Ji sedî 72’yê kesên li Xezayê hatin qetilkirin jin in

Êrişên Îsrail li ser Zîvala Xezayê 190 roj e bê navber didome. Hat aşkerekirin ku li herema 2 hezar û 973 komkujî pêkhatiye, ji sedî 72’yê kesên jiyana xwe ji dest dane jin in û 140 rojnamevan û 485 erkdarên tendirûstiyê hatine qetilkirin.

Navenda Nûçeyan – Êrişên artêşa Îsrail li ser Zîvala Xezayê ji 7’ê Cotmehê heta niha bê navber berdewam dike. Di roja 190 ya êrişan de hikumeta li Xezayê li ofîsa Medya daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin artêşa Îsrail “Ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha li Zîvala Xezayê 2 hezar 973 komkojî pêkanî.” Di daxuayniyê de hate diyarkirin ku di êrişê de 14 hezar 560 zarok û 9 hezar û 582 jin jiyana xwe ji dest dane, 7 hezar kes di bin xirbeyan de winda ne. Hejmara miriyên di nexweşxaneyê de bûye 33 hezar û 686. Di heman demê de 76 hezar 309 kes birîndar bûne. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku ji sedî 72’yê rastî êrişa Îsraîlê hatine jin û zarok in.”

140 rojnamevan jiyana xwe ji dest dane

Di êrişên Îsrailê de ji derveyî gelê sivîl, tendirûstvan û rojnamevanên ku dixwazin tiştên ku hatine jiyan kirin li cîhanê parve bikin bûn hedef. Li Xezayê 485 xebatkarên tendirûstiyê, 66 erkdarên parastina sivîl û 140 rojnamevan di êrişên Îsrailê de hatin qetilkirin.