Jinan nenavendîbûnê nîqaşkirin: Bingehê wekheviyê ye

Nivîsgeha Jinan a Encûmena Sûriyeya Demokratîk li Hola Marbella ya bajarê Hesekê, civîneke diyalogê bi dirûşma "Ji nenavendîbûnê ber bi destûreke neteweyî ya berfireh ve” li dar xist.

Hesekê – Nivîsgeha Jinan a Encûmena Sûriyeya Demokratîk li Hola Marbella ya bajarê Hesekê, civîneke diyalogê li dar xist. Civîn bi dirûşma "Ji nenavendîbûnê ber bi destûreke neteweyî ya berfireh ve” hat lidarxistin. Di rûniştina diyalogê de rêxistinên jinan, partiyên siyasî û civakî her wiha kesayetên serbixwe beşdar bûn.

Rûniştinê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre rêvebera Ofîsa Jinan a Meclisa Sûriyeya Demokratîk Reşa El-Nezal, axaftina vekirinê kir û bi xêrhatina mêvanan kir.

Rûniştina diyalogê du mijarên sereke di nav xwe de digirt: Mijara yekem nenavendîkirina li Sûriyeyê, têgeha wê û bandora wê ya li ser pêşerojê bû, mijara duyem jî destûra Sûriyeyê û rola pêkhateyên wê û jinan bû.

Rûniştina yekem a bi sernavê nenavendîkirin li Sûriyeyê, têgeha wê û bandora wê li ser pêşerojê, ji aliyê seroka Pirtûkxaneya Jinan a Encumena Sûriyeya Demokratîk Cîhan Xidro ve hat birêvebirin û li ser nenavendîkirin û girîngiya pêkanîna wê li Sûriyeyê axivî.

Girîngiya pêkanîna nenavendîbûnê

Cîhan Xidro wiha axivî: "Nenavendîkirin li ser bingeha dabeşkirina desthilatdariyn di navbera hikûmeta navendî û rêveberiya herêmî de ye. Li Sûriyeyê, ew amûrek bingehîn e ji bo jinûveavakirina dewletê piştî salên desthilatdariya navendî. Bi destpêkirina şoreşê re, têkçûna navendîkirinê eşkere bû."

Di pêşkêşiya xwe de, Cîhan Xidro rave kir ku pêkanîna nenavendî gaveke girîng e ji bo vegerandina hevsengiya civakî û siyasî bi riya dayîna desthilatdariyê ji herêman re da ku karûbarên xwe li gorî taybetmendiyên xwe yên taybet birêve bibin, bêyî ku ev yek were wateya hilweşînê. Berevajî vê, ew yekîtiyê bi riya dabeşkirina dadperwer a çavkaniyan xurt dike. Her wiha pêdivî heye ku bandorên koçberiyê werin çareserkirin, di heman demê de mafên jinan werin parastin û rola wan were zêdekirin.

‘Nenavendîbûn derfetek ji bo zindîkirina rola jinan e’

Cîhan Xidro diyar ku jinên Sûriyeyê di dema şer de hebûna xwe ya çalak ji hêla siyasî, civakî û mirovî ve îsbat kirine û nenavendîbûn derfetê vedike ku ew bi riya encumenên herêmî werin hêzdarkirin û beşdariya wan di biryardayînê de zêde bibe, bandoreke rasterast li ser pirsgirêkên wan û civaka wan bike. Cîhan Xidro got ku astengiyên civakî hîn jî rola wan sînordar dikin, ku ev yek polîtîkayên piştgir hewce dike ku mafên wan bigre bin temînatê.

Nenavendîkirin edalet û wekheviyê xurt dike

Cîhan Xidro tekez kir ku nenavendîkirin dibe alîkar ku edalet û wekhevî xurt bibe, jinan ji bo gihîştina perwerde, tenduristî û beşdariya aborî hêzdar bike, belavkirina çavkaniyên dadmendtir misoger bike, û jinan di destnîşankirina pêşîniyên pêşkeftinê û nivîsandina qanûnên ku mafên wan garantî dikin de beşdar bike.

‘Destûra Sûriyeyê nifûsa Sûriyeyê ji civakê dûr xistiye’

Mijara duyem bi sernavê; Destûra Sûriyeyê û rola pêkhate û jinan, ji hêla lêkolînerê hiqûqa navneteweyî Xalid Cebir ve hat birêvebirin. Xalid Cebir wiha got: "Ji destpêka şoreşa Sûriyeyê ya di sala 2011’an de, eşkere bûye ku destûra berê di pêkanîna edalet û wekheviya di navbera pêkhateyên cuda yên civakê de nekiriye û rê vekiriye ku beşên berfireh ên nifûsa Sûriyeyê ji civakê werin dûrxistin. Bi berdewamiya krîzê re, nivîsandina destûreke nû ku daxwazên gelê Sûriyeyê nîşan bide, bûye pêdivî."

Divê nirxandin li ser bicihkirina nirxên wekheviyê bê cudahî di destûra nû ya Sûriyeyê were kirin

Xalid Cebir destnîşan kir ku divê destûra nû ya Sûriyeyê wekî peymanek civakî were dîtin ku mafên mirovan û azadiya bingehîn piştrast dike û nirxên wekheviyê di navbera welatiyan de bê cudahî, di nav de misogerkirina mafên jinan jî misoger dike. Divê li ser prensîbên demokrasiya nûjen jî were avakirin û pirrengiya siyasî û civakî bi pêş bixe û wiha anî ziman: "Nenavendîbûn hêmaneke girîng e ji bo jinûveavakirina dewletê, ji ber ku ew beşdarî dabeşkirina dadperwer a desthilatdariyê di navbera hikûmeta navendî û rêveberiyên herêmî de dibe û derfetên mezintir dide welatiyan, nemaze jinan ku beşdarî biryardayînê bibin."

Rewşa jinan yek ji stûnên herî girîng ên avakirina Sûriyeyê ye.

Lêkolînerê hiqûqa navneteweyî Xalid Cebir wiha domand: "Xurtkirina statuya jinan di destûrê de yek ji stûnên avakirina paşeroja Sûriyeyê ye û ev yek hewce dike ku temînatên zelal werin danîn ku beşdariya wan a çalak di jiyana siyasî de, bi riya temsîliyeta wan di parlamento, hikûmet û astên rêveberiyê de, misoger bikin. Divê mafên wan ên bingehîn ên perwerde, kar, lênihêrîna tenduristiyê û milk jî werin parastin."

Piştî vê yekê, di navbera beşdaran de nîqaşek li ser xurtkirina rola jinan di nenavendîbûnê de, bidestxistina edalet û wekheviya civakî, çareserkirina pirsgirêkên ku jinên Sûrî pê re rû bi rû ne û avakirina mekanîzmayan ji bo misogerkirina parastina mafên jinan di pêşerojê de hat vekirin. Beşdaran tekez kirin ku pêwistiya Sûriyeyê bi nenavendiyek siyasî, civakî û erdnîgarî heye.

Rûniştina diyalogê ku îro dana sibê hat lidarxistin, bi pêşniyarên wiha bi dawî bû:

*Tekez dikin nenavendî bingeha avakirina Sûriyeyeya demokratîk û dadwer e û divê beşdariya bi bandor a hemî pêkhateyan, bi taybetî jinan, bixe bin temînatê.

*Daxwaza ku jin di pêvajoya nivîsandina destûra neteweyî de bi temsîliyeta herî kêm ji %50 di hemû qonaxên pêvajoya destûrî de hevkarên bingehîn bin.

Pêwistiya bicihkirina edaleta zayendî weke prensîbeke destûrî ya eşkere, temînata wekheviya maf û derfetan di navbera jin û mêran de û qedexekirina cudakariyê di hemû şêweyên wê de ye.

*Rêveberiya nenavendî çarçoveyek girîng ji bo pêkhateyên Sûriyeyê û ji bo hêzdarkirina jinan di hemû aliyên jiyanê de pêk tîne.

Pêwistî bi vîzyoneke jinan a rêveberiyê heye ku pirsgirêkên civakî û mirovî di nava bingeha pêvajoya avakirina dewletê de bi cih bike, ne tenê di aliyên fermî yan nûnertiyê de.

*Pabendbûna bi bicîhanîna peymanên navneteweyî di destûra nû ya Sûriyeyê de, di nav wan de ya herî girîng Peymana Jiholêrakirina Hemû Cureyên Cudakariya li dijî Jinan (CEDAW), di destûra pêşerojê ya Sûriyeyê de.

*Divê rêxistinên civaka sivîl û femînîst encamên vê rûniştinê di nav rojev û planên xwe yên pêşerojê de bipejirînin û ji bo veguherandina wan bo gavên pratîkî bixebitin.

*Rûniştinên diyalogê yên berdewam û semînerên dîjîtal li ser pênaseya rastîn a pergaleke nenavendî ne.