Hejmara Mijdarê ya rojnameya Neweya Jin derket
Hejmara Mijdarê ya rojnameya Newaya Jin bi berga “Ji dema ku pel nedihejiya heta ‘Jin Jiyan Azadî’” derket pêşberî xwendevanên xwe.
Navenda Nûçeyan- Hejmara Mijdarê ya rojnameya Newaya Jin bi berga “Ji dema ku pel nedihejiya heta ‘Jin Jiyan Azadî’” derket pêşberî xwendevanên xwe. Di hejmara vê mehê ya rojnameya de; di çarçoveya 25’ê Mijdarê “Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li ser Jinan”de bal kişand ser tundiya li ser jinan a li cîhanê û Rojhilata Navîn, sedemên vê tundiyê û awayên berxwedana ku jinan bi pêş xistine.
Berxwedana jinan
27’ê Mijdarê, di pêvajoya dîrokî ya ji kongreya damezrandina PKK’ê heta kongreya fesihkirinê ya dawî, berxwedana jinan bi awayekî berfireh cih girt. Rojname, ji xebatên rêxistinbûn û hişyarbûna ku jinên Kurd pêşengiya wê dikin, heta konferansên yekîtiya neteweyî û demokratîk, gelek pêşketinan ji perspektîfa civaka demokratîk nirxand.
Nivîsa KJK’ê
25’ê Mijdarê, Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li ser Jinan, ji bo tunduya rêxistinkirî û bêsînor a li ser jinan, têkoşîna jinan a rêxistinkirî û bêsînor jî ji aliyê wate û girîngiyê ve rojeveke girîng e. Di nivîsa KJK’ê de wiha hat gotin: “Bi taybetî tundiya li ser jin û zarokan a ku ji aliyê dewletê ve nayê cezakirin. Pergala dadweriyê ku ji bo kesên tundiyê dikin sedeman dibîne, dewlet bi awayekî domdar tora tundiyê ya hebûna xwe diparêze.”
Viyan Lolan: ‘Jina ku bi serkeftina xwe bûye xwe’
Nivîskar Viyan Lolan, di dîroka PKK’ê de berxwedan û asta azadiyê ya ku gihîştiye “Jina ku bi serkeftina xwe bûye xwe” kir mijar. Di kongreya yekem a PKK’ê de tenê du jin hebûn, di kongreya dawî de ev hema hema nîv bû. Lolan, raza mezinbûna îradeya jinan wiha anî ziman: “Jin, bi sekna xwe ya taybet û cewhera xwe, bêyî ku bibin mîna mêr, hem xwe hem jî civaka xwe dikarin biparêzin.”
Nivîsa Nazan Ustundag
Ji nivîskarên rojnameyê Nazan Ustundag, şerê li dijî jinan wekî parçeyekî şerê li dijî civakan destnîşan kir. Nazan Ustundag, amûrên têkoşînê yên salan têr nedît û got: “Paradîgmaya ku li ser cezayê mêran hatiye avakirin hêdî hêdî têk diçe, li şûna wê, fikra ‘dadweriya veguherîner’ ku têkoşîna xwe li ser xurtkirina têkiliyên civakî û veguherîna civakî ava dike, belav dibe. Ev fikir, şerê li dijî jinan wekî parçeyekî qirkirina civakî dibîne û pevçûna di navbera mêr û jinan de vedigerîne cihê wê yê rast. Yanî dubare vedigerîne civakê û hewl dide ev bibe bingeheke veguherîna exlaqî ya civakî.”
Konferansên jinan
Xebatên Yekîtiya Neteweyî yên Jinên Kurd ku nêzî bîst salan e didomin, di konferansên 2009 (Amed) û 2011 (Hewlêr) de bi delegeyên ji çar parçeyên Kurdistanê re gihîştin asteke berbiçav. Gavên nû yên van xebatan ên ku yekîtiya domdar armanc dikin, bi kongreya ku di destpêka 2026’an de were lidarxistin wê bên avêtin. Fatma Kaşan, vê pêvajoyê wiha nirxand: “Yekîtiya neteweyî ya li ser têkoşîna azadiya jinan, bi xisleta xwe ya antî-patrîarkal, antî-desthilatdar û antî-mêtinger wê bibe hêza demokratîzekirina civakê.”
Rûpela Jineolojiyê
Di rûpela Jineolojiyê de Elîf Kaya, li ser atolyeya bi navê “Fêmkirin, bîranîn û bi hev re pêşxistina çareseriyê” ya li Parîsê hatiye lidarxistin, li ser qirkirina li ser jinan nivîsî. Kaya anî ziman ku li gorî rapora Yekîtiya Jinan a NY’yê ya 2023’an, di salek de li seranserê cîhanê zêdetirî 51 hezar û 100 jin hatine kuştin û wiha got: “Îstatîstîkên qirkirina li ser jinan her tiştî venebêjin jî encamên hînker pêşkêş dikin. Lêkolîn, atolye û konferansên di vê qadê de, bi dîtina tiştên qewimîn, hişyariya civakî mezin dikin."
‘Dayîkên Aştiyê’
Di rûpelên kurdî yên rojnameyê de Roza Metîna, di nivîsa xwe ya bi sernavê “Dayîkên Aştîyê” de yên ku her çend êşên herî giran ên têkoşîna azadiyê kişandine jî ji têkoşîna aştiyê venegeriyane, kir mijar.
Pêşketinên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê
Hevseroka PJAK’ê Peyman Viyan, pêşketinên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê nirxand. Viyan got, Îraneke azad û demokratîk tenê bi şoreşa jinan gengaz e.
Elîf Hemo jî der barê xebatên rêxistinbûna jinên pêşeng ên ji bo Sûriyeya demokratîk û planên serdema pêş de nivîsî. Her wiha Munevver Azîzoglu Baran, di hevpeyvîna xwe ya bi Prof. Dr. Neşe Ozgen re kiriye de, pirsgirêkên jinên koçber ên ku neçar mane li kampên Ewropayê bijîn, kir mijar.
Di rûpela Ekolojiyê de Gulten Aydin, li dijî pergaka yekperest û zayendperest a netew-dewletê, modelek civaka demokratîk a bi xwezayê re lihevhatî kir mijar: “Divê awayên hilberînê yên serdest ên ku xwezayê ber bi wêraniyê ve dibin bên derbaskirin. Li şûna wan divê çanda hilberîn-xwarinê ya li gel xwezayê û têgihîştina hilberîna komunal bi cih bibe.”
Di hevpeyvîna Meral Çîçek a bi çalakvana jin a Belûc Dur Bibî ya li sirgûnê re kiriye de, têkoşîna azadiyê ya jinên Belûc û rola wan a di berxwedanê de tê vegotin.
Di nivîsa portreyê ya Fîdan Yildirim de, navê sembola têkoşîna serxwebûna Cezayîrê Djamîla Bouhired cih digre.
Her kes dikare hemû hejmarên rojnameyê; ‘newayajin.net’ bibîne.