Ji yasaya çarçovê ber bi hevkêşeya herêmî ve: Li Rojhilata Navîn pêvajoyek nû

Zanyara siyasî Dr. Arzu Yilmaz, diyar kir ku piştî yasa çarçoveyî hevsengiya hêzê ya li Rojhilata Navîn ji nû ve teşe girtiye û destnîşan kir ku helwestên Îran, Îsraîl û welatên Kendavê dê di serdema nû de diyarker bin.

ELÎF AKGUL

Navenda Nûçeyan – yasaa çarçoveyî ya ku ji aliyê Parlamentoya Tirkiyeyê ve hat derxistin, bingeha yasayî ya çareserkirina pirsgirêka Kurd û pêvajoya demokratîkbûnê ava kir. Pejirandina yasayê, ji bilî pêvajoya li Tirkiyeyê, di heman demê de ji bo pirsgirêka Kurd û hevsengiyên hêzên herêmî ya bi taybetî li Sûriye, Iraq û Îranê li Rojhilata Navîn, serdemeke nû vekir.

Zanyara siyasî Dr. Arzu Yilmaz a ji ajansa me re axivî, diyar kir bandora yasayê divê li Rojhilata Navîn tenê bi têkiliyên di navbera Tirkiye û Kurdan de neyê nirxandin û got tîfaqa Tirkiyeyê ya bi Kurdan re pozîsyona wî ya di têkoşîna têkoşîna herêmî de xurt kiriye. Arzu Yilmaz, destnîşan kir ku bertekên aktorên herêmî yên di serî de Îran û Îsraîlê yên li hember nêzîkbûna Tirkiyeyê ya bi Kurdan re, nîşan didin ku pêvajo ne tenê meseleya "aştiyê" ye.

Li gorî Arzu Yilmaz, her çend pêvajoyê ji bo Tirkiyeyê li herêmê îmajek “welatek aram" çêkiribe jî, ji bo Kurdan destkeftiyên wekhev bi dest nexistiye. Arzu Yilmaz, balkişand ku ji ber li Sûriyeyê entegrekirina QSD’ê ya li Rojava avakirina partiyên siyasî û êrîşên ku li ser Hewlêrê, ji bo Kurdan pêvajo neyeksan bipêş dikeve. Arzu da zanîn ku di pêvajoya pêş me de pêkanîna şerên hevgirtina ku Tirkiyeyê bi Kurdan re ava kir, wê diyarker be.

'Îran û Îsraîl ji ber hêzbûna Tirkiyeyê nerihet in'

Arzu Yilmaz, diyar kir pêvajo demek dirêj beriya yasaya çarçove bê derxistin dest pê kiriye û helwestên aktorên herêmê di nav nêzî yek û du salan de hatine teşekirin. Arzu got ku di serdema destpêkê de ji Çînê bigre heta DYE’yê atmosferek giştî ya razîbûnê hebû, lê her ku pêvajo pêşve çû, bertekên li herêmê bi taybetî aresteyê Kurdan bû. Arzu Yilmaz, êrîşa li ser mala serokwezîr a li Hewlêrê û êrîşa Îsraîlê ya li ser Îdlibê ya beriya derxistina yasayê jî di vê çarçoveyê de nirxand. Arzu balkişand ser bandora ku hevgirtina Tirkiyeyê bi Kurdan re dê li ser hevsengiyên hêza herêmî bike û wiha şîrove kir: “Ev pêvajo demek dirêj beriya yasaya çarçove bê derxistin, bi qasî 1.5-2 sal berê dest pê kir. Ji ber vê yekê, ev bertek berê hatibûn nîşandan. Berî her tiştî, em vê yekê qebûl bikin. Dema ku ew yekem car derket holê, vê pêvajoyê ji Çînê bigre heya Emrîkayê razîbûnek giştî afirand. Her çend li herêmê bertekek zelal û diyar tunebû jî, me dît ku her ku pêvajo pêşve diçû, ev bertek bi taybetî ber bi Kurdan ve dihatin.

Ger em li bertekên ku bi taybetî bi serdema piştî yasaya çarçove re hevdem bûn binhêrin, li gorî min êrîşa li ser mala Serokwezîr a li Hewlêrê ya nêzî beriya 24 demjimêran an jî êrîşa Îsraîlê ya li ser Îdlibê ya Emrîkayê got ku wê pêşî lê girtiye, nîşanî me dide ku Îran û Îsraîl ji aliyê bandorê ve ji van pêşketinan ne razî ne. Ji ber ku mesele wekî ku Omer Çelik jî diyar kir, ji bilî lihevhatina Kurd û Tirkan, ev bi rastî jî bi Tirkiyeyê re têkildar e ku xwe wekî hêzek hegemonîk li herêmê bi cih dike. Bi vê rewşê re, nedihat hêvîkirin ku li herêmek ku têkoşînek dijwar a desthilatdariyê dimeşe, hêzên din ên herêmî li hember hevrêziyek wisa ya di navbera Kurdan û Tirkiyeyê de bê bertek bimînin.

'Welatên Kendavê niha polîtîkaya ‘li bendê bimîne û bibîne’ dimeşînin'

Arzu Yilmaz, di nirxandina xwe de behsa welatên Ereb jî kir û got: "Li vir vekirina parantezê û referans dayîna welatên Ereban baş dibe. Ji ber ku di dawiya rojê de erdnîgariya Iraq, Sûriye, Lubnan û erdnîgariya Ereb ku Omer Çelik behs kir. Ev welatên Ereb an welatên ku nifûsa Ereb lê pir hene, bi taybetî Sûriye û Iraq  di 50-60 salên dawî de navenda neteweperestiya Ereb bûn. Dema ku wisa bû, tê payîn ku bi rêya hevkariyên bi Kurdan re nîşandana hêzê ya Tirkiyeyê ya wekî hêzek hegemonîk li van welatan, dê bi îhtîmalek mezin li welatên Ereb jî bertekek çêke."

Arzu Yilmaz, bal kişand ser bertekên Kendavê ku welatên herî bihêz ên Ereb lê ne û axaftina xwe wiha domand: “Em dikarin bipên ku Erebistana Siûdî ku bi krîzek ewlehiyê ya pir cidî, fikar û lawaziyê re rûbirû ye û her çend bi Tirkiye û Pakistanê re hevkariyek çêkiribe jî, hêj ti nerazîbûn an bertekên xwe nîşan nedaye. Dema ku em têkiliya nêz a Îmaratên Erebî yên Yekbûyî bi Îsraîlê re digrin ber çav, em dikarin bipên ku her çend ji wan bertekek zelal tune be jî, ew 'polîtîkaya li bendê bimîne û bibîne’ bi demê re belav dibe, dimeşînin.”

Faktorên ku destê Tirkiyeyê xurt dikin

Arzu Yilmaz wiha domand: "Bê guman, divê bê nîqaşkirin ku gelo Tirkiye di dawiyê de dê li herêmê bibe hêzek hegemonîk an na. Lê di Rojhilata Navîn a îroyîn de, hevpeymaniya wî ya bi Kurdan re û hevgirtina Kurdan bi Tirkiyeyê re ya li herêmê, bê guman faktoreke ku destê Tirkiyeyê pir xurt dike ye. Li aliyê din, ji ber zêdebûna bandora Tirkiyeyê ya bi rêya hevgirtina bi Kurdan re ku li herêmek ku Îran û Îsraîl ji bo berjewendiyên xwe şer dikin û ji bo welatên Kendavê ku qadeke xwezayî ya bandorê, nerihet bûyîn, pêkan e ku erdnîgariya Kendavê li wêneyê bê zêdekirin.”

‘Gotina 'aştiya Tirk' bi rastiyên demografîk ên herêmê re li hev nayê’

Arzu Yilmaz, ji bilî refleksên yasaya çarçoveyê ya li Rojhilata Navîn, pênaseya ‘aştiya Tirk’ ya ji aliyê Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî ve ku Sûriye, Iraq û Lubnanê di xwe de dihewîne jî nirxand. Arzu diyar kir ku gotina "navendîkirinê" ya ku ji aliyê Devlet Bahçelî ve tê tekezkirin ne nêzîkatiyek nû ye. Arzu Yilmaz, diyar kir ku bikaranîna gotina "aştiya Tirk’ ji aliyê Devlet Bahçelî ve bi rola herêmî ya ku Dewletên Yekbûyî yên Emrîkayê daye Tirkiyeyê ve jî girêdayî ye û di bin şert û mercên heyî de bi hesab nêzî destnîşankirina vê yekê ya wekî serdemeke aştiyê bû. Arzu Yilmaz vê xalê wiha şîrove kir: “Tiştê ku ewil bala min kişand ew e: her çend ev gotin ji devê Devlet Bahçelî derdikevin jî, 'navendîkirin' cara ewil di rojeva herêmê de ye. Ev siyasetek e ku piştî têkçûna DAIŞ’ê, piştî 2017’an an jî hêj kevintir piştî Bihara Ereban ku Emrîkayê li herêmê ji bo parastina statuya heyî pejirandî ye. Ji ber vê yekê, dubarekirina vê yekê ya ji aliyê Devlet Bahçelî ve nîşan dide ku ew vê siyasetê erê dike. Di wê mijarê de tiştek nû nîne.

Ya duyemîn jî, ew ne îcadek Sûriye an jî Bahçelî ku dibêje ‘Li Sûriye û Iraqê aştiyek Tirk’ e. Di rastiyê de vê yekê Tom Barrack gotibû û nexşeya mîsyona ku ji Tirkiyeyê re hatiye destnîşankirin bi van gotinan nîşan dabû. Ger Devlet Bahçelî îro vê yekê dubare dike, ev nîşan dide ku ew bi kêmanî vê rola ku Emrîkayê daye Tirkiyeyê erê dike û bê guman hewesa Tirkiyeyê ya ji bo vê yekê mijarek cuda ye.

‘Em ne di nav aştiyê de, di nav pevçûnê de ne’

Sêyemîn jî gelo ew ê 'aştiya Tirk' bîne? Ez difikirim ku ev şîrovekirinek pir wêrek û dûrî aqil e. Ji ber wekî ku min got, em pêşî qala erdnîgariyek ereb dikin. Her çend Serokwezîr Tayyîp Erdogan vê yekê wekî 'hevgirtinek Tirk-Kurd-Erebî' formule kiribe jî, şîrovekirina vê yekê wekî 'aştiya Tirk' a li erdnîgariya Ereb û hilbijartina Bahçelî ya vê yekê tiştekî tê fêmkirin e. Her wiha ev yek beriya her tiştî berovajî rastiya demografîk a erdnîgariyê ye û wekî min berê jî behs kir ew bi rastî xetereyan zêde dike û tehrîk dike.

Di qonaxa niha de, pêkanîna vê yekê ya aştiyê hinek nîqaşbar e. Tiştê ku îro li Sûriye û Iraqê diqewime nîşanî me dide ku em ne di nav aştiyê de, di nav pevçûnê de. Ez dikarin wekî kûrtasî vê yekê bibêjin, hevkariya ku Tirkiyeyê bi Pakistan û Erebistana Siûdî re kiriye 'peymana parastinê' ye. Lewma, divê em bifikirin ku ev welat ne di nav aştiyê de, di serdema şer de pozîsyonan digre. Ev hêvî dikin Tirkiye ku piştî nû peymanek parastinê îmze kir, bi binavkirina pozîsyona xwe ya li Rojhilata Navîn a wekî helwestek aştiyê, rast derkeve. Lê di vê qonaxê de ez difikirim ku ne xelet e ku mirov vê yekê wekî şîroveyek pir zû bihesibîne.”

'Wêneyê Şamê wêneyek hevgirtina Tirk-Kurd-Ereb bû'

Arzu Yilmaz, da zanîn pêvajoya li Tirkiyeyê rasterast bi rewşa Kurdên li Sûriyeyê û pozîsyona başûrêma Kurdistanê ve girêdayî ye û serdana Nêçîrvan Barzaniyê ya ji bo Şamê wekî nîşaneya "hevgirtina Kurd-Ereb-Tirk" a bi gotinên Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, nirxand. Arzu Yilmaz, diyar kir ku ev tîfaq hê jî ji bo Kurdan encam nedaye û li Sûriyeyê entegrebûna QSD’ê, dûrxistina YPJ’ê ya ji pêvajoyê, astengiyên yasayî û siyasî yên li pêşiya damezrandina partiyek siyasî ya li Rojava û pêşketinên li Serêkaniyê ji bo Kurdan pirsgirêkên cidî derdixin holê:

“Ji bo pirsa 'Şam û Hewlêr çawa bertek nîşan dan?', em dikarin serdana dawî ya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya ji bo Şamê nîşan bidin. Li gorî min ev wêne, wêneyek bû ku Kurd di dawiyê de di çarçoveya ku Erdogan jê re digot 'tîqafa Kurd-Ereb-Tirk' de cih digirin. Lê belê, niha di nav vî wêneyî de rawestandina şeran a nêzî 1.5 salên borî, pêşveçûna hevgirtina bi Tirkan re her çend hêdî be jî û wekî min herî dawî got ew wêneya ku li Şamê hatiye kişandin û piştre derxistina yasaya çarçoveyê ya di dawiyê de bû sedema 'welatekî aram' ku tîfaqa Kurdan a bi Tirkiyeyê re di serî de ji bo Tirkiyeyê re da qezenckirin û pozîsyona 'aştiya Tirkî' ku Bahçelî îdia dike.”

Hevgirtina Tirkiyeyê ya bi Kurdan re ji bo Kurdan nehevseng bipêş dikeve

Lê gava hûn li aliyê Kurdan dinhêrin, gava hûn li tiştên ku Kurdan ji vê pêvajoyê ku heta niha ji bo Tirkiyeyê wekî zêdeyek tê nivîsandin binhêrin, bê guman hûn dikarin bibêjin ku di rewşê de newekheviyek cidî heye ku Kurd heta pêvajo niha mexdûrên bipêş ketiye ne. Girîng e ku em valahiya girîng a di navbera tiştên ku li Sûriyeyê di çarçoveya entegrasyonê de diqewimin, tiştên di çapemeniya Tirkiyeyê de xuya dibin û tiştên ku li qada Rojava û Sûriyeyê diqewimin, neyê jibîrkirin.

Li aliyê din tê gotin ku entegrasyon temam bûye, wê QSD xwe fesih bike an jî partiyek siyasî ava bike. Heta di çapemeniyê de îdia hene ku ev bi demek pir nêzîk ve girêdayî ye. Lê ji aliyê din, hê li Serêkaniyê di dema vegera penaberan de bi çalakiyên terorî yên pir cidî re rûbirû ne. Behsa avakirina partiyek li Rojavayê Kurdistanê tê kirin, lê di rastiyê de di sîstema siyasî ya heyî ya Sûriyeyê de çarçoveyek yasayî tune ye ku rê bide avakirina partiyek û ger partiyek were avakirin jî, hilbijartinên azad, wekhev û şefaf çênabin û avakirina parlementoyê jî baş tê zanîn. Û di xala ku tê gotin 'entegrebûna QSD’ê temam bûye, ew ê xwe fesih bike' de, em bi rewşekê re rûbirû ne ku YPJ bi rastî di vê entegresyonê de cih nagre û pirsgirêkên pir cidî yên bi vê yekê re girêdayî hene.”

'Wêneyê dawiya hevgirtina Kurd-Ereb-Tirk'

Arzu Yilmaz, anî ziman ku ev rewş ji bo Başûrê Kurdistanê jî derbasdar e û wiha got:

"Ez serdana Nêçîrvan Barzanî ya ji bo Şamê wekî wêneyê dawî yê 'hevgirtina Kurd-Ereb-Tirk' ku Erdogan behs kir, bi nav dikim. Lê belê, ger ev hevgirtinek be, gelo êrîşên ku îro Hewlêr pê re rûbirû dimîne an jî êrîşên ku vegerên ji Serêkaniyê re, wekî parçeyek ji Peymana 29’ê Çile û entegrasyonê pê re rûbirû dimînin de tên çi wateyê?

Ango, li gorî Kurd heta niha bi awayekî herî zelal mexdûrên vê pêvajoyê ne. Ez difikirim ku piştî yasaya çarçoveyê, dem hatiye ku em bibînin ka Tirkiye dê çi cure piştgiriyê wekî pêdiviyek ji bo vê hevgirtinê peyda bike. Ev yek pirsên girîng derdixe holê ka Tirkiye dê çawa bersiva pirsgirêkên li Rojava bide. Li ku derê entegrasyon rawestiyaye û ya girîngtir, li ku derê jiyana Kurdan hîn jî di çarçoveya vegerê de di bin gefê de ye, her wiha Tirkiye dê çawa bertek nîşan bide dema ku tewar ofîsa serokwezîr li Hewlêrê jî di bin êrîşê de be.

Lewma, di vê qonaxê de ger dîmenek hevgirtinê hebe, dê ev tîfaq bimeşe û di dawiya rojê de gelo ew ê veguhere aştiyek an na, bi helwestên ku Tirkiye dê ji niha û pê ve bigre, dikare bi zelalî bê şopandin.”