Jinên Îraqî yên li Kampa Holê: Em dixwazin vegerin welatê xwe
Jinên DAIŞ’iyan ku di operasyona ewlehî û lêgerînê ya li Kampa Holê û derdora wê hatibû destpêkirin de axivîn. Jinan diyar kirin ku hatine xapandin, poşman in û dixwazin vegerin ser axa xwe ya ku lê ji dayîk bûne.

SÎLVA EL-IBRAHÎM
Hesekê – Di sala 2019’an de Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Hêzên Parastina Jinê (YPJ), li navçeya Baxoz a girêdayî bajarê Dêrezorê operasyonek lidar xistin. Hêzên QSD’ê û YPJ’ê hemû endamên DAIŞ’ê ku kuştin û komkujiyan pêk anîne, girtin û derbasî Girtîgeha Xwêranê kirin. Malbatên wan jî sewqî Kampa Holê kirin. Berê jî koçberên Îraqî di vê kampê de mabûn.
Kampa Holê ji gelek beşan pêk tê. Yek ji wan beşa Jinên Koçber e ku tê de jinên ji 42 netewên cuda hene. Loma jî wek beşa herî xeter tê pejirandin. Di beşên din de jî malbatên endamên DAIŞ’ê yên Îraqî û Sûriyeyî dimînin. Li gor agahiyên dawî yên ji rayedarên kampê hatine girtin, hejmara kesên li kampê gihîştiye 35 hezar û 323’yan. 13 hezar û 124 ji wan welatiyên Îraqê ne, 15 hezar û 805 ji welatiyên Sûriyeyê ne. 6 hezar û 385’ên mayî jî, malbatên endamên DAIŞ’ê yên ji 42 netewên cuda ne.
Di demên dawî de zindîkirina şaneyên DAIŞ’ê û hewldanên reva ji kampê zêde bûn, loma ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi piştevaniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) operasyonek ewlehiyê li kampê dan dest pêkirin.
Di nav 2 rojên destpêkê yên operasyonê de 16 kesên ku têkiliya wan bi DAIŞ’ê re hene, hatin girtin. Di nav wan de jin jî hebûn. Di roja sêyemîn de jî çar endamên DAIŞ’ê hatin girtin. Di beşa jinên Îraqî lê dimînin de jî çek û amûrên leşkerî hatin bidestxistin. Di dema lêgerînan de bi jinên Îraqî yên ku ji malbatên DAIŞ’ê ne re hevpeyvîn hatin çêkirin. Jinan diyar kirin ku dixwazin vegerin axa ku lê jidayîk bûne.
'Em bi zorê tevlî DAIŞ bûne'
Jina Îraqî ya bi navê Xewla Şekakî da zanîn ku hevjînê wê li Sûriyeyê dema ji bo DAIŞ’ê şer kiriye hatiye kuştin û wiha got: “Hevjînê min dema li Sûriyeyê qeyran destpê kir, di nav refên artêşa azad a Sûriyeyê de bû. Birayê wî ji aliyê DAIŞ’ê ve li ber çavê wî hat kuştin. Ew jî ji tirsa ku bê kuştin, tevlî nav refên DAIŞ’ê bû. Beriya ku bê kuştin, di sala 2017’an de vegeriya Îraqê. Lê ji ber pevçûnên ku li bajarê Anbarê destpê kirin, em neçar man terka vê derê jî bidin. Ez dîsa vegeriyam Sûriyeyê û di pevçûnên dawî yên li Baxozê de, bi tevî bi hezaran malbatên DAIŞ’î, li Kampa Holê hatim bicîhkirin."
'Em poşmam in'
Xewla Şekakî, poşmaniya xwe ya ji ber tevlîbûna nava DAIŞ’ê bi van gotinan anî ziman: “Ji ber tevlîbûna xwe ya li DAIŞ’ê em xemgîn in. Em hatin xapandin. Hevjînê min bi rastî endamek DAIŞ’ê nebû. Jixwe gelek kes, ji ber sedemên xizaniyê tevlî bûn. Ne ji ber baweriyê. Piraniya wan jî di van pevçûnan de mirin. Birayê min jî tevlî DAIŞ’ê bû, lê dema xwest ji wan biqete, hat kuştin. Me bi pêşeroja zarokên xwe û bi emrê xwe, bedêla giran a vê tevliheviyê da.”
'Bi fikirê DAIŞ a radîkal bandor nebin'
Xewla Şekakî bang li ciwanan kir û wiha got: “Kesek ku bixwaze ola xwe bijî, dikare di jiyana xwe ya ferdî de jî bijî. Kes îbadeta kesî qedexe nake. Lê ger ku bêje ezê di nav komên zêde radîkal ên li ser navê olê tevdigerin de vêya pêk bînim, ewê mala xwe xirab bike. Gelek jin jî ji ber ku tevlî DAIŞ’ê bûne poşman in lê ji tirsa nikarin aşkera bikin. Ez jî ditirsiyam. Lê êdî natirsim. Yên ku em kirine vê rewşê, bila me bikujin baştir e.”
'Em daxwaza vegera li cihê xwe dikin'
Emnê Silêman ku ji bajarê Anbar a Îraqê ye. Hevjînê wê di pevçûnên dawî yên li Baxozê de hatiye girtin. Emnê da zanîn ku hevjînê wê radestî Îraqê hatiye kirin û niha li wir girtî ye. Emnê jî dixwaze vegere ser axa xwe û dibêje: “Li kampê pêşerojek tuneye. Lewma vegera me ya bi ewle peyda bikin.”
'Em di şert û mercên dijwar de dijîn'
Wurud Muhamed a 25 salî û Îraqî ye, zarokek wê heye. Hevjînê wê, di dema pevçûnên li Hecînê de, bi êrîşa hewayî ya hêzên koalîsyona navnetewî hatiye kuştin. Wurud dibêje ku têkiliya wê bi DAIŞ’ê re tuneye. Wurud bi du xwişkên xwe yên hevjînên wan jiyan ji dest dane û keça xwe re li heman kampê dimîne. Malbata wê ji ber pirsgirêkên tenduristiyê pênc sal berê ji kampê derketiye. Wurud dibêje “Em li kampê di şertên gelek dijwar de dijîn. Tenê ez û du xwişkên xwe ji malbatê paşve man. Ev jî di atmosfera xeter a kampê de me zêdetir bê parastin dihêle.”
'Em ji jiyana kampê bêzar bûne'
Wurud Muhamed anî ziman ku di van şertên giran de nikare keça xwe mezin bike, ji ber pirsgirêkên aborî û kêmbûna alîkariya saziyan, her roj rewşa wan xetertir dibe. Wurud jî hestên xwe bi gotinên wekî “Em dixwazin vegerin Îraqê û bi malbata xwe re bin. Em êdî ji vê jiyana kampê bêzar bûn" anî ziman.
Hat hînbûn ku operasyona di 18’ê Nîsanê de hatiye destpêkirin, heta ku hemû beşên kampê di lêgerînê re derbas nebin wê bi dawî nebe.