Abdullah Ocalan: Rêya aştiyê vekirî ye, dem dema gavên şênber e
Heyeta Îmraliyê ya ku li Girava Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re civiya, destnîşan kir ku Ocalan gotiye pêvajoya aştiyê di qonaxeke dîrokî de ye û ji bo çareseriya demokratîk divê gavên pratîkî bên avêtin.
Navenda Nûçeyan – Heyeta Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) têkildarî hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re daxuyaniyek parve kir. Heyetê ragihand ku di 13'ê Îlona 2026'an de li Girava Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anîne û ev agahî dan: “Di hevdîtinê de rewşa heyî ya Tirkiyeyê, pêşxistina çareseriya demokratîk û aştiyeke mayînde, gavên şênber ên ku ji bo pêşvebirina pêvajoyê divê bên avêtin û pêşketinên herêmî hatin nîqaşkirin.”
Heyetê ragihand ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo raya giştî nirxandinan kiriye û da zanîn ku wiha gotiye: “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di qonaxeke wisa de ye ku pêwîstî bi awayekî bilez bi bicîhanîna berpirsyariyên dîrokî heye. Di heyama piştî pejirandina yasayê de, pir girîng e ku di çarçoveya van berpirsyariyan de gavên pratîkî yên hevbeş bên avêtin û dest bi xebatên çalak bên kirin.”
Heyetê da zanîn ku her wiha Abdullah Ocalan gotiye “Armanca min ew e ku aştî û siyasîbûn pêk werin. Aştî tê wateya çekdanînê, siyasîbûn jî tê wateya siyaseta demokratîk û civaka demokratîk” û wiha domand: “Rêber Abdullah Ocalan got ku “Li ber Tirkiyeyê derfeteke dîrokî heye. Ez hêvî û bawer dikim ku her kes wê bi vê hişmendiyê tevbigerin da ku em aştiyeke mayînde û çareseriyeke demokratîk bi dest bixin.”
Parastina aştiyê û helwesta li hemberî geşedanan
Heyetê diyar kir ku Abdullah Ocalan her wiha bal kişandiye ser van xalan: “Berpirsyariyeke demildest e ku îradeya aştiyê bêbingeh neyê hiştin, bi rêya sazkirinên yasayî û siyasî yên şênber bê mîsogerkirin. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk armanc dike ku hemû gel û baweriyên li Rojhilata Navîn bi hev re di nava aştî, azadî û wekheviyê de bijîn. Rêber Abdullah Ocalan destnîşan kir ku geşedanên li herêmê bi awayekî zelal nîşan didin ku pêvajo li ser hevsengiyên hesas e û ev geşedan rasterast bandorê li pêvajoyê dikin. Her wiha got ku ji ber vê yekê, ji bo pêşîgirtina li provokasyonên muhtemel, girîng e ku pirsgirêkên li herêmê bi rêya diyalog û danûstandinan bên çareserkirin. Anî ziman ku divê bûyerên li Rojava jî di vê çarçoveyê de bên nirxandin.”
Banga ji bo pêvajoyê
Daxuyaniya heyetê bi van gotinan bidawî bûn: “Weke Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê em careke din diyar dikin ku rêbaza bingehîn a Birêz Abdullah Ocalan mayîndekirina aştiyê, xurtkirina siyaseta demokratîk û demokratîkkirina Tirkiyeyê ye. Rêya aştiyê vekirî ye. Niha dem dema wê ye ku îradeya siyasî û pratîk ji bo pêşvebirina vê rêyê bê pêkanîn.”