Jinên Şehbayê li hemberî êrîşa ser Kobanê daxuyanî dan
Jinên Meclîsa Malbetên Şehîdan a herêma Efrînê li dijî êrîşên dewleta tirk li ser Kantona Kobanê daxwiyanî dan.
Şehba- Di dîroka 8’ê çileya 2022’an de êrîşên hovan e ji aliyê dewleta tirk a dagirker û komçeteyên bi navê cur be cur li ser Kantona Kobanê hate qewimandin di encama êrîşan de zirarên madî çêbûn û zêdetirî 10 kes sivîl birîndarbû û 1 kes jî jiyana xwe ji dest da, li dijî êrîşên li ser kantona Kobanê jinên Meclîsa malbetên Şehîdan a herêma Efrînê daxuyanî da. Daxuyanî li Şehîdlika navçeya Ehrezê a Kantona Şebayê hate dayîn. Bi tevlîbûna hemû jinên Meclîsa malbatên Şehîdan a herêma Efrînê. Beşdarvanan wênetyên kumkojiya Kobanê û alên saziya Meclîsa malbatên Şehîdan hildan. Daxuyanî ji aliyê endama Meclîsa malbatên Şehîdan a navçeya Fafînê a Şehba Emîne Bekirî ve hate xwendin.
Emîne di daxuyaniyê de diyar kir ku em weke dayîk, xwîşk, hevjîn û keçên Şehîdên doza azadiyê êrîşên ku li ser Kantona Kobanê û gundewarên wê pêk hatiye bi tundî şermezar dikin û wiha pê de çû: “Bi navê dayîk, hevjîn, xwîşk û keçên Şehîdan ya Kantona Efrîn û Şehba, destpêkê sersaxiyê ji hemû malbatên Şehîdan û şîfayek acîl ji hemû birîndaran re dixwazin. Di destpêka avakirina Sîstema tirk a faşîst û destê wî di nava xwîna gelê me de ye ji ber wê jî em bi tundî şermezar dikin. Encama têkçûna hikûmeta tirk li ser kirîza xwe ya siyasî û aborî dihêle ku vegere kumkojiyên gelê Kurdistanê û bi taybet bajarê Kobanê ye berxwedêr. Bi êrîşên xwe ya dubare ji kuştin û xirakirina deverên pîroz û bikaranîna çekên qedexekirî ji bo koçberî û qirkirina hemû gelên herêmê. Li ser van hemû rastiyan em van êrîşên dewleta tirk a dagirker yên rû bi rû li ser bajarê Kobanê û derdora wê bi tundî şermezar dikin û sûc dikin her kesekî piştgiriyê dide faşîzma Tirk û çeteyên wê. Ji ber vê yekê em bang li civaka navnetewî û hemû Rêxistinên Mafê mirovan dikin ji bo sekinandina van êrîşan li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê û avakirina aşîriya civakî û qedexekirina êrîşên hewayî li ser herêmên Rêveberiya Xweser. Daxwaza me ji her dewletekî aşîtîxwaz karê xwe pêk bînin û zextê li ser dewleta tirk bikin û ji hemû deverên Sûriyê derxin. Ji bo misogerkirina vegera gel li ser cih û warê xwe û bi taybet parastina mafê jin û zarokan bikin. Em wek jin di nav malbatên Şehîdan de tu carî dev ji nirxên xwe bernadin û soz didin Şehîdên xwe ku emê li peyî şopa wan bin heyanî avakirina civakek exlaqî û demokratîk pêk bînin.”
Daxuyanî bi dirûşmeya “Şehîd namirin”,”Bijî berxwedana jina azad”û”Bijî berxwedana Kobanê” bi dawî bû.