Niştecihên Suweydayê li dijî dorpêçê xwepêşandan kirin
Li gelek cihên bajarê Suweydayê ya Sûriyeyê xwepêşandanek hat li dar xistin. Beşdarvanan, daxwaza parastina navneteweyî û vekirina korîdorên mirovî yên awarte kirin.

Navenda Nûçeyan – Di 13’ê Tîrmehê de, li bajarê Suweydayê pevçûnên tund destpêkirin. Ev pevçûn, bûn sedema xirabûna bi awayekî cidî ya rewşa mirovî û ewlehiyê. Di encama van pevçûnan de li bajêr koçberiyên girseyî hate jiyîn, xizmetên bingehîn hilweşiyan û gelek kes jiyana xwe ji dest dan.
Îro li Şehba, Selxed, El-Qerya, Arman, Melax û hinek gund û herêmên din ên Suweydayê ji bilî xwepêşandan û çalakiyan belavbûyî, xwepêşandanek girseyî hate li dar xistin. Beşdarvanan, pankartên ku daxwaza rakirina dorpêça Suweydayê dikirin û qetlîamên ji aliyê hezên “rêveberiya demkî” ve hatine pêkanîn şermezar dikirin, hilgirtin.
Her wiha xwepêşanderan, daxwaza parastina navneteweyî û vekirina korîdorên mirovî yên awarte kirin. Di heman demê qedexeya xwegihandina medyayê Rojavayî ya ji bo bajêr ku wek hewldanek nixumandina binpêkirinan dibînin jî şermezar kirin û daxwaza lêpirsînek navneteweyî ya serbixwe kirin ku rastiya bûyeran eşkere bibe û kesên berpirsiyarê sûcên li dijî sivîlan hesab bidin.
Çavkaniyan, ragihandin ku pêdiviyên mirovî yê li Suweydayê gihîştine astên krîtîk û mîqdara alîkariyên heyî tenê beşekî biçûk ya pêdiviyên rast dabîn dike û divê karwanên alîkariyê hîn zêdetir bibin. Ev qeyran, piştî karesateke mirovî ya berfireh ku bandor li bajarê Suweydayê û 36 gundên wî kir û bi tevahî an jî qismî zirar dîtine, pêkhat.
Pevçûnan, bû sedema ji cih û warênbûyîn a zêdetirî 100 hezar kesan û ji ber zêdebûna aloziya ewlehiyê û hawirdora tundiyên bi hezaran keç berê xwe dan Derayê. Raporan, nîşan didin ku bi sedan malbatên Durzî ji ber revîna ji qetlîam û vederkirina komên çekdar ên girêdayî cîhadîstên HTŞ’ê, reviyan e.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, ragihand ku xala kontrolê ya Ewlekariya Giştî ya li herêma Busra el-Şam rûxmê ku ji Wezareta Enformasyonê ya li Şamê destûra fermî wergirtibûn jî, ketina ekîbên medyaya biyanî ya ji bo Suweydayê asteng kiriye.