Ji serxet û binxetê hevdîtina jinan: Emê pergal û pêşerojeke azad ava bikin

Bi dirêjahiya 10 rojan yekem hevdîtina jinên Bakur û Rojavayê Kurdistanê pêk hat. Di van hevdîtinên ku li Cizîr û Kobanê çêbûn, jinan ezmûnên xwe yên têkoşîn û modelên jiyana azad parve kirin.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê- Piştî salên 2015’an di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de qûtbûneke mezin a bi siyaset pêk hat ku deriyên sînorî bi temamî hatin girtin. Îsal di encama hîn guhertinên siyasî de, cara yekem gelek şande ji Bakur derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn.

Ji Bakurê Kurdistanê cara yekem şandeyeke jinan li Rojava ye

Di 7’ê Cotmehê de şandeyeke jinan ku ji nûnerên qada rêveberiyên xwecihî yên rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji Bakurê Kurdistanê bi awayek fermî derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn. Şandeya jinan ku cara yekemîn derbasî axa Rojava dibe, ji Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê û hevberdevka Komîsyona Dîplomasiyê ya Rêveberiyên Xwecihî Devrîm Demîr, Hevşaredara Yenîşehîrê (Navçeya Amed) Safîya Akdag, Hevşaredara Farqînê (Navçeya Amedê) Sevîm Bîçîcî, Hevşaredara Tetwanê Belkîza Beştaş Epozdemîr û Endama Komîsyona Dîplomasiyê Ruken Demîrer, pêk hat.

Ezmûnên  25 û 14 salên têkoşîn, fedekarî û xebatê gihîştin hev

Li Bakurê Kurdistanê ku ezmûnekî 25 salan a xebatên rêveberiyên xwecihî heye, xwedî mîrateyeke dewlemend a bi têkoşînê dagirtî ye. Di heman demê de li Rojava ku bi şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an re statûyeke rêvebirina xwecihî ya di bin sîwana Rêveberiya Xweser de pêk hat, xwedî temenek 14 salan e. Ji bo vê jî îro li Rojava ev herdû ezmûnên binirix gihîştin hev û bi taybetî jinan dikaribûn di vî warî de têkoşîn, xebat û keda xwe li gel hev parve bikin.

Di vê çarçoveyê de şandeya jinan a Bakurê Kurdistanê ku 4 rojan li tevahî herêma Cizîrê geriyan û paşê derbasî Kobanê bûn, bi dehan hevdîtinên girîng li gel sazî, dezgeh û rêxistinên jinan, qadên civakî, partiyên siyasî, rêveberiyên herêmê, zanîngeh û şaredariyan pêk anîn. Şande bi armanca pêşxistina hevkariya di qadên xwecihî ya di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de, bi gelek aliyan re civiya. Lewra jî li gor agahiyên hatine destgirtin, di hevdîtinan de li ser makanîzmeyên rêvebirinê û naskirina naveroka xebatan, her wiha parvekirina ezmûnên heyî û bi xebateke hevbeş derbaskirina pirsgirêkan, hat rawestandin.

Ji jinên Bakur û Rojava hevgirtin û avakirina pêşerojeke azad

Li Rojavayê Kurdistanê ku weke navend Kobanê pêşengiya şoreşa jinan kir, bû çirûsik û hêza îlhamê ji bo hemû jinên Kurdistan û cîhanê. Heta eger mirov bêje; tovên azadiyê ku jinan li Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bi berxwedanî û têkoşîneke bê hempa çandin, li Rojava şîn bûn wê gelek rast be. Ji ber vê hevdîtina jinan ya Bakur û Rojava, bû hevdîtina hizir, raman, têkoşîn û heman helwesta ku sînor nikarbûn bikevin navbera wan. Ev yekîtiya ruhî, bîrdozî û manewî di dema serdanên şandeyê li gel gundê Jinwar, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), rêxistina Kongra Star û rêveberiyên jin, peymangeha jin ya hûnerê, her wisa cih û sembolên berxwedanê weke mûzexaneya berxwedaniya Kobanê, girê Miştenûr ku qada çalakiya fedayî ya Arîn Mîrkan e, qada Jina Azad ya nûnertiya hêza jinên Kurd ya şerker û serhildêr dike de, xwe da der. Şandeya jinan bi serdanên xwe yên li Cizîr û Kobanê, di warê naskirina tecrûbeya ku ji şoreşa jin hatiye girtin naskirin de, astengiyên ku hatine jiyîn û di heman demê de modela jiyana azad û hevpar ku bi biryardarî û îsrara jinan hatiye avakirin, serwext bûn. Li aliyekî din têkoşîna jinan ya li Bakurê Kurdistanê ku di bin zexetên pergala mêr-dewlet de ya bi girtin, binçavkirin, qedexe û qetilkirinê dewam kir û xwe gihand van rojan hat parvekirin. Wiha jî hevdîtineke jinên Bakur û Rojava ya xwe spart parvekirina êş û têkoşînê, bilindkirin û xûrtkirina hevkariyê, hevgirtina ji bo avakirina pergal û pêşerojeke ku li  ser bingehê azadiya jin û civakê avakirin de, pêk hat.

Ajansa me ya NÛJINHA ku di serdanên şandeyê yên li Cizîrê û Kobanê de amede bû, gelek hevpeyvînên taybet çêkir. Li bajarê Kobanê jî ku şande 2 rojan serdane bi dehan sazî, dezgeh, rêxistin, cihên sembolîk û şûnwarî kirin. Ajansa me li gel qada Jina Azad ku xwedî taybetmendiyên binirx û wate ye, hevdîtin li gel hevşaredara Yenîşehîrê (Navçeya Amed) Safîya Akdag çêkir.

‘Me ezmûna têkoşîna du parçeyan bi hev re parve kir’

Safîya Akdag diyar kir ku hevdîtinên wan ji bo parvekirina ezmûnên jinên Bakur û Rojava xwedî girîngî bû, wiha got: “Weke şandeyeke jin a rêveberiyên xwecihî ji Bakurê Kurdistanê ber bi Rojava ve hatin, bê guman xwedî armancên girîng û bi wate ne. Di asta yekemîn de armanca me serdana şaredariyan bû ku em bi çavên xwe û ji nêz ve rewşa şaredariyên Rojavayê Kurdistanê bibînin. Li aliyekî din jî em ezmûnên xwe yên di warê xebatên xwecihî de bi hev re parve bikin û modela ku li vê axê hatiye afirandin û pêkanîn nas bikin û sûd jê bigirin.”

‘Serdana Kobanê xwedî hest û taybetmendiyên cuda ye’

Safîya ku bi taybet serdana şandeyê ya li Kobanê nirxand, wiha dewam kir: “Li Rojava bi giştî û Kobanê bi taybetî jinan bi berxwedanî û lehengiyeke mezin bedêlên gelek giran dan. Ji bo vê jî sekna me ya li qada Jina Azad û gera me ya li Kobanê, xwedî wate û hestekî pir cuda û binirx e. Ji vê zêdetir jî, em çûn ku derê jî bi taybet ji bo girtiyên doza Kobanê silavên germ û piştgiriyên pir xûrt hatin pêşkêşkirin. Em bi riya ajansa we jî, van silavan ji Rojavayê Kurdistanê heta girtîgehên Bakurê Kurdistanê dişînin.”

‘Em li benda vekirina deriyên sînor in’

Hevşaredara navçeya Amedê Safîya Akdag bi gotina “Serxet û binxet ji hev qût nabin” wiha dawî li axaftina xwe anî: “Me hestên pir cuda û giran jiyan kirin, di van rojên ku em li Rojava bûn. Bakur û Rojava ku em weke serxet û binxet binav dikin, her tim di nava girêdaneke hebûn û tunebû, giyanî û manewî de bûn. Ji îro û şûn de jî dê ev girêdan di hemû waran de û bi taybet ji aliyê netewî û piştgiriyê ve mezintir û xûrtir bibe. Sedemên serdana me ku cara yekemîn bi fermî pêk tê jî di vê astê de bû. Lewra jî hêviyên me ew in ku di demên pêş de deriyên sînorî fermî werin vekirin û hevdîtinên di vê astê de li Rojava û li Bakur jî pêk werin.”