Jinên Îdlîbê ên hatine dersînorkirin bi krîza aborî re rûbirû ne

Li Îdlîbê jinên ji Tirkiyeyê hatine der sînorkirin di peydakirina kar de zehmetiyan dikşînin. Her wiha jinan diyar kir ku kesên tên dersînorkirin kaxeza "vegera bi dilxwazî" didin îmzekirin.

HEDÎL OMER

Îdlib - Di demên dawî de dersînorkirina koçberên Sûriyeyê ji Tirkiyê ber bi herêmên Bakurê Sûriyeyê ve gelekî zêde bûye.

Dewleta Tirk idîa dike ku bakurê Sûriyeyê ewle ye lê di rapora Komîseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî ya karûbarên koçberan de hat diyarkirin ku 6,9 milyon kes dibe ku di hundirê Sûriyeyê bi xwe de koçber bibin her wiha pêwîstiya 14,6 milyon kesan bi alîkariyên mirovî hene.

Li gorî heman raporê pêwîstiya derdora 5,9 milyon kesan bi peydakirina cihekî ewle heye û heta niha gelek kes ji mafên xwendin û tenduristî bêpar in.

Li aliyê din rewangeha Sûriyê ya Mafên mirovan ragihand ku bi darê zorê dersînorkirina koçberên Sûriyeyê li dijî hemû peymanên navneteweyî yê mafên koçberan e.

‘Em bi darê zorê hatin dersînorkirin’

Rewan El-Xetîb a 33 salî koçber a ku dayîka 4 zarokan e, 2 zarokên wê jî xwedî pêdiviyên taybet in û bi darê zorê hatiye dersînorkirin got: "Zarokên min ji dema jidayîkbûnê pirsgirêka wan a mejî heye, gelek derman ji wan re pêwîst in. Hevjînê beriya were dersînorkirin hemû pêwîstiyên tendirûstî û jiyanî dabîn dikir. Xizanî pir e û derfetên kar di hundirê kampên bakurê Sûriyeyê de kêm in, hevjînê min tenê kar dike lê têra pêdîviyên me nake. Zarokên min ên xwedî pêdiviyên taybet di kampên Idlibê de li hember gelek zehmetiyan in, ji ber paşguhkirî ne. Ger rewş wiha berdevam bike ez neçar im li karekî bigerim ji ber kesek tenê di malbatê de kar bike têra me nake. Em nikarin di kampê de bimînin û li benda alîkariyan in.”  

Bi darê zorê kaxeza "vegera bi dilxwazî" dane îmze îmzekirin

Hesnaa El-Axawatî jî hevjînê wê bi darê zorê hatiye dersînorkirin û wiha behs kir: “Hevjînê min ji beriya 7 salan li Istenbolê bû. Ew ji ber lêdan û tundiyê neçar ma li ser kaxeza "vegera bi dilxwazî" îmze bike û vegere Îdlîbê. Ji ber hevjînê min neçar ma cihê mala xwe li Tirkiyê biguhere ji ber cihê karê wî her dihat hat guhertin ew ji aliyê polîsan ve hat girtin û derdora mehekê di zindanê de ma paşê ew şandin navendeke dersînorkirinê ya li nêzî sînorê Rihayê û ji wir ber bi bakurê Sûriyeyê ve şandin.”