Jinên ciwan ên Kobanê ji bo Jîna Emînî meşiyan

Jinên ciwan ên kantona Kobanê li dijî qetilkirina Jîna Emînî ya li Rojhilatê Kurdistanê meşek li dar xistin.

Kobanê - Jina ciwan a Kurd ji Rojhilatê Kurdistanê Jîna Emînî ya 22 salî ji aliyê rejîma Îranê ve bi hinceta ku porê wê xuya dikir di 16`ê Îlonê de hat qetilkirin. Li dijî vê bûyerê li ser asta Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê helwestên dijwar ji aliyê jinan ve hatin nîşandan.

Li dijî heman bûyerê Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê di bin dirûşma "Li dijî kuştina jinan, jin û jiyanê biparêzin" meşe meşaleyî li dar xist. Di meşê de bi dehan jin û ciwanên Kobanê amade bûn.

Meşê bi dirûşmên "Jin jiyan azadî" ji qada şehîd Egîd dest pê kir û li qada Jina Azad rawestiya.

Piştî ku deqeyek rêz hat girtin, berdevka Yekitiya Jinên Ciwan Firyal Temî axivî û wiha got: "Em weke jinên ciwan ên Kobanê sersaxiyê ji malbata Jîna Emînî re dixwazin û serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê silav dikin. Rejîma Îranê xwedî hişmendiyeke îslamperest e ku jinan ji ber porê wan, îşkence û qetil dike. Em vê bûyerê bi tundî şermezar dikin û piştgiriya serhildana jinên Rojhilatê Kurdistanê dikin. Ev ne bûyera yekemîn e ku jin pê re rû bi rû dimînin, ew dixwazin di kesayeta jinan de civakê bikin kole. Lê em di wê baweriyê de ne ku çawa li Rojava jinan pêşengiya şoreşê kir, wê li Rojhilatê Kurdistanê jî pêşengiya serhildanan bikin."

Meş bi dirûşmên şermezarkirina qetilkirina Jîna Emînî û yên serhildanan silav dikin bi dawî bû.

"Em li dijî qetilkirina zayenda xwe serî hildidin"

Dîcle Hesen a beşdarî meşa ciwanan bû behsa hişmendiya mêr-dewletê kir û wiha got: "Hişmendiya mêr-dewlet di bin navê îslamê de DAIŞ’ê ava kirin, kiryarên herî hovane pêk tînin û jinan qetil dikin. Jin ji ber ku por û bedena wan xuya dike, li Îranê û gelek welatên cîhanê tên qetilkirin. Hesab ji kujeran nayê xwestin, ji ber ku pergala cîhanê ji aliyê hişmendiya mêr-dewletê ve tê birêvebirin. Lê em ê weke jinên ciwan li hemberî van bûyeran serî hildin û banga me li tevahî jinên cîhanê ew e ku li hemberî qetilkirina zayenda xwe bêdeng nemînin. Divê ku em bi hêz û vîna xwe hesab ji qatilên jinan bixwazin."

"Divê em têkoşîneke hevpar bimeşînin"

Rojîn Mislim bal kişand ser hevgirtina jinan û wiha axivî: "Kombûna me li dijî qetilkirina Jîna Emînî ye. Ev bûyer ji bo me jinên ciwan gelek bi êş bû, rast e bûyer li Îranê qewimî ye lê em weke jinên Kurd li kîjan erdîngariya cîhanê bin em hev hîs dikin û piştgiriyê didin hev. Têkbirina hişmendiya ku jinan hedef digre û ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne, bi hevgirtina jinan pêkan e. Qetilkirina Jîna Emînî qetilkirina me hemû jinan e, ji ber vê em ê li hemberî van bûyeran têbikoşin û hev biparêzin."