Hejmara rojnamevanên li Xezayê jiyana xwe ji dest dan derket 99’an

Êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê berdewam dikin. Hejmara rojnamevanên di êrîşên ji 7'ê Cotmehê û vir ve didomîn de jiyana xwe ji dest dan derket 99'an. Rojnamegeran serî li UCM'ê dan.

Navenda Nûçeyan- Êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê ji hewa û bejahî berdewam dikin. Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê di daxuyaniya xwe ya dawî de, ragihand ku hejmara kesên di êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê cotmehê vir ve jiyana xwe ji dest da derket 20 hezar û 57’an û hejmara birîndaran jî derket 53 hezar û 320’an.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Filistînê WAFA’yê, artêşa Îsraîlê ji şeva borî ve bombebarana xwe ya li ser deverên curbecur ên Zîvala Xezayê domand. Hate diyarkirin di encama bomberdûmana balafirên şer ên Îsraîlê de li rojhilatê Kampa Penaberan a Nuseyrat a li herêmên navendî yên Xezayê, herî kêm 18 Filistînî jiyana xwe ji dest dan. Hate diyarkirin piştî êrîşê bi dehan kes jî birîndar bûne.

Artêşa Îsraîlê, tesîsa paqijkirina avê ya li kolana Xezaya Kevin a bajarê Cîbaliya ya bakurê Xezayê jî hedef girt. Tesîs serûbin bû.

Heyva Sor a Filistînê jî di daxuyaniya xwe de diyar kir pêşiya Nexweşxaneya el-Emel a girêdayî Heyva Sor a Filistînê ya li Xan Yûnisê ya li başûrê Xezayê ji aliyê artêşa Îsraîlê ve bi dijwarî hatiye bombebarankirin. Dîsa li Xan Yûnisê artêşa Îsraîlê, malekî aîde malbata “Arafe” ya li Taxa el-Emelê bombebaran kir.

Rojnamevanek din jî hat qetilkirin

Ofîsa Medyayê ya Hikûmeta li Xezayê, ragihand ku di êrîşên artêşa Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê de rojnamevanê Filistînî Muhammed Xalîfe jiyana xwe ji dest da. Hejmara rojnamevanên ku di êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmehê vir ve li ser Şerîda Xezayê de jiyana xwe ji dest dan derket 99’an.

Li gorî nûçeyê, artêşa Îsraîlê mala rojnamevan Muhammed Xalîfe ya li Kampa Penaberan a Nuseyrat a li navenda Zîvala Xezayê bombebaran kir û rojnamevan û gelek ferdên malbata wî jiyana xwe ji dest dan.

Di daxuyanîya Ofîsa Medyayê de, hat diyarkirin ku Îsraîl rojnamevanên li Xezayê “ji bo vegotina çîroka Filistînê bêdeng bike, rastiyan veşêre û nûçe û agahî negihîje raya giştî ya herêmê û navneteweyî bi zanebûn rojnamevanan qetil dike.”

RSF'ê serî li UCM’ê da

Rojnamevanên Sînor Nenas (RSF) ji bo rojnamevanên di êrîşên Îsraîlê de li Xezayê hatin qetilkirin serî li Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (UCM) da. Di daxuyaniya RSF’ê de hate diyar kirin têkildarî lêpirsîna sûcên şer ên li dijî rojnamegerên Fîlîstînî ji UCM’ê re, ji bo 7 rojnamevanên di navbera 22'ê Cotmehê û 15'ê Kanûnê de di êrîşên Îsraîlê de li Xezayê jiyana xwe ji dest dan sêrlêdana duyemîn kir.

'Çaryeka nifûsê ji birçîna dimirin'

Dîrektora Ragihandinê ya Ajansa Alîkarî û Xebatê ya ji bo Penaberên Filistînî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Juliette Touma, diyar kir rewşa heyî ya li Xezayê ku ev zêdetirî 2 meh û nîv e di bin êrîşên Îsraîlê de ye “lerzîder e”. Dîrektor, di bernameya Today ya BBC Radyo 4 de li ser rewşa Xezayê axivî. Dîroktor, wiha got, "Rewşa niha ya li Xezayê lerzîder e. Çaryeka nifûsê ji birçîna dimrin."

'Li Xezayê tu cihekî bi ewle nîn e’

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Guterres jî, diyar kir astengiya herî mezin a li pêşiya belavkirina alîkariyên mirovî yên li Xezayê "Şewaza pêkanîna êrîşan ya Îsraîlê ye" û wiha got: "Li Xezayê tu cihekî ewle nîne.” Antonîo Guterres, di nirxandina xwe ya derbarê Xezayê de diyar kir di encama bombebaran û operasyonên bejayî yên Îsraîlê yên dijwar de sivîl bi awayekî bi bandor nehatine parastin û zêdetirî 20 hezar Filistînî ku piraniya wan jin û zarok in jiyana xwe ji dest dane û nêzî 1,9 milyon kes jî ji cih û warên xwe bûn.

Sekreter, bal kişand ser daneyên Bernameya Xûrekê ya Cîhanê (WFP) ya li ser rêjeya birçîbûnê ya li Xezayê parve kir û destnîşan kir hema bejê çaryeka nifûsa Xezayê ji birçînek giran dijîn û ava paqij jî li herêmê bi qasî bibêjî nîne kêm e. Her wiha hat diyarkirin astengiya herî mezin a li pêşiya belavkirina alîkariyên mirovî yên li Xezayê "Şewaza pêkanîna êrîşan ya Îsraîlê ye.

Pêşnûmeya KENY’ê hat qebûlkirin

Li aliyê din KENY’ê, pêşnûnameya biryarê ku ji bo gihandina bênavber û bi ewle ya alîkariyên mirovî yên berfireh ya ji bo Xezayê "gavên lezgîn" tê xwestin, hat qebûlkirin. Pêşnûme, piştî taloqkirina çar caran û muzakereyên tund ên di navbera welatên endam de hat dengdan kirin. Pêşnûme, di KENY’ê bi 15 endaman de, 13 dengên "erê" wergirt, di dengdanê de DYA û Rûsyayê "bêalî" man.

Di biryara hat qebûlkirin de, bang hat kirin ku ji bo gihîştina bênavber û bi ewle ya alîkariyên mirovî yên berfireh li Xezayê gavên lezgîn bên avêtin û ji bo rawestandina domdar a şer şert û mercên pêwîst bên avakirin. Di biryarê de, hat xwestin piştî ku biryar hat girtin Sekreterê Giştî di nav 5 rojan de der barê pêkanînan de agahî bide KENY’yê.