Jinan li Bexdayê Zagona Rewşa Kesane nîqaş kirin

Bi armanca nirxandina zehmetiyên ku di pêkanîna Zagona Rewşa Kesane de tê jiyîn, teyîsîna valetiyan a di aliyê pêkanîna wekhevî û edaletê de, li Bexda ji aliyê Tora Jinên Iraqê ve rûniştinek hate li darxistin.

RECA HAMID REŞÎD  

Iraq – Di 13’ê Tîrmehê roja yekşemê ji aliyê ‘Tora jinên Iraqê’ ve li Bexda li salona Komeleya El-Emel, rûniştina şêwirmendî hate li darxistin. Di rûniştinê de zehmetî û valetiyên di pêkanîna Zagona Rewşa Kesane de, bandora vê rewşê li ser jin û zarokan û rêyên çareseriyê hate destgirtin. Di rûniştinê de ji derveyî dadgerên pispor ên di dadgehên Iraqê de, parêzvanên mafê jinan, hiqûqnas, aktivîstên jin û dayîkên ku ji guherîna zagonê bandor bûne, beşdar bûn. Di rûniştinê de bandora guherîna zagonê li ser jiyana jin û zarokan, rêyên çareseriyê bi awayek berfireh hatin nîqaşkirin.  

Beşdarvanên civînê, diyarkirin ku di destûra bingehîn weke ewlehiya wekhevî û edaletê, divê şert û mercên serlêdanê di asta herî jor de bên qebûlkirin û di parastina mafên jinan ên hatine qezenckirin de, balkişandin ser girîngiya rola saziyên civaka sivîl. Di heman demê de li dijî xeteriya parçekirina çêkera civakê ya guherîna zagonî li Iraqê hişyarî hate dayîn.  

Girîngiya çêkera civakî  

Di rûniştinê de seroka Komeleya El-Emel Hena Edwar, diyarkir ku zagonên Iraqê, mafê mesheb û dînên cûda qebûl kiriye û di heman demê de hewl tê dayîn Iraqê di bin çarçoveya zagonek yekgirtî de kom bike. Hena Edwar, da zanîn ku ev hedef ji bo pêşxistina civakê erkê bingehîne û anî ziman ku destûra bingehîn li welat otorîterek bilind ya nêrîna pêşxistinê diyar dike heye û ji ber vê jî, divê ji mudaxeleyên ku dibe sedemê fikar û parçebûnê birevin. Her wiha Hena Edwar, hişyarî da ku berûvajî vê çêkera civakî ya pir meshebî û pir etnîkî perçe bibe.  

Hena Edwar, da zanîn ku dijminatiya di navbera jin û mêran de, fikarên ku dayîk dijîn dibe sedem ku malbat belav bibin, aramiya civakê têkbiçe. Hena Edwar, bi bîrxist ku di navbera salên 2008-2013’an de li gel beşa darazê li ser Zagona Rewşa Kesane xebatên atolya û dewreyên perwerdeyan li darxistine û destnîşan kir ku divê civaka sivîl û konseya bilind ya darazê hevkariya xwe bidomîne. Hena Edwar, îfadekir ku saziyên civaka sivîl dengê gelê ku ji bo parastina mafê xwe bike, nexwedî derfetên têrkêrin û ev hewldan divê bi koordineya hiqûqnasan bê meşandin. 

‘Bi salane hewldan tê kirin’ 

Hena Edwar, destnîşan kir ku di çarçoveya guherîna destûra bingehîn a ji aliyê Meclîsa Iraqê ve, madeya 41’an ya hatî pêşniyarkirin û nîqaşkirin, ji bo were xirabkirin hewldanek mezin hatiye dayîn û got: “Bi salane li dijî hewldana ku vê madeyê bixin meriyetê, dadgeha Destûra Bingehîn gelek biryarên ku girtine hene. Dadgehê zagona Rewşa Kesane ya hejmar 188’an zagonek ku ji bo hemû pêkhateyan û hemû Îraqiyan ketiye meriyetê û li gorî şerîata Îslamê û hikûmê destûra bingehîne û hikûm dike. Di nava destpêkên saziyên civaka sivîl de parastina yekbûna civakî û avakirina civakek bi edalet cih digre.”   

Destûre bingehîn esas e 

Nûnera Tora Jinên Iraqê Emel Kebeşî, diyarkir ku civaka sivîl di çarçoveya Zagona Rewşa Kesane de berpirsyartiya parastina destkeftiyên jinan dihilgire û wiha got: “Ev zagon hêza darazê nîşan dide û bi yekbûna civakê re di parastina çêkera wê de wê bi sûd be. Pêwîstî bi avakirina hişmendiya civakî ya bi hêz ya ku di raya giştî de parastina vê zagonê bike, heye. Zagona Rewşa Kesane ya hejmar 188’an ya sala 2959’an di wateya pêkanîna darazê de derfetên berfireh pêşkêş kiriye û destberdana ji vê zagonê û ketina ceribandina zagonek nû dibe ku ziyanê bide aramî û yekbûna civakê.” 

‘Hemû Iraqî li beramberî zagonê wekhevi’ 

Emel Kebaşî, bi eşkere îfadekir ku di destûra bingehîn de hemû Iraqî li ber zagonê heman in û got: “Jin û mêr li ber zagonê tu cûdahiya wan nîne, hemû heman in û vegera hukmên dînî nayê wateya nêrînek yekgirtî. Nêrînên dinî li gorî civakên cûda û dîrokî şêwe girtiye, ji ber wê jî her tim xwe naspêre quran û yan jî şerîatê.” 

Emel Kebaşî, mînak da û diyar kir ku li gorî mesheba Caferî jin di eraziyên çandiniyê de mîras negirtine, lêbelê tenê para ji dahata daran tên girtin û ev jî di Quranê de hatiye diyarkirin. Li beramberî vê Zagona Rewşa Kesane ya hejmar 188’an di mijara mîrasê de hikmên net û bê cûdahî digre nava xwe û hinek hikmên dinî ku ziyanê dide edaleta civakê hene.  

Emel Kebaşî, herî dawî wiha got: “Iraq ne dewletek dînî ye, dewletek sivîl e, destûra bingehîn Îslamê tenê çêkera zagonê wek çavkeniyekê qebûlkiriye. Divê ev jî li gorî rêgezên mafê mirovan û demokrasiyê be. Divî alî de erkê dewletê ne birina mirovan ya cenetê ye, di civakê de pêkanîna wekhevî û edaletê ye.” 

Dayîkên ziyan dîtine û keçên tundî dîtine 

Di rûniştinê de yek ji dayîkên ku ji guherîna zagonê bandor bûye Rukiye Abdulkerîm êşa ku jiyan kiriye, wiha anî ziman: “Ez jinek dayîka sê zarokên keç im û bi awayek fermî hêj min hevjînê xwe ne berdaye. Di meha Adarê de, piştî hefteyekê dema guherîna Zagona Rewşa Kesane ket meriyetê, hevjînê min peymana zewacê biriye ser meshebek din û ez bi tesadufî fêr bûm. Dema ez çûm dadgehê dadger halê nûyê peymanê da min. Hevjînê min xwe û zarokên min pabendî zagona nû kirin, lê belê ez girêdayî zagona berê mam. Zarokên min û hevjînê min girdayî pergalek din a hiqûqê ne, ez jî girêdayî yeke din.” 

Rukiye Abdulkerîm, da zanîn ku hevjînê wê ji bo dîtina zarokan, zarok ji mal biriye û li gorî lihevkirina ku cardin vegerîne tevnegeriyaye û zarokên xwe li saziyek civakî dibîne ku her sê keçên wê bi şopên derbê vedigerîn û wiha got: “Dema ez dibêjin hevjînê xwe yê berê li beramberî zarokan nerm be, dibêje zarokên min in, ez bixwazim dikarim tundî bikarbînin an jî bişewitînim, te eleqeder nake.” 

Rukiye Abdulkerîm a diyarkir ku bi rêya kamereyên çavdêriyê beriya zarok biçin gel bavê xwe û piştî ji gel di ziviri belge kir û doza welayetê vekiriye, wiha axivî: “Cardin min xwest zarok di dadgehê de şahidî bikin, ji bo parastina wan ez sebir dikim. Lê belê gefên hevjînê min didome, bavê wan keça min a mezin bir û nade. Got tenê tu dikarî keça biçûk bibî. Gefa ku wan bibe derveyî welat û bikuje li min dixwo. Ji ber vê beriya hefteyekê min doza welayetê vekir.” Rukiye Abdulkerîm, zexta li ser jiyana keçên ciwan rexne kir û got: “Ev 8 sale min keçên xwe bi tenê mezin kir. Ez li bendê me edalet bê bicîhanîn.” 

Guherîna mesheb û rewşa hiqûqî ya jinan 

Parêzer û aktivîst Merwe Abdurîza, rewşa ku mêr bêagahî peymana zewacê mesheb diguherînin ku bi rêyên zagonî were pêkanîn lêpirsîn kir û wiha got: “Di hinek bûyeran de bêyî rizaya hevjîn peymanên zewacê ji mesheba Caferî diguhere Hanefî yan jî bi awayê berûvajî diguherin. Aliyên peymana zewacê, divê bi erêkirina hev pêkwere û di çarçoveya mafê wekhev û berpirsyartî de were meşandin. Ev guherîn yek alîkirin, bi awayek zagonî û exlaqî nîqaşkirin, û mafê jinan di vê rewşê de bi awayek cidî ziyanê dibîne.”