Jinan têkildarî zextên li ser jinên Efgan hişyarî kirin
Tevgera Guherandina Dîroka Jinên Efgan, li ser zext, îşkence û êrişên zayendî yên Talîbanê li dijî jinên girtî û jinên ku ji bo aştiyê çalakiyên şermezarkirinê li dar dixin hişyarî kir.
Navenda Nûçeyan – Talîban, ji dema ku li Efganistanê hatiye ser desthilatdariyê ve heta niha, ji bo li ser jiyana jinan sînoran çêbike zagonan derdixe. Zagonên ku dengê jinan jî qedexe dikin dixe meriyetê, ev yek jî li dijî mafên jinan binpêkirinan bi xwe re tîne.
Tevgera Guherandina Dîroka Jinên Efgan, roja 1’ê Mijdarê bi daxuyaniyek bal kişand ku Talîban li dijî jinên girtî û yên ji bo aştiyê çalakiyan li dar dixin, zextên zêde, îşkence, qetilkirin û êrişên zayendî pêk tîne. Tevgera Guherandina Dîroka Jinên Efgan vê daxuyaniyê, weke bersiveke rapora dawî ya raportora taybet a NY’ê ku têkildarî jinên di bin rêveberiya Talîbanê de weşandibû amade kir û weşand.
Tevgerê diyar kir ku jinên çalakger, rastî îşkenceya fizîkî û derûnî tên û li navendên binçavkirinê yên Talîbanê êrişên zayendî li dijî wan tên kirin.
‘Divê li dijî kiryaran bertekên cidî ji qada navneteweyî werin nîşandan’
Tevgerê bang li civaka navneteweyî kir ku raporên têkildarî kiryarên endamên Talîbanê tecawiz, îşkence û muameleya dermirovî ya li dijî jinan cidî bigrin û li dijî binpêkirina mafan û cudakariya zayendî ya li Efganistanê bertekek zelal nîşan bidin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Talîbanê di sê salan de ji bo dengê jinan bibire û wan veder bike, zagonan derxistiye, herî dawî jî zagoneke ku dengê jinan jî qedexe dike xistiye meriyetê. Bal hat kişandin ku ev qedexe, di dîroka Efganistên de weke “rûpelek reş” dê cihê xwe bigrin.
‘Talîban çavkaniyên welat talan dike’
Tevgera Guherandina Dîroka Jinên Efgan, diyar kir ku Talîban çavkaniyên welat talan dike, xeracê ji gel digre û bi gelek zagonên ku pêşî li xebat û perwerdeya jinan digrin, sûcên mezin dike.
Tevgerê, bang li Neteweyên Yekbûyî û saziyên din ên hiqûqî kir ku vê rewşa li Efganistanê ya weke "zayendperestiya apartheid" bibînin, Talîban weke “sûcdarê şer” sewqê Dîwana Edaletê ya Navneteweyî were kirin. Her wiha hat diyarkirin ku piştî sê salên bi êş û zordariyê, mafê gelê Efgan heye mafên xwe yên ji dest hatine girtin bixwaze.
Tevgerê herî dawî ji rêxistinên navneteweyî û mafên mirovan xwest ku ji bo jinên Efgan ji zextan werin paratin, zextê li Talîbanê bikin û ji bo pêkhatina edaletê gavan bavêjin.