Jinên Efganî yên qedexeyan nas nakin Şeva Yelda pîroz kirin
Jinên Efganî li hember biryara desthilatiya Talîbanê, Şeva Yeldayê kirin şeva berxwedanê. Jinan di pîrozbahiyê de anîn ziman ku ew ê berxwedana xwe ya li hember paşverûyan bidomînin.
BAHARAN LEHÎB
Perwan – Şeva 21’ê Kanûnê ku wek Şeva Yeldayê tê binavkirin, yek ji şevên herî dirêj e û li çend welatan wek şeva pêşwazikirina zivistanê tê pîrozkirin. Di vê şevê de cilên herî xweşik tên lixwekirin, sifreyên xwarinê tên danîn, helbest tên xwendin û tevahiya şeva dirêj dîlan tên girtin.
Li welatê Efganîstanê ku Talîban bi fikrên li dijî şaristaniyê serdest e, pîrozkirina Şeva Yelda û Newrozê, wek ‘kufrê’ tên dîtin. Kesên ku van rojan pîroz dikin, ji aliyê Talîbanê ve wekî ‘kafir’ tên binavkirin. Ger ku bên girtin rastî cezayê girtinê, îşkence û mirinê jî tên. Lê jinan li gelek deverên Efganîstanê îsal dîsa jî şeva Yeldayê pîroz kirin. Jinan kincên xwe yên herî xweşik li xwe kirin, tevahiya şeva xwe bi reqs û xwendina helbestan, wek şewazek protestokirina Talîbanê, piyê xwe li erdê xistin.
Li hember qedexeyan biryara veguherandina şeva berxwedanê
Yek ji van bernameyan, ji aliyê jinên xwepêşander ên li parêzgeha Perwanê ve hat lidarxistin. Me jî ji wê derfetê sûd wergirt û em beşdarî pîrozbahiyê bûn. Me di pîrozbahiya ku bi coşek mezin derbas bû de nêrînên jinan jî girtin. Jinan nerazîbûna xwe ya li hember qedexekirina şevê anîn ziman û gotin ku ev dê ji bo wan bibe sedema berxwedanê.
Talîban dibêje Newoz û Şeva Yelda ‘kufr’ e
Leyla Ramîn ku yek ji beşdarên vê bernameyê bû, diyar kir ku dizane gelê wê di belengazî û êsîrtiya Talîbanê de dijî û wiha got: “Li Sûriyê jî yên ku hatine ser kar, xwedî feraseta Talîban in. Desthilata wan a li ser gel, mîna hev e. Dema ku me li ser medya civakî dît ku melayên Talîbanê pîrozkirina Şeva Yeldayê wek ‘kufrê’ binav kirine û fermana girtina kesên şahî li dar xistin dan, me biryar da ku em vê şevê bikin sembola berxwedanê.”
‘Ramanên wan, li dijî jinê û dijmirovahî ne’
Jina bi navê Razia Wafa jî balkişand ser ferasetên paşverû yên li hemberî jinan, li gelek welatên Îslamî serdest in. Razia gotinên Leyla tamam kir û wiha pê de çû: “Li Efganîstanê Talîban, li Sûriyê DAIŞ, li Îranê mela, hikûmeta faşîst a Tirkiyê û welatên din ên îslamî yên ku olparêziya hişk lê serdest e, hemû li ser heman aqilyetê ne û xwedî yek kiryar in. Ramanên wan, li dijî jinê û dijmirovahî ne. Lê li gor polîtîkayên hikûmetên wan ên piştgirî didin, ji bo ku bighên armancên xwe, di navbera wan de cudahî hatine çêkirin. Cîhan di xwînê de lê dixe. Cîhadîst û alîgirên wan hewl didin bihêztir bibin. Lê li aliyê din ve li hemberî wan rawestîn û berxwedan heye. Ji bîr nekin ku roj wê bê, ku hemû jin û mêrên zana yên Rojhilata Navîn ewê bibin yek û xwe ji bin destê zilmê rizgar bikin.”