Jinên Adenê di çalakiya Roja Medyaya Dîjîtal de ezmûnên xwe parve dikin
Ji bo ku bandora malperên tora dîjîtal a li ser jiyana civakê bi giştî û pirsgirêkên civakî nîşan bidin, jinên Adenê bi boneya Roja Cîhanî ya Medyaya Civakî çalakiyek li dar xistin.
NOOR SURIB
Yemen - Di salên borî de, Roja Cîhanî ya Medyay Civakî, ku dikeve 30'ê Hezîranê, li seranserê cîhana virtual û înternetê veguherî şahiyek cîhanî. Komek ji jinên bibandor di malperên tora dîjîtal de û jinên xwediyê projeyan beşdarî Roja Cîhanî ya Medyaya Dîjîtal bûn û ezmûnên xwe di bikaranîna malperên tora dîjîtal de nirxandin.
Derûnnas Afnan Ferîd behsa bandorên nerênî yên malperên tora dîjîtal, aliyên erênî û bandora derûnî kir.
Li ser girîngiya malperên tora dîjîtal rahêner û wênekêş Tehanî El-Xidir wiha got: "Ez wek yek ji bandorkeran hatim hilbijartin û min ezmûna xwe di warê wênekêşî û perwerdehiyê de û min çawa malperên ragihandinê ji bo xizmetkirin û pêşvebirina projeya xwe bi kar anî parve kir. Ev malper beşek girîng in ji jiyana me. Bi vê çalakiyê re, min bi gelek jinên xwediyê projeyên biçûk re hevdîtin kir da ku em nîqaş bikim ka meriv çawa hebûna xwe li ser medyaya civakî pêş dixe û wê bikar tîne da ku projeyên xwe bifiroşe. Hêvîdarim hemû jinên ku di sektora taybet de bi projeyên xwe yên biçûk, navîn û heta mezin dixebitin, bi bazirganiya elektronîk re eleqedar bibin û ji van malperan sûd werbigirin."
Endezyar Rîm El-Sofî jî got ku ev yekemîn çalakiya bi vî rengî ye ku li bajarê Adenê tê lidarxistin û wiha pê de çû: "Ev malper beşek ji roja me ne. Çalakî bi beşdariyeke mezin a jinan pêk hat."
Neda Al-Xidir jî da zanîn ku malperên tora dîjîtal rêyek hêsan e ku meriv bigihîje beşek berfireh a civaka herêmî û ji wan re hêsantir dike ku di bazirganiya elektronîkî de bixebitin.