Jin ji konferansê peyama azadî, wekhevî û demokrasiyê dan

Jinên ku beşdarî Konferansa Yekem Meclîsa Jin Kongra Îslama Demokrat li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn wiha gotin: “Di vir de em hemû nêrîna xwe dikin yek û em dibêjin nameya ol banga azadî, wekhevî û demokrasî dike.”

Qamişlo – Yekemîn Konferansa Meclîsa Jin Konferansa Îslama Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma “Bi hêza bawerî û ramana Îslama Demokratîk, em ê civaka exlaqî û polîtîk vejîn bikin” hate lidarxistin. Di konferansê de sazî, dezgeh û rêxistinên jinan amadebûn. Her wiha di konferansê de rêzikname hate erêkirin û konferans bi daxuyanî û biryarên girîng bi dawî bû.

Têkildarî Konferansê jinên ku beşdarî konferansê bûn nêrînên xwe bi ajansa me re parve kirin.

‘Ola herî rast exlaq bi xwe ye’

Endama Meclîsa Jin a Îslama Demokratîk a bajarê Kobanê Zerga Mislim nêrîna xwe wiha parve kir: “Di pêvajoyek pir giran û hesas de li dar xistina konferansek wiha cihê kêfxweşiyê ye. Ev konferans nîşan dide ku girîngiya jinê di Îslama Demokratîk de çiye destnîşan dike. Tu di rastiya îslamê de jî mêze dikî, girîngiyek pir mezin ji jinê re hatiye dayîn, lê di roja îro de îslam tevlî siyasetê hatiye kirin û jin ji di nava wê siyasetê de hatiye winda kirin. Di îslama rast û paqij de ya esasî ewe ku rol û mîsyona jinê heye û em jî dixwazin bidin naskirin ku di rastiya îslamê de rola jin cuda ye. Di rastiya ol de jin û mêr wekhev e. Ez ji Kobanê heta qamişlo hatime ji bo Meclîsa jin a Îslama Demokratîk bê avakirin, em nîşan didin ku jin jî dikarê cihê xwe di hemû kar û xebatên ol de bigire û demokratîkirina civakê de rol bileyîz e. Îslama demokratîk bi exlaq û hezkirin dikarê di nava civakê de rol bileyîze. Em dixwazin her jinek xwe û ola rast nasbike, ji ber em dibêjin ola herî rast exlaqa herî rast e. Jin rêveberiya herî rast e û dikarê civaka xwe bi ola exlaqî û polîtîk bi rê ve bibe.”

‘Di îslamê de rola herî girîng a jin e’

Hevseroka Kongra Îslama Demokratîk Delal Xelîl girîngiya konferansê wiha nirxand: “Di nav Kongra Îslama Demokratîk de Meclîsa Jin hate avakirin. Kongra Îslama Demokratîk bi awayekî fermî ji 2018’an ve karê xwe birêve dibe, li ser wê yekê me jî xwest wek Meclîsa Jin konferansa xwe li dar bixînin. Amadekariya Konferansê ev 2 mehin tê kirin. Pêwistî pê hebû ku em lezgîn konferansa xwe lidarbixînin. Kar û xebatên ku hatiye meşandin di konferansê de binirxînin û projeyek ji bo dema pêş derbixînin û encamê wê diyar bikin. Di konferansê de rêzîkname hate xwendin û erêkirin. Her wiha dawiya konferansê daxuyanî hate dayîn ku em ê çi kar bimeşînin me diyar kir. Her wiha di konferansê de koordînasyon ji 7 kesan hate hilbijartin.

Di konferansê de gelek jin peyamên xwe şandin ev yek moral da konferansê. Di îslamê de rola herî girîng a jin e. Di îslama rastî de jiyana hevbeş, wekhevî, alîkarî û welatparêzî heye. Cîhana îslamî bi rengê mêrsalarî derketiye pêş û zihniyeta xwe ya baviksalarî derxistiye pêş. Li vir em hewil didin jin derxînin pêş û ol ne tenê ya mêr e. Em dixwazin jin xwe zane bike û pêş bixe ku di şoreşa rojava de rola jin derket holê. Em peyamek ji jinan re dişînin ku bila jin rewşa xwe binirxîne û çi jêre lazim e ew diyar bike. Hemû ol û bawerî banga azadî û wekheviyê dike, lê di roja îro de berovajî li dijî jinê tê bikaranîn û ol ji cewherê xwe hatiye derxistin. Di vir de em hemû nêrîna xwe dikin yek û em dibêjin nameya ol banga azadî, wekhevî û demokrasî dike. Rola jin di îslamê de heye û bi taybet divê jin li ser rewşa xwe û mijara xwe biaxive.”