Jinên Êzidî: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dê têkoşîna me bidome

Çalakiya nobetê ku beriya sê rojan ji aliyê TAJÊ ve li navenda Şengalê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin bidawî bû. Di roja dawî ya çalakiyê de hat gotin ku heta azadiya Ocalan dê her di nav liv û tevgerê de bin.

Şengal – Çalakiya nobetê ku bi pêşengtiya Tevgera Azadiay Jinên Êzidî (TAJÊ) li navenda Şengalê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 22’yê sibatê hatibû destpêkirin, bi dawî bû.

Di roja dawî ya nobetê de endamên meclisa giştî ya Şengalê sardana çalakvanan kirin û bi dehan jin bi tililiyên xwe çalakiyê geş kirin û bi dirûşmeyan azadiya Ocalan qîr kirin.

Li ser nave çalakvanên nobetê axaftina dawîkirina çalakiyê endama TAJÊ Riham Hesen kir.

Riham Hesen diyar kirk u ji bo dîwarên Îmraliyê were hilweşandin û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were li her derê çalakiyên cur bi cur pêk tên û ev tişt anî ziman: “Çalakiya ku beriya sê rojan me dabû destpêkirin îro bi dawî dibe. Em dibêjin dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Em wek jinên Şengalê û TAJÊ ji bo pêkanîna fîzîkî ya Rêber Apo her tiştî bikin û çalakiyên cur bi cur pêk bînin. Ji hêla din ve wek TAJÊ me hemleya ‘Rêber Apo bixwîne û bide xwendin’ beriya niha dabû destpêkirin û dê hemleyên me heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo berdewam bikin.

Rûxmî ku ev 26 sal in Rêber Apo dîl girtiye jî ji bo çareseriyê her xebitiye û teslîm nebû. Ji bo çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn pirtûkan nivîsand. Divê em jî hewl bidin tiştên ku Rêber Apo di nav çar dîwaran de nivîsandî fam bikin û jiyanî bikin. Rêber Apo her tim qala azadiya civakî dike û em jî dibêjin heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk neyê bi taybetî weke jin em jî azad nabin. Ji bo ku em bikaribin hebûna xwe biparêzin, wek çand neyên helandin û koletiya dijmin qebûl nekin, divê em Rêber Apo bixwînin û bidin xwendin. Rast e îro çalakiya me ya sê rojan bidawî dibe lê dê çalakiyên me bi rengên cuda bidomin heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.”