. Ger em bêjin dewleta tirk ji hestiyên şehîdên me hêrs in jî, ev watedayîn kêm dimîne. Ji bo vê jî emê bersiva dewleta tirk bi sekn, têkoşîn û tilîliyên xwe bidin.”