Jin Sûriyeyek ne navendî dixwazin
Jinên ji bajarê Qamişlo dan zanîn ku pêwîst e destûrek nû ku mafên hemû pêkhateyan û jinan biparêze were avakirin û ne navendî be.

NEXEM ÇAÇAN
Qamişlo – Di nav nîqaşên berdewam ên li ser pêşeroja Sûriyeyê û nivîsandina destûrek nû de, jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwazin Sûriyeke nû ku li ser bingeha edalet, wekheviyê û mafên jinan di bingeha destûra wê de cih bigirin. Jin tînin ziman ku pêwîst e bendên destûrê yên zelal hebin ku hebûna jinan di meqamên biryardayînê de mîsoger bikin. Jin dixwazin ku parastina destkeftiyên wan mîna beşek yekgirtî ya pêvajoya avakirina Sûriyeyek demokratîk û dadperwer misoger bikin.
Jinên ji bajarê Qamişlo ji ajansa me re anîn ziman ku Sûriyeke ne navendî û desturek nû ku mafên wan biparêze dixwazin.
Mafên pêkhateyan tê de tunebûn
Endama Yekîtiya Jinên Suryan a Sûriyeyê Sebah Şabo da zanîn ku di destûra nû de mafê pêkhateyên Suriyan tuneye û wiha got: “Gelê Sûriyeyê nêzî 53 salan di sîstemek navendî ya Rêjîma Baasê de jiya. Piştî hilweşîna Rêjîma Baasê, gelê Sûriyeyê bi hêvî bû ku Rêveberiya nû mafê hemû pêkahateyan biparêze, bi edalet û wekhevî Sûriyeyê bi rêve bibe. Lê mixabin bi hatina Rêveberiya demkî re, rewşa Sûriyeyê xerabtir bûye. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevlî diyaloga netewî nebûn û destûra nû ku hat amadekirin, tê de mafên pêkhateyên Sûriyan tunene. Ne ziman, ne çand, ne dîroka me di vê destûrê de nehat dayîn û nabe ku Serokê Sûriyeyê tenê Suniyan temsîl bike.”
‘Jinê ji mafên wê yên siyasî û aborî pir dûr xistine’
Sebah Şabo diyar kir ku rola jinan di destûra nû de tune ye û wiha got: “Dema ku rêveberiya nû hat damezrandin tenê jinek di nav 23 mêran de bû. Erka ku dan jinê jî, wezareta kar û barên civakî bû. Jinê ji mafên wê yên siyasî û aborî gelekî dûr xistine. Gelek komkujî li deverên Sûriyeyê ji aliyê rêveberiya demkî ve tên kirin. Em wekî jin dibêjin ku mafê me ne tenê wekheviya bi zayenda dijber re ye. Mafê me di sisyasetê û aboriyê de jî heye. Pêwîst e destûrek nû were avakirin ku mafê hemû pêkhateyan biparêze û hebûna jinan tê de hebe ji bo ku bi aştî û aramî jiyan bikin.”
‘Rewşa Sûriyeyê her û her xerabtir dibe’
Endama Meclîsa Giştî ya Yekîtiya Partiya Demokratîk (PYD) Hêvîn Reşîd diyar kir ku Şoreşa Rojava bi pêşengtiya jin û ciwanan hatiye lidarxistin wiha pê de çû: “Şoreşa Rojava bi ser ket ji ber ku bi pêşengtiya jin û ciwanan hat lidarxistin. Ev nêzî salek e sîstema Rêjîma Baasê hatiye rûxandin û rêveberiyek demkî ya nû hat avakirin. Hêviya gelê Sûriyeyê ji rêveberiya nû, herkes bighê mafê xwe û guhertin û veguhertin di Sûriyeyê de çêbibin. Lê mixabin rewşa Sûriyeyê her û her xerabtir dibe û rojane komkujî li deverên Sûriyeyê pêk tên. Tiştên ku li Sûriyeyê pêk tên çareseriyê, aştî û diyalogê bi xwe re ava nakin. Gelek hevdîtin çêbûn û me hewildanên xwe kirin ku Sûriyeke nû û demokratîk were avakirin.”
‘Li ser bingeha 23 wezaretan tenê wezaretek dan jinê’
Hêvîn Reşîd anî ziman ku di dîroka Sûriyeyê ya kevnar de, rola jin hebû lê lewaz bû û wiha got: “Gelek pêşketin li ser rola jinan di cîhanê de tê nîqaşkirin, lê mixabin di Rêveberiya demkî de ji bo maf û rola jin gav di paş ve tên avêtin. Li ser bingeha 23’ê wezaretan tenê wezaretek jin bû, ew jî ya kar û barên civakê bû ku dan jinê. Di dîroka Sûriyeyê ya kevnar de jinê di milê leşkerî, siyasî û qanûnî de rolekî girîng lîst. Di tecrûbeya Rêveberiya Xweser a ku pêşengtiya siyaset, dîplomasî û aborî dike, jin e. Xwesteka me, destûrekî nû were avakirin ku mafê jinan, ciwanan û hemû pêkhateyan biparêze û em Sûriyeyek pir rengî, demokratîk û nenavendî ava bikin.”
Endama Meclîsa Komîteya Perwerdê ya Yekîtiya Partiya Demokratîk (PYD) ya Kantona Qamişloyê Nicûda Faris destnîşan kir ku rêveberiya demkî tenê Mislimanan qebûl dike û wiha bi dawî kir: “Rêveberiya demkî dibîne ku jin nikare di warên leşkerî û siyasî de cihê xwe bigre, lê jin di her alî de rolekî girîng dilîze û xwe nîşan dide. Rêveberiya demkî gelek jinan di bin navê Îslam de qetil dike û mafê hemû pêkhateyan nade wan. Em wekî jinên Rojava vê rêveberiyê demkî qebûl nakin, em jiyanek azad dixwazin.”