Jinên ciwan ên Şengalê li ser xweparastinê civîn lidarxistin

Yekîtiya Jinên Ciwan yên Şengalê di çarçoveya pengava xweparastinê ya TAJÊ de civîn lidarxistin. Jinên ciwan ên gotin ku xweparastin ji bo wan ji nan û avê girîntir e, dan zanîn ew ê li ser felsefeya azadiyê xweparastina xwe pêk bînin.

Şengal – Yekîtiya Jinên Ciwan yên Şengalê di çarçoveya pengava Tevgera Azadiya Jinên Ezidî ya “Li dijî qirkirina jin bibe dengê xweparastinê” li gundê Dîgurê ya Şengalê bi beşdariya hemû endamên ciwanan  û jinên ciwan yên meclis û saziyan civînek li dar xist.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin destpê kir û paşê endama Yekîtiya Jinên Ciwan Hala Xidir civînê birêve bir.  

‘Perwerde bingeha parastinê ye’

Hala Xidir da zanîn ku divê hemû jinên ciwan xwe biparêzin û wiha got: “Armanca civîna me ew e ku weke jinên ciwan em xwe biparêzin û fêrî xweparastinê bibin. Em ê çawa xwe nas bikin û xwedî li xwe derkevin. Em ber bi 3’ê Tebaxê ve diçin. Weke ku tê zanîn di wê fermanê de keç û jinên Êzidî hatin qetilkirin û esîr girtin. Weke jinên Êzidî çiqas em pêşiya fermanan bigrin. çawa û ji bo çi perwerde ji me re giringe divê em bizanibin. Çima jinên Êzidî divê xwe biparêzin? Çawa bikaribin xwe biparêzin? Ev mijar divê em baş bizanibin.”

‘Jin li cewhera xwe vedigerin’

Endama Meclisa gundê Dîgurê Semîra Xêro ya di civînê de axivî jî wiha got: “Mixabin jin li her derê weke reklamekê bikar tînin. Li her dewletekê de jinê bi rengekî kole dikin, ji ber ku sîstemeke desthilatdar in. Biyolojiya jin dixin xizmeta desthilatdariya xwe. Şerê taybet ne tenê niha li ser jin dimeşînin. Bi sala ye şerekî wisa li himber jinê didin meşandin. cewherê jin ji wê girtine, divê em li cewhera xwe vegerin û çanda xwe biparêzin. Jinên ciwan ger ku tiştekî şaş qebûl nekin bila ji bo xwe qebûl nekin. Ger ku em xwe perwerde nekin û zane nekin, emê gavên mezin navêjin. Divê bi tiştên biçûk em azadiyê dorpêç nekin. Azadî ji fikirê azad destpê dike. Em fikrê Rêber Apo bixwînin, emê azadiyê hîs bikin û bijîn. Divê em şerên taybet ku ji aliyê desthilatdaran ve tê meşandin vala derxînin.”

‘Parastin ji bo jin pir giring e’

Endama Yekîtiya Jinên Ciwan ya gundê Dahola Zîlan Şengalî jî li ser armanca civînê ji ajansa me re axivî û wiha got: “Li ser giringiya parastinê îro me civînek li gundê Dugurê lidar xist. Parastin ji bo giştî jinan pir giring e. Divê em jibîr nekin ger ku parastinek me berê hebiya wê ferman nehatiba serê me. Niha hêza me heye û em xwe diparêzin. Divê em jibîr nekin ku şerekî taybet jî tê kirin, divê em xwe jê biparêzin û xwe perwerde bikin.”