Jinên beşdarî konferansa Amedê bûn: Em ê nesekinin û bi ser bikevin
Jinên beşdarî Konferansa Jinan a Herêma Amedê bûn, diyar kirin ku ew ê li dijî her cure êrîşan rêxistinbûna xwe mezin bikin û wiha gotin: “ Em ê nesekinin û bi ser bikevin. Serkeftin ya me ye.”
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed- Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di çarçoveya amadekariyên 5’êmîn Kongreya Mezin a Asayî ya ku dê di 3'ê Tîrmehê de bê lidarxistin de, li Amedê konferansa jinan a herêmê li dar xist. Jinan di konferansa ku bi beşdariya gelek jinên parêzgehên derdorê pêk hat de, nirxandina pêvajoya borî kirin û nexşerêyek xêz kirin. Jinan di konferansa ku zêdebûna qetlîamên li ser jinan, rêya sêyemîn û zextên li ser HDP’ê hatin nîqaşkirin de, bi gotinên “Em hatin guherînin û veguherînin” ji bo pêvajoya pêşiya me nirxandinan kirin.
“Em ê li dijî êrîşên desthilatdar li ber xwe bidin”
Hedle Ugur a HDP’yî ya ji Rihayê beşdarî konferansê bû, got ku ew weke jinên azad ji bo zêdetir jin azad bibin li Amedê li hev civiyan. Hedle Ugur da zanîn ku ew e weke jinên li dijî şer, îstîsmar û qeyranên ku zêde dibin li ber xwe didin, li hemberî êrîşên desthilatdar berxwedana xwe didomînin û diyar kir ku konferansa ku beriya kongreya mezin a ku dê were lidarxistin kombûn jî parçeyek ji vê berxwedanê ye.
“Em ê rojekê vî şerî bidin sekinandin”
Hedle Ugur di berdewamiyah axaftina xwe de wiha got: “ Dema ev şer bisekne dê her tişt ji bo jinan kêf û xweşî be. Em li dijî şer li vir in, em herî zêde vê dixwazin, lê dewlet jî dixwaze rêya me bigre. Em jî vê qebûl nakin. Em li vir in û dê her tim li vir bin jî. Em ê rojekê vî şerî bidin sekinandin. Ew herçiqas bixwazin me bixin zindanan û asteng dikin jî em ê tu carî paşve gav navêjin. Ji xeynî vê tu çareyek din nîne. Heta azadî û aştî pêkneyê, hevalên me yên di girtîgehan de dernekevin em ê neseknîn û bi ser bikevin. Serkeftin ya me ye.”
“Em ji bo ji pêvajoyê re bibin bersiveke hin baştir li hev civiyan”
Sabuha Akdag a ji Şirnexê beşdarî konferansê bû jî diyar kir ku bendewariya wan ji konferansê ew e ku bi rêxistinbûyinê xwe bigihînin zêdetir jinan. Sabuha Akdag diyar kir ku di konferansê de bal hat kişandin ser zêdebûna tundiya li ser jinê û qetlîamên li ser jinan û van gotinan bikar anî: “ Em dixwazin bi rêxistinbûna jinan kongreya navendî xurt bikin. Em ji bo ji pêvajoya em niha jiyan dikin re bibim bersivek hîn baştir li vir in. Armanca me ya sereke ew e ku di pêvajoya pêş de li hemberî desthilatdariya AKP-MHP'ê hin zêdetir xurtir bibin û li dijî êrîşan têkoşîna xwe mezin bikin. Em bi vî ruhê têkoşînê dîsa dikevin pêvajoyek nû. Em her roj nûçeyek qetliama jinan dibihîsin. Ev komkujî bi polîtîkayên şerê taybet ên tifaqa AKP-MHP’ê tên kirin. Em li Şirnexê, li bajarê xwe jî pirsgirêkên ewlehiyê dijîn û ewlehiya me ya jiyanê tune ye. Di vê wateyê de yek ji rojeva me ya sereke ew e ku em çawa dikarin zêdetir tedbîran bigirin û xwe biparêzin. Xebatên me yên pêşerojê jî bi vî şêweyê bin. "
“Em ê bi rêxistinbûnê xwe bigihînin hemû jinan”
Done Goksungur a ji Mereşê beşdarî konferansê bû, derbarê naveroka konferansê û bendewariyên jî konferansê de ev tişt got: “ Ev Konferans li ser navê me jinên HDP’yî pir xweş bû. Li ser hemû jinan zilm û mirinek tê jiyîn. Em bi armanca van êrişan kêm bikin û jinên xwe bi hişmendî bikin hatin gel hev. Hêviyên me ji vê konferansê ew e ku bi tempoyek pir yoxin xwe amadeyê kongreya mezin a HDP'ê bikin. Bendewariyên ku di pêşerojê de xwestin bê kirin, xebatên jinan û rêya sêyemîn rojeva sereke ya konferansê bû. Hevalên me yên xwedî tecrûbe zanînên xwe li vir parve dikin. Li Mereşê ji bo jinên me tu xebatek nayê kirin û jinên me li paş tên hiştin. Ji ber vê yekê bila jinên me her tim li her derê bi hêz bin. Em ê bi rêxistinbûnê xwe bigihînin hemû jinan. Ne zext ne jî êrîşên zêde dibin nikare me ji têkoşîna me paşve gav bide avêtin.”