Jinan li Mexmûrê balkişand ser girîngiya pergala hevserokatiyê

Jinên Wargeha Mexmûrê yên di komxebata pergala hevserokatiyê de cih girtin, diyar kirin ku xurtkirin û cihgirtina pergala hevserokatiyê ji bo hemû jinan girîng e û gotin: “Em jin, dixwazin pergala hevserokatiyê li her qadê bimeşînin.”

NÛPELDA DENÎZ

Mexmûr – Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) piştî ku di bin pêşengtiya Meclîsa Îştar de zêdetirî du mehan bi beşdariya endam, rêveber û hevserokên sazî û meclîsan der barê 3 mijarên li ser pergala hevserokatî de atolyeyan hatin lidarxistin, di 11’ê Çileyê de bi dirûşmeya ‘Edalet û Wekheviya Civakê Tenê Bi Xurtkirina Pergala Hevserokatiyê re Gengaz Dibe’ bi mijara pergala hevserokatiyê komxebatek hate li dar xistin.

Di komxebata ku rojek berdewamkir de sê mijarên sernavên; “Di dirok û cîhanê de şêwazên rêveberiyên hevserokatî, hevberdevkî û nûnertiya wekhev”, “Di bîrdozî û paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê de hişmendî û pergala hevserokatî û hevberdevkî”, “Di civaka Mexmûrê de ezmûnên xwerêveberiyê yên hevserok, hevberdevk û nûnertiya wekhev” hatin pêşkêşkirin û nîqaşkirin. Her wiha ji bo xurtkirina pergala hevserokatiyê riyên çareseriyê hatin nîqaşkirin.

Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar û yek ji endamên komîteya amadekar a komxebatê Qîmet Kilinç û Endama Tevgera Jinên Ciwan Kajîn Ozek têkildarî komxebata pergala hevserokatiyê ji ajansa me re axivîn.

‘Divê jin di pergala hevserokatiyê de rol û mîsyona xwe bicîh bînin’

Endama Koordînasyona Meclîsa Îştarê û yek jî endamên komîteya amadekar a komxebatê Qîmet Kilinç, da zanîn di pêvajoyek wiha de pêkanîna komxebatek bi vî awayî li dijî tevahî êrîşan bersiva herî xurt e û wiha axivî: “Çi dibe bila bibe em ê li dijî êrîşan tu car dev ji rêxistinbûn û têkoşîna xwe bernedin. Pêwîst e em gelê Kurd hîn zêdetir rêxistinbûna xwe xurtir bikin, jin di pergala hevserokatiyê de rol û mîsyona xwe bicîh bînin, bi îrade û vîna xwe xwedî li Rêbertî derkevin.”

‘Di komxebatê de mijarên gelek girîng hatin nîqaşkirin’

Qîmet Kilinç, di berdewama axaftina xwe de têkildarî amedekariyên komxebatê wiha got: “Komxebata pergala hevserokatiyê di bin pêşengtiya Meclîsa Îştarê de pêk hat û amedekariyên wê 2 mehan dom kir. Der barê mijarên li ser pergala hevserokatî de 3 atolyeyên cuda hatin avakirin û mijar hatin nîqaşkirin. Piştî nîqaşên berfireh bi tevlîbûna xebatkar, endam, rêveber û hevserokatiyên sazî û meclîsan komxebat hat lidarxistin. Di komxebatê de mijarên gelek girîng hatin nîqaşkirin. Li wargeha Mexmûrê ji sala 2014’an vir ve pergala hevserokatî û hevberdevkî tê meşandin. Jin û mêr bi hev re kar û xebatên xwe dimeşînin.”

‘Em dixwazin pergala hevserokatiyê li her qadê bimeşînin’

Qîmet Kilinç, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Em jin dixwazin pergala hevserokatiyê li her qadê bimeşînin. Divê em rêxistinbûna xwe hîn zêdetir xurtir bikin, bi îrade û sekna xwe pergala xurtir bikin.”

‘Jinek dikare li her qadê jiyanê cihê xwe bigre’

Endama Tevgera Jinên Ciwan Kajîn Ozek jî, derbarê komxebatê de wiha axivî: “Em bi navê tevgera jinên ciwan beşdarî komxebatê û atolyeyan bûn. Me di atolyeya xwe de zêdetirî 2 mehan olên yekxudayî, feraseta mêr a li dijî jinê û şoreşên jinan lêkolîn kir û pêşkêşî gel kir. Ji bo ku em bikaribin pergala hevaserokatî hîn zêdetir xurt bikin, me xebatek bi vî awayî meşand. Me di mijara xwe de erk û rola jinên şoreşa Zapapîsta û şoreşên din şîrove kir.  Ev yek nîşan da ku jinek dikare hem li qada şer û hem jî li hemû qadên jiyanê cihê xwe bigre.”

‘Xurtkirin û cîhgirtina pergala hevserokatiyê ji bo jinan gelek girîng e’

Kajîn Orek, di dawiya axaftina xwe de behsa girîngiya pergala hevserokatiyê kir û wiha got: “Ji bo ku em jin bikarin pergala hevserokatiyê hîn zêdetir fêm bikin û xurtir bikin, divê em rola pêşengtiyê bileyzin. Rêbertî hem jinê esas girtiye û xwestiyê jin birêxistin bin. Lewma xurtkirin û cihgirtina pergala hevserokatiyê ji bo jinan gelek girîng e.”