Jinên bi tesetur jî li dijî qurala hicaba ferzkirî derdikevin

Jinên ku li Îranê bi îradeya xwe tesetur li xwe dikin bertek nîşanî qurala hicaba ferzkirî dan û diyar kirin ku bikaranîna hicabê tercîhek e û divê ji aliyê tu kesê ve nayê ferzkirin.

Kirmaşan- Komek jinên misliman ên li Îranê diyar kirin ku ew li dijî qurala ‘hicaba ferzkirî’ ne. T.S ya yek ji jinên bajarê Îlamê û ji ber sedema ewlehiyê navê xwe neda, diyar kir ku hicabê bi kar tîne lê belê tercîha jinên bê hicab jî diparêze.

'Hilbijartina cilan mafekî bingehîn e'

T.S wiha axivî: “Çawa ku mafê min heye ez bi xwe cil û bergên xwe bihilbijêrim û mafê min ê lixwekirina teseturê heye divê mafê wan jî hebe ku li gorî bawerî û nêrîna xwe ya cîhanê cil û bergên xwe hilbijêrin. Mafê hilbijartina cilan yek ji mafên bingehîn ên jinan e lê mixabin bi dehan sal in jin ji vî mafê xwe bêpar hatine hiştin.”

'Divê kesên ku naxwazin xwe bigrin re rêzdarî bê nîşandan’

B.A diyar kir ku bi îradeya xwe tesetur li xwe dike û wiha axivî: “Ez ji qanûnên ku mirov neçarî tiştek dikin hez nakim. B.A. diyar kir ku di olê de neçarkirin nîn e û di Qur'anê de jî cih digre, wiha axivî: “Ger kesek naxwaze xwe bigre, ev mafê wê ye û divê rêzdarî bê nîşandan. Xwezî hicab ji bo daxwaz bûye û hemû kes li gorî daxwaza xwe hicabeya xwe hilbijarta.”

'Heqaret e ku kesên din biryara cilên min bide’

S.S ya ku li Kirmaşanê dijî jî diyar kir ku nixumandin mijarek şexsî ye û wiha got:

“Jina ku nikaribe xwe nixumandinê hilbijêre, ji mafê xwe yê herî bingehîn ê mirovî bêpar tê hiştin. Em mirov li vê dinyayê azad ji dayik dibin ger wiha be em çima dihêlin kesên din wê azadiyê ji me bistînin? Bi rastî, ez li hemberî biryara ku cil û bergên min diyar dikin derdikevim. Ev yek ji kesayetiya xwe re wek heqaretê dibînim. Ji zarokatiyê de ferzkirina teseturê li ser keçan bandorek mezin li karaktera wan a pêşerojê jî dike. Zarokek bi vî rengî mezin bibe dê di pêvajoya xwe ya mezinbûnê de qels û lawaz be."

‘Wek mirovekî mafê min heye ku ez tercîha xwe bikim’

 C.F. bal kişand ku tesetur hijartinek e û nayê ferzkirin, wiha got: “Wek mirovekî mafê min heye ku ez tercîha xwe bikim. Ez hez nakim kesek bi darê zorê hicaba min jî veke an jî bi darê zorê hicabê li min bike. Ez mirovekî azad im û ji bilî min divê tu kes biryarê nede ku ez hîcabê li xwe bikim an nekim”