Jin aştiyê dixwazin
Jinên bajarê Qamişloyê daxwazên xwe yên ji bo jiyana aştiyane, demokrasî, edalet, bihevrebûna gelan û wekheviyê anîn ziman, gotin ku ew ji bo hemû pêkhateyan aştiyê dixwazin.

NEXEM ÇAÇAN
Qamişlo – Bi banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re geşedanên girîng li herêmê rû didin. Jinên ji bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxwaza xwe ya pêk hatina aştiyek mayinde anîn ziman.
Endama ‘Însiyatîfa Azadiya Rêber Apo ya Sûriyeyê’ Necah Gulo derbarê Roja Aştiyê ya Cîhanê de axivî û anî ziman ku ew jiyana bi aştî û bi aramî dixwazin. Necah êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi bîr xist û wiha got: “Em jiyana azad û demokratîk dixawazin. Me, bi salan me şer kiriye. Rêber Apo banga jiyana bi aştî, demokrasî, edalet, bihevrebûna gelan û wekheviyê kir. Gelek êrîş li ser gelan pêk tên.”
‘Em ji bo Kurd û Kurdistanê têdikoşin’
Necah Gulo destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo aştiyê banga feshkirina PKK’ê kiriye û wiha got: “Ji bo aştiyê Rêber Apo banga feshkirina PKK kir. PKK’ê çekên xwe şewitand û şer da rawestandin lê heta niha tu gavên cidî ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve nehatine avêtin. Em ji bo Kurd û Kurdistanê û hemû pêkhateyan têdikoşin, em ê bigihîjin welatek azad, civaka demokratîk û Rêber Apo bi fîzîkî azad bikin. Em bang li cîhanê dikin û dibêjin ku êdî bes e ji qetlîaman û kuştinê re.”
‘Me gelek bedêlên giran dane’
Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Ayda Xelîl diyar kir ku jin aştiyê dixwazin û wiha pê de çû: “Ez weke dayîk û jin, welatek bi aştî û wekhevî dixwazim. Em jin ji şer westiyane, me gelek bedêlên giran dane ji bo jiyan û welatekî bi edalet û aram. Pêwîst e jin hemû destek bidin hev û banga aştî, aramî û wekheviyê bikin.”
‘Ev çend sal in kuştin û qirkirin li ser gelan didomin’
Endama Mala Jinan Nîzam Nûrî jî da zanîn ku di salên dawî de gelek binpêkirin û komkujî li ser gelan pêk hatine. Nîzam jî daxwazên xwe yên ji bo pêşerojê bi van gotinan anî ziman: “Em aştiya cîhanî û jiyana azad, wekhev, edalet û demokratîk ji hemû pêkhateyan re dixwazin. Ev çend sal in kuştin û qirkirin li ser gelan didomin. Pêwîst e em hemû jin destên xwe bidin hev û dengê xwe bilind bikin, bêjin ji kuştin û talanê re na. Ji ber kesên ku gelekî rastî êşan tên jin in û em banga aştî û aramiyê dikin.”