Di teqîna li kampa El-Kerame ya Idlibê de 2 jin mirin

Li kampa koçberan a El- Kerama ya li Idlibê ya li bakurê Sûriyeyê, ji ber teqînê trajediyek nû hat jiyîn. Di konekê de, di encama teqîna bombeya dest de du jin mirin, ciwanek bi giranî birîndar bû.

Idlib – Li Sûriyeya ku her diçe şer lê zêde dibe, bi taybetî bombeyên neteqiyayî û mayînên bejahî li ser  jiyana sivîlan dibin gef. Ev rewş bi taybetî gefê li zarokan dixwe û bi bandora kontrolnekirinê qezayên mirinê dubare dibin, êşên ku gel dikşîne zêde dike.

Li kampa El- Kerame ya koçberan vê sibehê, 23’ê Cotmehê bûyerek trejîk hat jiyîn. Li gorî çavkaniyan, di konek de di encama teqîna bombeyeke dest de du jinan jiyana xwe ji dest da, ciwanek jî bi giranî birîndar bû.

Gelek qeza ji ber teqememiyan rû didin

Bûyerên wiha, tenê bi kampa El- Kerame re sînordar nîn in, ji ber belavbûna bermahiyên şer û teqemeniyên neteqiyayî, di kampên koçberan de ev rewş her dem dubare dibin. Ji ber kêmaniyên kontrolê û tedbîrn ewlehiyê, tevî ku gelek caran hatine hişyarkirin jî materyalên mirinê li qadên ku divê gelê sivîl bi ewle bin hene.

Li herêmên ku sivîl lê dijîn, ji ber hebûna çek û teqemeniyan, di paqijkirina bermahiyên şer de têkçûneke cidî nîşan dide. Rayeder, bi taybetî li kampên ku bi hezaran malbat ji ber tundiya şer lê bi cih bûne, di pêkanîna ewlehiya gel de berpirsyariyek mezin digrin. Divê jiyana sivîlan qurbanî îhmale nebe û mirov bibin xwedî mafê jiyanê di qadeke bi ewle û ji amûrên mirinê hatin paqijkirin de bijîn.