Jinên Helebê: Ji 7 salî heya 70 salî em ê li qadan bin
Çalakiya konvedanê ya li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ya li ser Bakûr û Rojhilata Suriyê hatibû destpêkirin di roja sêyemîn de bi dawî bû.
Heleb – Çalakiya konvedanê ya li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ya li ser Bakûr û Rojhilata Suriyê, ji aliyê Meclîsa Malbata Şehîdan a Helebê û PYD’ê be bi dirûşma “Azadiya Rêber Apo azadiya me ye, em ê azadiya xwe biparêzin’ hatibû destpêkirin di roja sêyemîn de bi dawî bû.
“Heta ku Rêberê xwe bi awayekî fîzîkî azad dikin, em ê li qadan bin”

Endama PYD’ê ya Şêx Meqsûdê Jîhan Ibrîm Ehmed ya beşdarî çalakiyê bûbû wiha got: “Ev bû 23’ ê sal in Rêberê me di zîndana Îmraliyê de tê ragirtin. Em dixwazin Rêberê me bi awayekî fîzîkî ji zîndana Îmraliyê azad bibe. Dewleta Tirk a dagirker nahêle ku kes biçe gel Rêberê me, em vê yekê qebûl nakin. Em dixwazin ji rewşa Serokatiya xwe agahî bistînin. Ev bû du roj in me ev kon vekiriye û çalakiyên me berdewam e. Em ê her tim li ser piyan bin, em dixwazin dengê xwe bigihînin raya giştî ku em li pêy şopa Rêberê xwe ne. Her wiha em van êrîşên dewleta Tirk a li ser Bakûr û Rojhilata Suriyê û hedefgirtina pêşengên me şermezar dikin. Weke jinên Kurd heta ku ev şer berdewam dike em ê her tim li ser piyan bin û karê xwe berdewam bikin. Heya ku em Rêberê xwe bi awayekî fîzîkî azad dikin ji zarokên heft salî heta kal û pîrên heftê salî em ê her dem li qadan bin.”
“Emê her dem li hemberî dijmin bisekinin”

Rêveberiya Kongreya Star Emîne Tobal jî wiha axivî: “Em bi vê çalakiyê azadiya Rêber Apo dixwazin, fikir û felsefeya Rêber Apo li tevahî cîhanê belav bûye. Her wiha em êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser Bakûr û Rojhilata Suriyê şermezar dikin û em ê heta ku Rêberê xwe azad dikin her dem bi hêza xwe li hemberî dijmin bisekinin.”
Her wiha di konê de helbest û stran hatin pêşkêş kirin û kesên ku di konê de amede bûn dahûrandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan guhdar kirin.
“Em ê heta bighêjin azadiya fîzîkî yê Rêberê xwe di hemî qadan de cih bigirin”

Endama PYD’ê Ayşe Hiso ya di kona çalakiyê de axifî wiha got: “Berxwedaniya Rêber Apo û gerîlayên azadiyê berdewam dike. Dewleta Tirk her serî salê derdiket û digot ez ê tune bikim. Lê berovajî wê mezintir dibe û îro em dibînin her kes aşiqê vê azadiyê ne. Ne tenê Kurd hemû pêkhateyên îro li ser axa me jiyan dike her wiha di asta navnetewî de Rêber Apo dixwaze zihnîyeta cîhanê bi tevahî bide guhartin û dixwaze pergalek demokratîk bide avakirin. Ji ber wê em dibînin ku ev sîstema ku Rêber Apo dixwaze ji bo tevahî cîhanê bide guhartin, hemî hêzên desthilatdar li hemberî vê projeyê disekinîn. Tecrîda li ser Rêber APO 23 ê sal in tê meşandin. Her wiha agahiyên ji bo tenduristiya Rêber Apo me negirtiye ji ber vê em ê di hemu qadan de cih bigirin da ku em bighêjin azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe pêk bînin.”
Roja dawiyê konê bi dirûşmeyan bi dawî bû.