Jinan ji girtîgeha Evînê ‘Jin Jiyan Azadî’ berz kirin

Girtiyên jin ên li girtîgeha jinan a Evînê, duh bi şev bi boneya duyemîn salvegera serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ çalakî li dar xistin. Jinan diyar kir ku ji bo piştevaniya greva giştî wê dest bi greva birçîbûnê bikin.

Navenda Nûçeyan – Girtiyên jin ên li girtîgeha jinan a Evînê duh bi şev bi boneya duyemîn salvegera serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ ku bi qetilkirina Jîna Emînî dest pê kir, li hewşa girtîgehê kom bûn û çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de girtiyan hîcabên xwe ji serê xwe derxistin şewitandin û dirûşm berz kirin.

Dê dest bi greva birçîbûnê bikin

Çalakî li ser hesabê medyaya dîjîtal a xwediya xelata Nobela Aştiyê ya 2023’an Nergîs Muhammedî ve hat parvekirin û wiha gotin: “Îşev bi boneya duyemîn salvegera serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ ku bi qetilkirina Jîna Emînî dest pê kir, zêdeyî 25 girtiyên siyasî yên jin li hewşa girtîgeha Evînê kom bûn, li ser kartonan dirûşm nivîsandin û bi dîwarên girtîgehê ve daliqandin. Di korîdor û hewşa girtîgehê de dirûşmên ‘Jin Jiyan Azadî’ berz kirin. Navê kesên ku hatine qetilkirin û darvekirin xwendin. Girtiyên jin bi armanca şermezarkirina polîtîkayên tepisandina jinan ji bo ferzkirina hîcabê şermezar bikin, hîcabên xwe ji serê xwe derxistin li hewşa girtîgehê şewitandin. Jinên berxwedêr diyar kirin ku ew ê roja Yekşemê ji bo piştgiriya greva birçîbûnê bi gelê Îranê re dest bi greva birçîbûnê bikin.”