Jinên Êzidî komploya navnetewî û peymana 9’ê Cotmehê nîqaş kirin

Jinên Êzidî bi civînekê online komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û peymana 9’ê Cotmehê ya li dijî civaka Êzidî hat îmzekirin nîqaş kirin.

Şengal – Tevgera Azadiya Jinên Êzidî, Sîwana Jinên Êzidî ya Ewropa û Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava li dijî komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di heman demê de li dijî hevpeymana ku di navbera dewleta Tirk, Hewlêr û Bexdayê de li dijî civaka Êzidî çêbûbû civîneke online bi beşdarbûna 24 kesayetan li dar xistin.

Siyasetmedar, çalakvan û rojnamevanên ji çar perçeyên Kurdistanê, Şengal û Ewropayê beşdarî civînê bûn. Civînê bi çar semînerên li ser komploya 9’ê Cotmehê û planên di 9’ê Cotmehê de ketine meriyetê, di heman demê de li ser tecrîda girankirî ya Îmraliyê û sîstema wê saetek berdewam kir.

Semînera destpêkê ji aliyê endama Yekitiya Jinên Êzidî Hediya Şemo ve birêvebirin.

Hediya Şemo di destpêka semînerê de bal kişand ser keda Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan a li Sûriyeyê û wiha got: “Civaka Kurd ji çand bawerî û pîvanên xwe yên jiyanê dûr ketibû lê bi derketina kesayeteke weke Rêber Apo civak dîsa bi xwe hesiya û serî rakir. Rêber Apo di Sûriyeyê de gelek kar û xebat birêve bir. Kurdên herî bi şans ên Sûriyeyê bûn. Hedefgirtina Rêber Apo bi armanca tunekirina sîstema ava kiriye û neteweya Kurd bû. Di nava tevgera azadiyê de ne tenê Kurd gelek neteweyên din jî li ser vê fikir û felsefeyê dimeşin. 26 sal di ser komployê de derbas bû, 4 sal in agahiya me ji Rêberê me nîn e. Tecrîdeke giran tê meşandin.”

‘Hest û ramanên azad ji felsefeya Rêber Apo ye’

Hediya Şemo di berdewama nirxandina xwe de bal kişand ser şoreşa jinan û wiha got: “Şoreşa Rojava ku 13 sal in tê meşandin bi felsefeya Rêber Apo dimeşe. Şoreşa Rojava ya jinan e, jinên azad hest, raman û hêza xwe ji felsefeya Rêber Apo girtine. Îro em weke jinên Êzidî li Rojava têdikoşin û erka me ew e em destkeftiyên heyî biparêzin û bihêz bikin. Mixabin Serêkaniyê hat dagirkirin û bi dehan gundên Êzidiyan jî ketin destên dagirkeran. Şêniyên Serêkaniyê û Girê Spî bi biryar in ku têbikoşin heta li warê xwe vegerin. Hemû pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi yek dengî gotin ‘Em azadiya fizîkî ya Rêber Apo dixwazin û çareserkirina pirsgirêka Kurd dixwazin.’ Bi dirûşma bê Rêber jiyan nabe helwesta me diyar bû.”  

‘Hilweşandina sînoran erka me ye’

Endama Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava Hediya Şemo di dawiyê de bal kişand ser tecrîda Îmraliyê û diyar kir ku mifteya çareseriyê Îmrali ye û wiha got: “Fikrên Rêber Apo ne tenê ji bo neteweya Kurd e. Dema ku em dibêjin Rêberê Gelê Kurd civakên din qebûl nakin. Ji ber ku Rêber Apo bûye rêberê hemû neteweyan. Divê em jinên Êzidî, Kurd, Ereb û Xirîstiyan destên xwe bidin hev, ji ber ku êşa jinan yek e. Îro çareseriya hemû krîzan li Îmraliyê ye. Şikandina wan dîwaran erka me jinan e. Dewleta Tirk û hevalbendên wê bi êrîşên xwe civakê ditirsînin û diyar dikin ku qaşo hêza wan maye kê belê hêza Tirkiyeyê nemaye. Rêber Apo dîwarê Îmraliyê hilweşand û felsefeya xwe gihîştand hemû cîhanê. Em weke jinên Êzidî bi fikrên Rêber Apo dikarin xwe birêxistin bikin û bigihîjinn hemû cîhanê.”

‘Armanca komplo û peymana 9’ê Cotmehê yek e’

Endama koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Neam Bedel li ser komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û plana 9’ê Cotmehê ya li dijî civaka Êzidî wiha got: “Komploya 1998’an û plana li ser Serêkaniyê û ya li dijî civaka Êzidî ji hev ne cuda bûn li dijî civakên azadîxwaz bûn. Rêberê me cîhanî ye ne tenê yê neteweya xwe ye. Di Serêkaniyê û Girê Spî de hemû netewan êş kişandin û zehmetî dîtin. Di Şengalê de jî heman tişt hat jiyîn lê herî zêde jinên Êzidî êşa wê kişandin. Plana ku di 2020’an de li ser Şengalê hat çêkirin êrîşeke li dijî îrade û xwîna şehîdên me bû. Xwestin tevgera me, rêxistin û hêza me hilweşînin lê bi sekna jinan û giştî civaka me ew plan vala derket. Mixabin niha heman lîstikan dimeşînin û dixwazin hêzên revok ku hemû axa xwe firotine dîsa bînin Şengalê. Ev 40 sal in tu carî Şengal bi qasî niha bi aram nebûye lê bi hinceta ku Şengal ne aram e dixwazin dagir bikin.”

‘Dem hatiye em Rêberê xwe di navbera xwe de bibînin’

Neam Bedel di dewama axaftina xwe de da zanîn ku divê her kes ji bo azadiyê têbikoşe û wiha got: “Rêber Apo di nava çar dîwaran de ye lê fikrên wî azad in. Di hemû dinyayê de fikrên Rêber bûne bingeha xwerêxistinkirinê. Dixwazin bi riya tecrîdê me ji Rêberê me dûr bixin lê ew di xeyalan de jî nayê kirin. komploya li ser Rêber li ser hemû jinan bû. Jinan bi felsefeya Rêber Apo serî rakir û xwe birêxistin kirin. jineke ku ev fikir nas kiribe li mal nemaye. Komplo navneteweyî bû ne tenê bi destên Tirkan bû. Em jî ji bo ku komployê û planên tên kirin li dijî azadiyê vala derxin em ê têbikoşin heta Rêberê xwe di navbera xwe de nebînin em nikarin bibêjin em azad in. Dem hatiye ku her kes ji milê xwe ve kar bike û kes di mala xwe de rûnenê û tekoşîna azadiyê bimeşîne.”

‘Felsefeya hebûn û azadiyê ye’

Edîtora Jin TV Aysel Evesta semînera sêyemîn da. Di serî de roja komployê şermezar kir nirxandineke Rêberê Gelê Kurd a li ser civaka Êzidî xwend û wiha got: “Ev roja bêbext em şermezar dikin û berxwedêrên azadiyê silav dikim. Bêguman felsefeya Rêber Apo ji bo jinên Êzidî û civaka Kurd û hemû azadîxwazan roniya hebûn û azadiyê ye. Bi navê civaka Êzidî silavên xwe ji Rêber Apo re rêdikim rêber Apo di nirxandineke xwe de ji bo civaka Êzidî wisa dibêje; ‘Di serî de jinên Êzidî yên ku ez şahidê herî zindî yê lehengiya wan im, tevahiya civaka me ya Êzidî silav dikim, dixwazim careke din bibêjim ku tevî şert û mercên ez tê de me jî bo sekna wan a bi rûmet a li hemberî candereya qirkirinê li ber xwe didin, dilê min lê dide.’ Em weke jinên Êzidî û civaka Êzidî divê van gotinên Rêber Apo ji bîr nekin û li gorî wê têbikoşin.”

‘Felsefeyek diyarî jinan hat kirin’

Aysel Evesta di berdewama semînerê de bal kişand ser komploya 9’ê Cotmehê û wiha got: “Rêber Apo ji destpêka derketina xwe ve ji hemû serhildanên Kurdan cuda bû. Cihekî taybet ji bo jinan diyar kir. Bi hezkirin, hevaltî û jiyana xwe ya bi jinan re cudahiya xwe nîşan daye. Di gelek şoreşan de jinan cih girtine lê di tu şoreşê de pirsgirêka jinan nekirine mijara yekemîn. Her dem gotine piştî şoreşê rewşa jinan em ê nîqaş bikin lê Rêber Apo lingekî esasî yê paradîgmaya xwe, azadiya jinan girt dest. Îro li tevahî Kurdistanê jin bi vê paradîgmayê xwe birêxistin dikin. Ji bo wê jî em dibêjin komplo li dijî civakê û bi taybetî jinan e. Rêber Apo partiya jinan di milê jiyanî û felsefî de diyarî jinan kiriye. PAJK partiya jinan a herî mezin e ku her kesê hembêz dike. Di fermana 2014’an de fermanek hat serê Şengalê gelekan berxwedanî li wir kirin, gerîlayên jin li wir şer kirin û îro YJŞ berhemên wan jinên berxwedêr e. Hemû bi felsefeya Rêber Apo hatiye avakirin.”

‘Ji qirikên ku hewar dikirin û digriyan îro dengê berxwedanê derdikeve

Aysel Avesta di dawiyê de bal kişand ser têkoşîn û rêxistinbûna civakê di dema şer û kuştinên heyî û wiha got: “Ji gelî û newalên Şengalê dengê hewar û girînê dihat. Lê îro ji wan gelî û newalan dengê berxwedan, têkoşîn û rêxistinbûnê tê. Hêza siyasî û civakî li Şengalê hatiye avakirin. Li rojavayê Kurdistanê jin pêşengên civakê ne. Li seranserî cîhanê ji bo azadiya rêber Apo têkoşînê dest pê kiriye. Li Rojhilatê Kurdistanê dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ bû melodiyek û li tevahî cîhanê belav bû. Li bakurê Kurdistanê civak di nava berxwedanê de ye. Ev hêza gerdûnbûna felsefeya Rêber Apo ye. Ev hemû xisletên bi hêz in ku me birêxistinbûnê bidest xistine. Lê belê Rojhilata Navîn bi giştî di nava şer de ye niha. Şerê li çiyayên Kurdistanê, şerê li Xezayê, planên Hewlêr, Bexda û Tirkiyeyê. Di heman demê de sîxurên ku di nava civaka me de belav bûne. Ev hemû xetere ne. Ji bo wê jî divê em civakê bi giştî birêxistin bikin û zêdetir bixebitin, li Rêber Apo xwedî derkevin. Ji bo em dawî li hemû êş, kuştin û mirinê bînin divê em weke jin li rêberê xwe xwedî derkevin.”

‘Îmralî sîstemeke li dijî qanûnê ye’

Parêzera Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan Zozan Akîpa jî di dawiyê de axivî û li ser tecrîda li Îmraliyê û sîstema wê wiha got: “Em di sedsala 21’ê de ne ku sedsala jinan e. Birêz Ocalan sîstema Îmraliyê li ser sê lingan dinirxîne. Ev ji ling Amarîka Awropa û Tirkiye ne. Di hevdîtina herî dawî de birêz Ocalan ji parêzeran re got ‘tenê bila hefteyek bidin min ez ê hemû şerên heyî bidim sekinandin.’ Lê mixabin piştî wê tecrîd girantir bû, heta niha hevdîtin pê re nehatiye kirin. Zindaneke weke ya Îmraliyê tune ye, kesek bi enê di giravek de ye. Di salên destpêkê de birêz Ocalan 23 setan di odeyê de bû tenê saetek derdiket hewşê. 24 saet kamerayê wî dişopand. Ji 2019’an ve heta niha tenê 5 hevdîtin çêbûne, ew jî piştî çalakiyên gireva birçîbûnê hatin kirin. Herî dawî birêz Ocalan 5 deqe bi birayê xwe axivî. Di nava 25 salan de tenê 2 caran mafê telefonê dan birêz Ocalan tevî ku di sîstema Tirkiyeyê de heqê her zindaniyekî heye ku bi telefonê bi malbatê re baxive. CPT heta niha 9 caran çûye Îmraliyê û raporên hevdîtinê parve kiriye lê di sala 2022’an de çûn serdanê û rapor parve nekir bi hinceta ku Tirkiyeyê qebûl nekiriye. Lê CPT dikare parve bike û tu kes mudaxeleya wê neke. Me li Azerbaycanê jî dît hikumetê qebûl nekir lê belê CPT parve kir. Ev planeke li dijî hiqûqê ye.”

Parêzera Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan Zozan Akîpa di dawiya semînerê de nirxandinên Rêberê Gelê Kurd ên der barê civaka Êzidî de xwend û wiha got: “Birêz Ocalan di hevdîtina xwe ya di 7’ê Tebaxa 2019’an de gotibû bila her jinek çavên xwe bigre û xeyal bike ku ew jineke Êzidî ye û ji aliyê çeteyan ve rastî tecawizê tê û firotin. Piştî wê bila biryar bide wê çi bike. Ev çend sal in ez dibêjim bila jinên Êzidî xwe birêxistin bikin.’ Em wê fermanê ne qebûl dikin û ne dikarin li ser bigrîn. Ne fermaneke ji rêzê ye. Yên ku hatin kuştin û tecawizkirin em hemû bûn. Divê em ji bîr nekin û tola wê rakin. Erka me ew bû ku me rê li fermanê bigirta. Di sala 2007’an de birêz Ocalan gotibû ku di Şengalê de Êzidî pir in û dibe ku rastî fermanê werin ji bo wê jî divê cihên xwe yên cuda jî çêbikin û xwe biparêzin divê her kes li wan xwedî derkeve.”