Ji malbata Şenyaşar çalakiya bêdeng
Malbata Şenyaşar a têkoşîna edaletê bê navber didomîne, di roja 556’emîn a nobeta xwe de çalakiya bê deng lidar xist.
Riha – Nobeta edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 556’emîn de didome. Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên xwe yê tenduristiyê nobetê li mala xwe ya li Pirsûsê domand, Ferît Şenyaşar jî dane siharê hat qada ku weke ‘Quncikê edaletê ya malbata Şenyaşar’ tê zanîn û çalakiya xwe destpêkir.
Ferît weke bertek nîşanî bersivnedayîna daxwazên wan a her roj bi daxuyaniyên çapemeniyê tîne ziman, çalakiya bêdengiyê lidarxist.
Malbata Şenyaşar li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal wiha gotin: “Êdî tiştekî ku bibêjin nemaye. 556 rojin me daxwazên xwe anîn ziman, rayedaran 3 meymûnan lîstin. Me di çalakiya xwe ya îro de bêdengiyê hilbijart. Ji bo edaletê "#SessizEylem (çalakiya bêdeng).”