Li Mexmûrê çalakî: Azadiya Rêber Apo, azadiya me ye

Bi pêşengiya Meclîsa Îştar a wargeha penaberan a Mexmûrê ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hat lidarxistin.

Mexmûr – Bi pêşengiya Meclîsa Îştar a wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hat lidarxistin.

Di çarçoveya çalakiyê de ji her çar aliyên wargehê ve ji aliyê endam û xebatkarên meclîs, sazî û komîteyên wargehê ve meş hat lidarxistin. Meşa ku ji saziyên dibin banê Meclîsa Îştar de pêk dihat li wexfa jinê kom bûn. Ya ku ji endamên Meclîsa Gel pêk dihat li Saziya Malbatên Şehîdan, ya ku ji endamên şaredarî, tenduristî û Tevgera Ciwanan pêk dihat li Saziya Ciwanan û ya ji xwendekar û mamosteyan pêk dihat jî li dibistanê kom bûn.

Di meşan de pankart, wêne û parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin rakirin. Herwiha dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Kesek Nikare Roja Me Tarî Bike’, ‘Ciwan Fedayê Rêber Apo’ ne hatin berzkirin. Piştî ku meş li ber deriye salona konferansê gihiştin hev, her yekê ji parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyama xwe dan. Piştî ku meşvan ketin hindirê salonê ji bo tevayî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin.

Piştî rêzgirtinê endama rêveberiya Akademiya Şehîd Jiyan Bêrîvan Îşlek axivî.

‘Dewleta Tirk ji bo pêşvebirina pêvajoyê gavek şênber ne avêtiye’

Bêrîvan Îşlek hemu cangoriyên meha Gulanê bibîr anî û wiha got: “Beriya mehekê ji aliyê Rêbertî ve banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ hat kirin. Ev bang li tevayî cîhanê deng veda û hat piştgirî kirin. Banga Rêbertî hemu planên dewletan têkbir. Lê em dibînin heta niha tenê ev pêvajo bi riya hevdîtinan tê meşandin. Dewleta Tirk ji bo pêşvebirina pêvajoyê gavek şênber ne avêtiye û tevî ku ji aliyê rêxistinê ve agirbest hat îlankirin jî dewleta Tirk êrişên xwe didomîne.”

‘Pêngava ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêngavek gerdûnî ye’

Bêrîvan Îşlek bal kişand ser çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên meşandin û got: “Heta ku Rêbertî bi awayek fîzîkî neyê azadkirin, ev pêvajo nameşe. Ji ber kesek ji dervey Rêbertî nikare birêve bibe. Ev pêvajo jî bi têkoşîn û berxwedana Rêbertî ya 26 salan a li Îmraliyê destpêkir. Pêngava tevgera jin a ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî dayî destpêkirin pêngavek gerdûnî ye. Li ku derê dibe ger gelê Kurd û dostên Kurd ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî dinava têkoşîn û çalakiyan de bin, wê banga Rêbertî bigihije encamê. Wek jinên wargehê em pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî hatî destpêkirin piştgirîdikin û emê heta dawiyê dinava têkoşînê de bin.”

Piştî axaftinê sînevîzyona ku têkildarî têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî amedekirin, hat temaşekirin û çalakî bi dawî bû.