‘Divê astengiyên li pêşiya bikaranîna zimanê dayikê werin lêkolînkirin’

Parlamentera DEM Partiyê Bêrîtan Guneş Altin ji bo astengiyên li ser zimanê Kurdî bên lêkolînkirin pêşnûme pêşkêşî Meclisê kir.

Navenda Nûçeyan – Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş Altin der barê 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî de ji bo astengî û qedexeyên li pêşiya zimanê Kurdî û mafê perwerdehiya fermî bê rakirin û ev yek bê lêkolînkirin pêşnûme pêşkêşî Meclisê kir.

 Bêrîtan Guneş Altin ku bi Kurdî û Tirkî pêşnûmeya lêkolînê pêşkêşî Meclisê kir û bal kişand ser astengî û qedexeyên li ser zimanê Kurdî û xwest astengiyên li pêşiya zimanê Kurdî bi her awayî bê lêkolînkirin û ji aliyê Meclisê ve lêpirsîn bê destpêkirin.

‘Îro jî, maf û astengî di gelek waran de berdewam dikin’ 

Bêrîtan Guneş Altin di pêşnûmeya lêkolînê de destnîşan kir ku ji bo civakeke demokratik yek jî pîvanên herî bingehîn perwerdehiya bi zimanê dayikê ye û ev yek anî ziman: “Girtina dezgehên medyayê yên bi zimanê Kurdî û tengkirina qadên hilberîna çandî pêşveçûna saziyî ya ziman qels kiriye û veguhestina wê ji nifşekî bo nifşekî dijwartir kiriye. Her çend di hin serdeman de înîsiyatîfên sînorkirî hatine avêtin jî, ev gav di garantiyên destûrî û yasayî de nehatine bicîhkirin; polîtîkayeke zimanî ya daîmî û berfireh nehatiye damezrandin. Aşkera ye ku gavên ku ji bo zimanê Kurdî bêne avêtin, di çareserkirina pirsgirêka Kurd de girîng e. Ji ber vê yekê, pêwîst e ku zirara ku ji ber polîtîkayên ku ji demên berê heta niha li ser zimanê Kurdî hatine sepandin, were lêkolînkirin û tevdîrên ku divê ji bo parastin û pêşxistina ziman werin girtin werin destnîşankirin. Her çend zimanê Kurdî zimanek be ku hebûna wî di encama têkoşînên dirêj û dijwar de hatiye qebûlkirin jî, ev qebûlkirin bi temînatên destûra bingehîn ve nehatiye bicîhkirin û di jiyana giştî de veneguheriye sepandinên berbiçav. Îro jî, maf û astengî di gelek waran de berdewam dikin, ji perwerde û xizmetên giştî bigire heya çand, hiqûq, hilberîn û medyayê, berdewam dikin.”

‘Gelê Kurd îradeyek kollektîf nîşan daye’ 

Bêrîtan Gûneş di nava nirxandinên xwe de balê dikşîne li ser îradeya gelê Kurd ya li hember hemû zexan berxwedaye û got: “Tevî van hemû zextan, gelê Kurd îradeyek xurt a kolektîf nîşan daye da ku zimanê xwe biparêze û ji nifşekî bo nifşekî din biguhêze. Kovara Hawarê, ku di 15’ê Gulana 1932’yan de, di bin serokatiya Celadet Alî Bedirxan de dest bi weşanê kir, di veguherîna zimanê Kurdî bo zimanekî edebî yê nûjen bi karanîna alfabeya Latînî de gavek dîrokî avêt. Ji ber vê sedemê, Kurd ji sala 2006’an vir ve 15’ê Gulanê wekî ‘Roja Zimanê Kurdî pîroz dikin.”

 Çêkirina rêzîknameyên qanûnî

Bêrîtan bi vê awayî gotinên xwe di domîne: “Rakirina astengiyên li pêşiya bikaranîna zimanê Kurdî û zaravayên wê şertekî bingehîn ê ji bo avakirina aştiya civakî û avakirina hawîrdoreke bê pevçûn e. Ji ber ku polîtîkayên derbarê zimanê Kurdî de yek ji pêkhateyên bingehîn ên pirsgirêka Kurd in, eşkere ye ku her gavek ku di vî warî de bê avêtin dê bibe alîkar ji bo lihevhatina civakî. Di vê çarçoveyê de, lêkolîna sedemên bingehîn yên ku pêşveçûna zimanê Kurdî asteng dikin û çêkirina rêziknameyên qanûnî yên pêwîst hem ji bo welat û hem jî ji bo avakirina aştiya civakî girîng in.

Parastina cihêrengiya çandî, ku ji bo civakên demokratîk û piralî bingehîn e, tenê bi rêya nirxdan û rêzgirtina hemû nasnameyan wê civakê pêkan e.

Bêrîtan Gûneş bi vê awayî dawî li gotinên xwe anî: “Ji ber van hemû sedeman, avakirina Komîsyona Lêpirsînê ya Parlamentoyê ji bo destnîşankirina astengiyên li pêşiya bikaranîna Kurdî di qadên cemaweriyê, qanûnî û çandî yên Tirkiyeyê de, lêkolîna sedemên dîrokî û civakî-siyasî yên van astengiyan, pêşxistina çareseriyan û formulekirina polîtîkayên bicîhanîn di vî warî de pir girîng in.”