Aynur Eplî piştî 30 salan hat berdan

Aynur Eplî ya ku li girtîgeha Girtî ya Şakranê dihat girtin piştî berxwedana 30 salan ji girtîgehê hat berdan.

Navenda Nûçeyan- Girtiya nexweş Aynur Eplî ya ku 30 salan girtî ma, ji Girtîgeha Şakranê ya Îzmîrê hat berdan. Aynur Eplî li ber girtîgehê ji hêla endam û rêveberên DEM Partî yên Îzmîr û navçeyên Karşiyaka, Alîaga û Komeleya Piştevaniyê ya Malbatên Girtî (EGE TUHAY-DER) ve bi kulîlkan hat pêşwazîkirin.

Berxwedana zindanan jî berxwedana gelê me ye

Aynur Eplî li ber girtîgehê axivî û wiha vegot: “Nîvê me di girtîgehê de ma ji ber vê xemgîn im. Em nîvî derketin derve. Ji bo pêvajoyê jî serkeftinê ji gelê me re dixwazim. Berxwedan, berxwedana me tevan e. Berxwedana zindanan jî berxwedana gelê me ye. Serkeftinek hebe ya gel e.”

Aynur Eplî kî ye?

Aynur Eplî di sala 1995’an de bi sûcdariya “endamtiya rêxistinê” cezayê muebbetê lê hat birîn. Li girtîgehên Erzirom, Êlih, Sêrt, Sêwaz û herî dawî jî li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Şakranê ya Îzmîrê ma û ji wir tehliye bû. Aynur Eplî di girtîgehê de bi nexweşiyên giran ên weke tîmora mêjiyê re li ber xwe da. Aynur Eplî di sala 2024’an de di qada karîkaturê ya Mafên Mirovan a Neteweyî de layîqê xelatê hat dîtin. Li ser navê Aynur Eplî xelat ji aliyê lîstikvan û endamê Meclîsa Partiyê yê DEM Partî Kerem Firtina ve hatibû girtin. Aynur Eplî piştî çend rojan dê biçe Agiriyê.