"Qetilkirina Jîna rûyê rast yê molayan careke din nîşan da"

Jinên çalakger ên Afganistanê bal kişandin ser qetilkirina Jîna Emînî û destnîşan kirin ku ev ne yekem cînayeta hikûmeta rejîma mola ye û dê ne ya dawî be, bal kişandin ser êşa hevpar a jinên Îran û Afganistanê.

BAHARÎN LEHÎB

 

Kabîl – Rojên borî li Îranê jineke ciwan ji aliyê hêzên dewriyeya Îrşad ve hat qetilkirin, ev bûyer bû sedema berteka kurewî û gelek jinên Afganistanê jî ev qetlîam şermezar kirin. Du jinên çalakger ên Afganî der barê qetilkirina Jîna Emînî de nêrînên xwe anîn ziman.

“Jîna Emînî ji aliyê molayên Îranê ve hat qetilkirin”

Azade Joya yek ji jinên çalakvanên sivîl li Afganistanê ye. Der barê qetilkirina Jîna Emînî de wiha axivî: “Jinên Îranê jinên gelek pêşketî ne. Lê mixabin molayên desthilatdar civakê paşve dikşînin. Dest bi tundî û zordariyê dikin. Qetilkirina Jîna rûyê rastî yê van molayan careke din derxist holê. Ne cara yekem e ku sûcekî wiha dikin. Moleyan her dem çalakvanên jin û têkoşerên jin ên Îranî tepisandin û heps kirin.

“Ez wek jineke Afganî êşa gelê Îranê fêm dikin, ji ber ku ez molayan di warê fikir û performansê de ji desthilatdarên welatê me cuda nabînim. Ji ber ku êşa me hevpar e divê em bi hev re bin. Ez piştgiriya tevgerên îroyîn ên li seranserî Îranê dikim û ji ber ku ne li gel we me, pir xemgîn im”

Azade da zanîn ku Jîna tenê yek ji wan hezar jinên ji aliyê molayan ve hatine kuştin e û wiha got: “Jîna jî wek bi hezaran jinên din ji aliyê molayên Îranê ve hat qetilkirin.

Azade Joya di dawiya axaftina xwe de xîtabî gelê Îranê kir û wiha got: “Xwişk û hevriyên hêja yên Îranî, dengê xwe bilind bikin  û serhildanan berdewam bikin tenê berpirsyariya me ye. Me hemûyan bi zanebûn ev rê hilbijart, ji vê zêdetir feda nekin.”

“Ev ne yekem cînayeta hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê ye"

Çalakvana din a jin Shamle Sarabî jî der barê qetilkirina Jîna Emînî de wiha dibêje: “Dema min bûyera qetilkirina Jîna bihîst dilê min êşiya. Ji ber ku me di nava du saetan de girtin, îşkencekirin û qetilkirina wê dît. Ne tenê gelê Îranê, gelê Afganistanê û cîhanê hejand. Lê li aliyê din rûyê rastî yê hikûmeta Ahûndî ya Îranê careke din derket holê."

Shamla Sarabî destnîşan kir ku ev ne cînayeta yekem a Komara Îslamî ya Îranê ye û dê nebe ya dawî jî bal kişand ser pêwîstiya piştgiriya jinan di cîhanê de û wiha got: “Ji bo em bi hev re li her derê cîhanê şer bikin, avakirina piştgiriya jinan pir girîng e. Hikûmetên despot ên wekî Îran û Afganistanê, jinan ji bilî bêparkirina  mafên wan ên mirovî, dikujin. Wekî Komara Îslamî ya Îranê, hikûmeteke me ya gelê Afganistanê jî heye, siwarê pişta gel û jinan dibe û cînayetên siyasî pêk tîne. Mafên jinan desteser dikin lê em bêdeng namînin û em li ku derê bin bila bibin piştgiriya hevriyên xwe yên Îranê bikin.”

Shamla Sarabî di dawiya axaftina xwe ya xîtabî jinên Îranî dike de, wiha dibêje: “Ez ji xwişkên xwe yên Îranî re dibêjim ku divê em bêhêvî nebin, ji bo siberojên baştir divê em têbikoşin. Em ê têkoşîna xwe heta sibêrojên Îrana bê Komara Îslamî û Afganistana bê Talîban ava bikin, bidomînin. Qetilkirina Jîna di Komara Îslamî ya Îranê de lekeyeke ku dê qet neyê jêbirin e.”

 “Bijî jinbûn! Bijî jin!”