Jinan bi rêziknameyek xeta têkoşîna hevpar diyar kirin

Di 3’êmîn Konferansa Jinan a li Tûnisê tê lidarxistin de rêziknameya li ser têkoşîna hevpar a tevahî jinên cîhanê ya ji bo fermîbûnê dê pêşkeşî dengdaran bê kirin hat xwendin.

ZOUHOUR MECHERGUI

Tûnis – 3’yemîn Konferansa Jinan a Cîhanê bi nîqaş û nirxandinên girîng ên li ser pirsgirêkên ku jin li tevahî cîhanê pê re rû bi rû dimînin û ji bo çareseriya van pirsgirêkan, di roja 7’emîn de didome. Îro di xebatên 3’yemîn Konferansa Jinan a Cîhanê de rêziknameya ku wê ji bo fermîbûn û pesendkirinê dê pêşkeşî dengdaran bê kirin, hat xwendin.

Mijarên ku di rêziknameyê de hatin bidest girtin wiha ne:

Di rêziknameyên cuda yên ku di rûniştina dawî ya 3'yemîn Konferansa Jinan a Cîhanê de hatin derxistin de, tekezî li ser pêwîstiya dayîna mafê çarenûsa jinan hat kirin.

Hate destnîşankirin ku pirsgirêkên jinan yek in û jin rastî tundiya zayendî, aborî, civakî û malbatê tên.

Hate diyar kirin ku gelek qanûnên navneteweyî di beşên xwe de behsa girîngiya parastina jinê dikin, lê welatên kapîtalîst û rejîmên emperyalîst vê yekê paşguh dikin.

Hat gotin ku jin beriya ku makîneya kapîtalîst û emperyalîst dest bi çewisandina wan bike, azad ji dayik bûne.

Koordînatorên ji hemû parzemînan li ser pêwîstiya berdewamkirina xebatê ji bo pêşdebirina rastiya jinên kedkar ên herî zêde ji şer, krîzên aborî, civakî û siyasî û derbeyan bandor bûne, bi taybetî li Afrîkayê, li hev kirin.

Bal hat kişandin li ser rewşa jinên Filistînî û girtiyên di zindanan de û tekezî li ser hevgirtina bê şert û merc bi wan re ji bo mafên wan ê vegerandina axê û jiyaneke aramî hat kirin.

Ji bo Yekitiya Komîteyên Jinên Filistînê ya ku bi biryara Îsraîlê hat girtin û fînansekirina wê hat astengkirin, kampanyayên piştevaniya navneteweyî bên destpêkirin.

Daxwaza berdana girtiyên jin ên di girtîgehan de û destpêkirina piştevaniya navneteweyî ji bo bidawîkirina dorpêça li ser zîvala Xezayê hat kirin.

Parastina jinan ji şîdet û îstîsmarê erkek navneteweyî ye û hat diyar kirin ku pêwîste ji bo nifşekî ku bi mafên jinan bawer dike xebat bên kirin.

Bal hat kişandin li ser girîngiya rêzgirtina jinên Sehrawî û dayîna mafê çarenûsa wan û xwedîderketina li jinên ku di şert û mercên zehmet û dijwar de derbas dibin.

Di rêziknameyan de hurmeta xwe a ji bo mafê jinên Kurd ku di nava herêmeke erdnîgarî ya ewle de bijîn anîn ziman û tundiya li ser jinên Kurd şermezar kirin.

Hişyarî li ser berdewamiya tundiya li ser jinên Kurd, Êzidî û Suryan ji ber nasnameya wan, berdewamkirina siyaseta koçberkirina wan û tirsandina wan bi revandin û tecawizê hate kirin.