Ji sedî 10 zarokên li Urmiye naçin dibistanê

Rêveberê Giştî yê Ofîsa Karûbarê Civakî yê bajarê Urmiyeyê ragihand ku ji sedî 10’ê xwendekarên bajêr, dest ji dibistanê berdane. Sedema destjê berdanê jî bi xizaniyê ve hate girêdan.

Navenda Nûçeyan – Rêveberê Giştî yê Ofîsa Karûbarê Civakî yê bajarê Urmiyeyê Efşar Kebîrî bi daxuyaniyekê ragihand ku ji sedî 10’ê xwendekarên bajarê Urmiyeyê dest ji dibistanê berdane.

Efşar Kebîrî diyar kir ku piştî Sîstan û Beluçistanê, Urmiye di rêza duyem ya destjê berdana xwendinê de tê û derbarê sedema sereke ya destjêberdana zarokan ya dibistanê de wiha got: “Sedema sereke pirsgirêka aborî, xizaniya di nava civakê deye, ev yek bandorê li ser dibistan û pêşketina nifşê nû dike.”

Hêjayî bi bîrxistinê ye li gorî pisporan, di sala 2023’an de milyonek û 500 hezar zarokên li Îranê dest ji dibistanê berdane û 14 milyon zarok jî bi xizanî jiyan dikin.