Jinên Ciwan ên Mexmûrê li dijî Komploya 9’ê Cotmehê rêzeçalakî dan destpêkirin

Tevgera Jinên Ciwan ên Wargeha Mexmûrê (TJCM) bi boneya şermezarkirina komploya 9'ê Cotmeha 1998'an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêzeçalakî da destpêkirin.

Mexmûr- Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê) bi pêşengtiya Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê (TJCM) bi boneya şermezarkirina komploya 9'ê Cotmeha 1998'an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêzeçalakî hat destpêkirin. Bernameya rêzeçalakiyê duh bi beşdariya jin û jinên ciwan li Saziya Ciwanan a Mexmûrê bi deqeyek rêzgirtin hate destpêkirin. Piştî rêzgirtinê sînevîzyona ku têkildarî komploya 9’ê Cotmehê hatibû amadekirin hate nîşandan.

Îro jî di çerçoveya rêzeçalakiyê de têkildarî komploya navnetewî ya 9'ê Cotmehê semînerek hate dayîn. Beriya ku semîner bê dayîn ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê semîner ji aliyê Hevseroka Dîwana Meclîsa Gel a Mexmûrê Nûdem Yaman ve hate dayîn.

Nûdem Yaman, di semînerê de balkişand li ser hevkariya hêzên komploger a di komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê de û wiha axivî: "Em wek gelê wargehê komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê şermezar dikin. Rêber Apo li beranberê pergala desthilatdar a li dijî civakan xeta berxwedan û têkoşînê pêşxist. Hêzên komploger bi hevkariyek mezin di pêvajoya 9’ê Cotmehê heta 15’ê Sibatê de xwestin bi komployek navneteweyî Rêber Apo dîl bigrin. Armanca sereke ya vê komployê ew bû ku bi dîlgirtina Rêbertî re Tevgera Azadî tasfiye bikin. Lê ev armanca dijmin bi hêza gel ya ji Rêber Apo girt hate vala derxistin. Rêber Apo bi salane li girtîgeha Îmraliyê li berxwe dide û hêz dide gel.”

Nûdem Yaman, li dijî komploya navneteweyî banga bilindkirina têkoşînê kir û got: "Tecrîda niha li ser Rêbertî tê meşandin berdewamiya vê komploya 9’ê Cotmehê ye. Li dijî tecrîda li ser Rêber Apo bêdengiyek mezin heye. Divê em wek gelê Kurd ji bo hilweşandina vê tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin têkoşîn û berxwedana xwe mezintir bikin.”

Beşdarvanên semînerê jî mafê axaftinê girtin, têkildarî komploya 9’ê Cotmehê axivîn.

Semîner bi dûrişmeyên ‘Bijî Serok Apo' û 'Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawî bû.

Wê di çerçoveya rêzeçalakî de sibe daxuyaniyek bê dayîn.