Jinên ji Efrînê: Armanca me azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

Jinên ji Efrînê dan xuyakirin ku li dijî pergala qirkin û êşkenceyê wê asta tekoşînê xurtir bikin û gotin: “Armanca me ne tenê hevdîtin, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.”

HESNA MIHEMED

Şehba – Piştî 44 bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk hat. Parêzeran xwestin carek din hevdîtin çêbikin lê dewleta Tirk carekî din polîtîkayên tecrîtê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz kir û dibin navê ‘cezaya disiplînê’ de 3 mehan hevdîtina bi malbat û parêzeran re qedexe kir.  Li dijî vê biryarê gel bi taybet jin ser piyan in û helwestên xwe nîşan didin.

Der barê ferzkirina tecrîta li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de jinên Efrînê yên ji ber dagirkeriya dewleta Tirk koçî Şehbayê bûne, ji ajansa me re axivîn.

'Tiştê ku li Îmraliyê diqewime asta tecrîdê derbas kiriye’

Selwa Zênkî têkildarî perlaga îşkence ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin axivî û got: "Piştî 44 Rêber Apo bi malbata xwe re hevdîtinê pêk anî ev hevdîtin hinekî dilê me rihet kir. Daxwaza me ne tenê hevdîtin pêk bên divê di demek nêz de azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bibe. Dewleta Tirk cezayek nû ya disiplînê li ser Rêber Apo ferz dike û nahêle heya 3 mehan tu hevdîtin pê re pêk werin, ev jî cihê şermezarkirinê ye. Tiştê ku li Îmraliyê diqewime asta tecrîdê derbaskiriye û bûye pergala qirkirin û êşkenceyê. Bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo re hemû jin wê azad bibin û jiyanek hevbeş bê avakirin."

'Em ê daxwaza azadiyê li kolanan bilind bikin'

Dîcle Mihemed daxwazên xwe ya der barê misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anî ziman û wiha got: "Daxwaza me ya yekem ew e ku Rêber Apo fîzîkî ji zindana Îmraliyê azad bibe. Bi azadbûna Rêber Apo re tevahî pirsgirêk û aloziyên li cîhanê diqewin wê bi aştî bên çareserkirin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em jinên Efrînî li warê koçberiyê asta têkoşîn û xebata xwe xurtir dikin û dengê azadiyê li kolan û qadan bilind dikin. Yê ku hişt jin li ser piya bin û rola xwe di nava civakê de bilizin Rêber Apo ye. Em ê xwedî li fikrê azad derkevin û Rêber Apo ji pergala qirin û êşkenceyê azad bikin."

'Çareseriya pirsgirêkan azadiya Rêber Apo ye'

Sîlvane Hemo jî daxuyakirin ku dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hemû qanûn û hevpeymanên cîhanî derbas dike û wiha pê de çû: "Rêber Apo temenê wî 75 salî derbas kiriye û li gor pîvan û qanûnên cîhanî kesê ku temenê wî 75 sal derbas dike divê ji zîndanê derbikeve, lê dewleta Tirk hemû qanûnan binpê dike û hîna jî cezayên disiplînê li ser Rêber Apo ferz dike û nahêle heya 3 mehan tu hevdîtin ji aliyê parêzer û malbetê ve bê kirin.”

‘Em ê serî ji hêzên komploger re natewînin’

Sîlvane Hemo ya got “Bi saya fikir û ramanên Rêber Apo jinan cewher û heqîqeta xwe naskir û niha jî bi vê rastiyê dijî” wiha domand: “Rêber Apo dibêje 'çareseriya pirsgirêkên heyî li cem min e, bi aşîtî dikarim çareseriyê peyda bikim' lê ev peyam ne gor dewletên hegomanîk e, lewra bi rêya dewleta Tirk cezayan ser wî ferz dikin. Rêber Apo ji bo azadiya me di zîndanê de heya niha li berxwe dide, em ê jî şopdarê wî bin û tu car em serî ji dagirkeriya dewleta Tirk û hêzên komploger re natewînin."