Ji jinan berteka li dijî zagonên xwedî bingehê mezhebî

Aktivîstên mafên jinan ên Iraqê, diyar kirin ku têkoşîna netewî ya li dijî tundiya li hember zarokên keç û jinan berpirsyariyek civakî ye û balkişandin ser bandora jinan di têkoşîna guherîna Zagona Rewşa Kesane de.

NUR EL-MURUMÎ

Iraq – Di demeke ku li ser guherîna di Zagona Rewşa Kesane de nîqaş zêde bûne, dengê parêzvanên mafên jinan bilind dibe. Ev guherîn tenê bi aliyên zagonî re sînordar nebûye. Di heman demê de hate diyarkirin ku wê ev guherîn li ser pêşeroja zarokan, rola jinan a di nava malbatê de û rêgeza wekheviyê ya li ser zagonan bandorek cidî ava bike. Aktivîstên jin ên Iraqê, di rûniştinek şêwirmendî de îfade kirin ku li dijî vê guherîna zagonê derketin ne tenê têkoşînek hiqûqî ye, di heman demê de têkoşîna rûmeta jinê, pêşeroja bi ewle ya zarokên keç, parastina yekîtiya civakê ye jî. Têkoşîna li dijî tundiya li hember jinan û zarokên keç, dibe zagonî an na, di asta netewî de weke berpirsyariyek dibînîn.

Dîrektora Îcra ya  Tora Jinên Iraqê Emel Kebaşî diyar kir ku ev rûniştin di çarçoveya kampanyaya parastinê ya ji bo kêmkirina tundiya li dijî jin û zarokên keç de pêk tê û wiha got: “Di vê civînê de, pêkanîna zagona Rewşa Kesana ya hatiye guhertin, bandora wê ya li ser xwegihandina pêvajoya hiqûqî û edaletê ya jinan, hat nirxandin. Ji ber ku guherîna zagonê, rasterast bandorê li ser mafê jinan ku xwe spartina zagona hejmar 188’an a sala 1959’an dike.”  

Berteka mijûlkirina zagonê ya bêyî derketina kodan

Buşra Ebu’-Îs, aktivîsta mafên mirovan e û di qada mafên malbat û zarokan de dixebite. Buşra  da zanîn ku ev rûniştin çalakiya hevpar e ku tora jinan û Koalîsyona 188’an a parastina Zagona Rewşa Kesane dike û wiha got: “Rûniştin ji konseya bilind ya darazê, dadger, nûnerên rêxistina civaka sivîl û parêzeran pêk hat. Di civînê de pirsgirêkên di pêkanîna zagona Rewşa Kesane de, valahî û bandorên wê, nêzî 4 saetan bi awayek berfireh hatin nîqaşkirin.”

Buşra anî ziman ku endamên darazê têkildarî pêkanînê gelek peyamên ewlehiyê didin, lê belê valahiya herî mezin û pirsgirêka têkildarî guherînan; bêyî kodek taybet biweşîne ji aliyê parlementoyê ve derbarê zagonê de mijûlkirin e û ev tişt gotin: “Ji derveyî guherînên di du xalan de hatin kirin, divê sererastkirinek ku xwe dispêre mezheba Caferî biweşîne. Me wek rêxistinên civaka sivîl, li gel dadgeran fikarên xwe anîn ziman. Em naveroka kodan nizanin û dozgeran jî îfade kirin ku ji ber neweşandina wê matmayî bûne.”

Buşra ragihand ku li Iraqê cara yekem e beşa danîna qanûnê, guherîna zagonê du parçe dike û piştî çar mehan plan dike ku sererast bike. Buşra wiha got: “Pêvajoyek ji vê zelaltiyê dûr e û di nav gel de fikarên cidî ava dike. Daraz ji vê nediyariyê wêdetir, neçar dimîne di daîreya Îfta ya lijneya Fetvaya Şîî de, serlêdana biryara lijneya zanistî bike. Me jî di civînê de destnîşan kir ku beşek ji darazê ber bi beşa rêveberiyê ve çûye. Ji ber vê yekê hevdîtina îro, di navbera dadger û rêxistinên civaka sivîl de gelek girîng bû.”

Ji bo çareseriya pirsgirêkan banga zêdetir hevdîtin û zelaliyê

Alîkara Seroka Konseya Şêwirmendiya Jinê ya Iraqê Ayet Kamune da zanîn ku dadgeran di rûniştinê de guherîna zagonê û têkildarî wê jî derbarê sererastkirinên teybet de gelek xalên girîng ragihandine û wiha got: “Bi rastî jî pêwîstiya me bi van cûreyên civînan heye. Girîng e ku aktivîstên civaka sivîl jî beşdarî van cûreyên rûniştinan bibin û pirsgirêkên li kolanê fêm bikin û tesbît bikin. Tevliheviya ku derdikeve, bandorê li raya giştî dike. Ji ber vê ji bo aramkirina raya giştî divê em van cûreyên civînan zêde bikin.”

Ayet Kamune bang li hemû rêxistinên jinan ên derbarê Zagona Rewşa Kesane de dixebitin kir ku van cûreyên civînan zêde bikin. Ayet Kamune, destnîşan kir ku divê axaftvan ji dadgerên ku di nava pêkanînê de cih digirin bin û got ku ji ber ku herî zêde ew bi pêkanînên wan ên fiîlî yên li dadgehê dizanin.

Gelo dê destkeftiyan tune bikin an ji pîvanên mezhebî re bihêlin?

Parêzvanên mafên jinan û nûnerên civaka sivîl, bi fikarin ku destkeftiyên ku jinan bi dest xistine tune bibin, bi pêkanînên di bingeha mezhebî de biguherînin. Pêkanînên wek destûr dayîna ji bo zewicandina di temenê biçûk de, pirjinî, bêparhoştina jinan a ji mafê xwedîkirina zarokan û mîrasê, ne tenê binpêkirina mafên mirovan e, li gorî çêkera malbatê û aramiya civakê jî rasterast wek gefek tê dîtin.