Ji Konferansa Jineolojiyê banga 'Na ji darvekirinê re'

Şandeya Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê Cezayê darvekirinê yê li ser Werîşe Muradî şermezar kir û bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku li dijî darvekirinên li Îranê bisekinin.

Navenda Nûçeyan –  Şandeya Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê têkildarî duyemîn cezayê darvekirinê yê ji aliyê dewleta Îranê ve li dijî çalaka tevgera jinan Werîşe Muradî hatî birîn, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Şandeyê biryara darvekirinê û siyaseta desthilatdariya Îranê şermezar kir û bang li raya giştî kir ku li dijî darvekirinan dengê xwe bilind bikin.

Şandeya Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê ji bo balê bikişîne ser cezayê darvekirinê yê li ser çalakvana Tevgera Jinên Azad ên Kurdistanê (KJAR) Werîşe Muradî, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser tundî û kiryarên nemirovane yên dewleta Îranê û hat destnîşankirin ku pergala mêr-dewlet bi rêya darvekirinê hewl dide vîna jin û ciwanan teslîm bigire.

'Divê rêxistinên mafên mirovan bikevin tevgerê'

Di daxuyaniya Şandeya Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê de wiha hat gotin:

"Bi navê Şandeya Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê, jinên li Ewropa û Asyayê yên ku li azadiyê digerin û hemû jinên Kurd, em tundîtî û kiryarên nemirovane yên ku ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve tên kirin, darvekirinên ciwan û jinên Kurd û hemû darvekirinên din şermezar dikin.

Em bang li hemû rêxistin û saziyên parastina mafên mirovan dikin ku dengê me bigihînin raya giştî ya berfirehtir. Piştgiriyê bidin me, li dijî tundîtiya ku ji aliyê Komara Îslamî ve li dijî jin û ciwanan tê kirin bisekinin, dengê xwe bilind bikin, berteka xwe nîşan bidin û ji bo parastina mafên jinan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê alîkariya me bikin."

'Tavilê girtiyên siyasî serbest berdin'

Di berdewamiya daxuyaniyê de bang li rejîma Îranê hat kirin ku biryarên darvekirinê bêne betalkirin û girtiyên siyasî bêne berdan:

"Em bang li Komara Îslamî ya Îranê dikin ku hemû girtiyên siyasî di zûtirîn dem de berde. Berî her tiştî, divê rewşa Werîşe Muradî, Pexşan Ezîzî, Zeyneb Celaliyan û hemû jin û ciwanên bêguneh ên ku di girtîgehên Komara Îslamî de ne were çareserkirin. Na ji darvekirinan re, bijî Jin, Jiyan, Azadî."

Bi gelek zimanan banga piştevaniyê

Piştî weşandina daxuyaniyê, delegeyên ji welatên cuda bi zimanên Îngilîzî, Farisî, Îtalî, Spanî û Almanî axivîn. Delegeyan daxwaz kirin ku hemû cezayên darvekirinê yên li Îranê bên rawestandin û bi taybetî cezayê darvekirinê yê li ser Werîşe Muradî tavilê bê betalkirin.

Daxuyanî bi dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.