‘Jin piştî hevberdanê bi astengiyan re rû bi rû tên’

Parêzer Aştî Mihemed diyar kir ku jin piştî hevberdanê bi gelek astengiyan re rû bi rû û got: “Civak bi çavek kêm temaşeyî jinên ku hevjînê xwe berdane dike.”

MÎHRÎBAN SELAM

Helebce – Gelek jin dema ku hevjînê xwe berdidin, hinek caran nizanin ku dawiya têkiliyên hevjîniyê ne. Lê belê bi rastî, divê bê zanîn ku ev tenê dibe destpêkek nû. Bi taybetî ji bo jinan destpêka rûbirûbûna dijwar e.

Têkildarî vê mijarê parêzer Aştî Mihemed behsa mafê jinan piştî hevberdanê û wan astengiyên ku lê rast tên kir û got: “Di nav civaka me de jinên ku hev berdidin bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû tên. Bi taybetî jin dema hevjînê xwe berdide rastî astengiyên civakî û aborî tê.”

‘Jin rastî astengiyan tên’

Aştî Mihemed destnîşan kir ku jin rastî astengiyên civakî tên kir û got: “Di aliyê civakî de dema jinek hevjînê xwe berdide, tiştê ku destpêkê difikire zarok e. Gelo wê li gel dayîka xwe bimîne an jî gel bavê xwe? Ev di aliyê hestiyarî de dixwaze zarok li gel wê be. Lê belê difikire ku cihek bicihbûnê ji bo xwe û zarokên xwe hebe. Yan jî gelek deman malbat qebûl nakin û rastî astengiyan û acisiyan tên. Ji ber zarok zêdetir nêzî dayîkê ye, herî zêde pêwîstî bi dayîkê heye û divê dayîk pê re eleqeder bibe. Ji ber vê yekê dema dayîk hevjînê xwe berdide rastî pirsgirêkan tê û dayîk neçar e bijardeyek hilbijêre.”

‘Bi çavek kêm li jinên hevjînên xwe berdane dinêrin’

Aştî Mihemed da zanîn ku di nava civakê de bi çavek kêm temaşeyî jinên bê hevjîn dikin û got: “Mêr her tim jinê sedema hevberdanê. Piraniya sûc dikin stûyê jinan. Her çiqas rewşa jinê dijwar be jî, civak rehmê lê nake. Piştî hevberdanê civak bi çavek din li jinê dinhêre. Nabînin ku gelek pirsgirêkên jinan hene û hemû sûcan dikin stûyê jinê. Hinek caran malbat jî rastî pirsgirêkan tên. Ew doz gelek giran derbas dibin. Di aliyê aborî de rewşa Helebce diyar e, kar kêm e jiyan gelek dijwar e. Piştî hevberdanê astengî zêde dibin. Di girtina mafan de astengî hene û di wergirtinê de dibe pirsgirêk. Ew jinên ku hev berdidin, nefeqayê bi mûçe distînin, hemû jî du mehan carek distînin. Dozên me hene ku tevî ku em di meha heftan de ne jî, hê mûçeyên meha çaran negirtine.”

‘Divê piştevaniya jinan bê kirin’

Aştî Mihemed di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Hikûmet mafên jinên bê hevjîn nade û piştevaniya wan nake, di dabînkirina cihê nîştecihbûn û dabînkirina pêwîstiyên civakê de. Ji ber wê divê civak bizane ev hevberdan ne biryara taybet ya yek kesê ye. Belkî gerana ji bo maf û azadiya giştî ye. Ji bo jiyana baştir e. Ji ber wê jî pêwîst e bi piştevanî, alîkariya zagonî û mehane, bi taybetî ji bo jinan dabîn bikin.”