Jinên Şengalî tekoşer û pêşeng Zeynep Kinaci bi bîr anîn

Bi pêşengtiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) tekoşer û pêşeng Zeynep Kinaci li Şengalê hat bibîranîn. Di merasima de jinên Şengalî di kesayeta tekoşer Zeynep Kinaci de soza gihandina serkeftinê dan.

Şengal - Bi pêşengtiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi amadebûna endamên meclîsa gel, saziyên ciwanan li navenda meclîsa gel a Şengalê tekoşer û pêşeng Zeynep Kinaci hat bibîranîn.

Merasima bîranînê bi deqeyekî rêzgirtina ji bo tekoşerên azadiyê destpêkir. Li ser navê TAJÊ Endama Koordînasyona TAJÊ Cîhan Celo axivî. Cîhan Celo di destpêka axaftina xwe de qala jiyana Zeyneb Kinacî kir û got. “Zeynep Kinaci jinekî tekoşer û serbilind bû. Ruxmî derfetiyên hemû jiyana wê, lê ew zor û zehmetiya şoreşê girt ber çavên xwe û dest bi rêka têkoşîna azadiya gelê Kurd kir.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Cîhan Celo destnîşan kir ku Zeynep Kinaci li dijî komploya ku li ser gelê Kurd dihat meşandin çalakiyek pêk anî û wiha berdewam kir: “Zeynep Kinaci ji bo bersiv dayîna komploya li ser Rêber Apo, çalakiyekî fedayê lidar xist. Îro eger em li vir kombûne ew berhema çalakiya Zeynep Kinaci ye. Ji bo yên piştê wê azad jiyan bikin Zeynep Kinaci jiyana xwe feda kir. Bi xwîna xwe dîrok nivîsand. Em jî li ser riya wê xwe perwerde dikin û emê xwe pêş bixin.”

Piştî axaftinê li ser jiyan û têkoşîna Zeynep Kinaci sînevizyonek hat temaşekirin.

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Emşê Korkorkî ya ji ajansa mere axivî diyar kir ku xwe perwerdekirin û axa xwe parastin tekana rêya mîsogeriya hebûnê ye û wiha pêl da axaftinên xwe: “Di şexsê Zeynep Kinaci de em hemû şehîdan bi bîr tînin. Em ê xwedî li ked û xwîna şehîd Zîlan derkevin. Bi saya keda wê em îro li vir bi hêz amadebûne. Emê jî bi riya xwe parastin û xwe perwerdekirinê xwedî li ked û xwîna wê derkevin.