‘Ji sedî 36 zarokên keç beriya 18 salî tên zewicandin’
Li gorî daneyên kûrewî yên Fona Nufusê ya Neteweyên Yekbûyî, ji sedî 36 zarokên keç beriya 18 salî, ji sedî 10 jî beriya 15 salî tên zewicandin.
Navenda Nûçeyan- Fona Nufusê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA) diyar kir ku bi zorê zewicandina di temenê biçûk de tevî hemû zagonan, li tevahî cîhanê bûye pirsgirêk. Li gorî daneyên kûrewî; zarokên keç ji sedî 36 beriya 18 salî, ji sedî 10 jî beriya 15 salî tên zewicandin.
UNFPA’yê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku zewaca bi zorê binpêkirina mafên mirovan e. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tevî hemû sererastkirina zagonan, li tevahî cîhanê ev pêkanîn bûye pirsgirêkek û hat gotin ku zewaca di temenê biçûk de gefê li jiyana zarokên keç û tendirustiya wan dixe, bandorek neyênî li pêşeroja wan dike.
Yek ji sedemên mirinê
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku yek ji sedemên mirinê komplîkasyona ku zarokên keç di dema ducanîbûnê de dijîn e.
Di daxuyaniya UNFPA’yê de hat diyarkirin ku ji bo dawî li zewaca bi zorê were anîn, piştgirî didin pêşxistina polîtîk, bername û guherînên zagonî û hat gotin ku der barê bihêzkirina zarokên keç di mijara zêdekirina tendirustî, perwerde û ewlehiyê de veberhênanan teşwîq dikin. Di heman demê de agahî hat dayîn ku der barê zarokên bi zorê hatin zewicandin de, wê piştgiriya pêwîstiyên weke plana malbat û tendirustiya dayikê bidin.