Şikefta El-Tês ku dem lê bi awayekî cuda diherike sirra xwe diparêze

Şikefta El-Tês ya li Dêrazorê ku şaristaniyan bi hev ve girê dide, şahidê wan sirran e ku hê derneketine holê.

ZEYNEB XELÎF

Dêrezor – Şikefta  El-Tês mîna sirrekî qedîm a li bendê ye li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê keşifkirin li ser dilê Herêma Baxozê veşartî ye. Ev şikefta ku di nav pistîniya şikêran û bayê de cih digire, nifş bi nifş şahîdî ji çîrokên ku tên qalkirin re dike, dîrok û efsaneyê tîne ba hev û di kûrahiya xwe de hê jî sirrên ku famkirina wan zehmet e vedişêre.

Şikefta Bizinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku xweza û dîrok dikevin nav hev de, li herêma Baxozê û li qûntarê Çiyayê Îrsî cih digire. Sembolên ku dîrokî dikşînin roja me hê jî hebûna xwe diparêzin.

Cîhanekê ku sirrên xwe diparêze

Safiya Al-Ahmad dîroka şikeftê ji ajansa me re qal kir û anî ziman ku li vê derê erdnigarî bi mîtolojiyê re dikeve nav hev û rastiyê ji mîtan cûdakirin zehmet dibe. Safiya Al-Ahmad dibêje ku şikeft ne tenê kûnekî li çiya ye, wateyek xwe yê cûda heye û dibêjê: “Ev deriyek e ku li ser dinyayek din vedibe, cîhanekê ku ruxmê dem derbas dibe hê jî sirrê xwe diparêze.”

Dem cûda diherike

Navê şikeftê girêdayî efsaneyek e ku şiwanekê ciwan a li herêmê li keriya Bizinên dinêre û bizinekî nêr direve û dikeve nav şikeftê. Dema ku şivan bizinê dişopîne her du jî wenda dibin. Piştî demekî dirêk bizinê nêr bi porê spî derdikeve lê porê şivan gewr vedigere. 

Vedibe du welatan

Safia Al-Ahmad destnîşan dike ku li gor çavkaniyên herêmî şikeft belavî qadekî ji 8 kîlometreyan zêdetir dibe û bi heşt deriyan dibe yek. Safia Al-Ahmad anî ziman ku yek ji van deriyan vedibe herêma Ramadî ya li sînorê Iraqê û bi vê awayê şikeft di navbera du welatan de dibe pir û sînorekî di navbera du şaristaniyan de. Ji ber vê yekê jî di heman demê cihekî girîng a stratejîk a vê şikeftê heye. 

‘Xezîneya xezîneyan’

Safiya Al-Ahmad dibêje ku dîwarên şikeftê bi smbolên hatine kolandin tijî ne û ev xêz xwe dispêrin şaristaniyên gelek kevin. Safiya Al-Ahmad wiha axivî: “Her gava ku li hindûr tê avêtin valatiyek veşartî derdixe holê. Tarî zêde dibe, hewa tenik dibe û rê her ku diçe teng dibe. Mîna ku mirov derbasî dinyayek nû dibe. Ev der ne tenê şikeftek e; dîrokek veşartî ye û dibe ku xezîneya xezîneyan e.”

Safiya Al-Ahmad a got ku efsane heta hetayî ne û wiha axivî: “Hin kes dibêjin ku şikeft cihê veşartina xezîneyan e. Hin kes jî ji vê bawer dikin ku ji ber cihekî ewle ye, veşartî ye, şopandina wê zehmet e bi sedan salan bûye stargeha kesên reviyane. Derbarê hebûna xezîneyan û hêzên efsûnî yên herêmê diparêze de axaftin di navgel de diçe û tê. Ev jî nêzbûna hin herêman zehmet dike.”

‘Divê jin qala dîrokê bikin’

Safiya Al-Ahmad bang li sazî û rayedarên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi parastina mîras û berhemên dîrokî re mijûl in kir ku li herêmê lêkolînek berfireh bê kirin û herêm li ser lîsteya kolandinên arkeolojîk bê zêdekirin. Safiya Al-Ahmad herî dawî wiha got: “Ev qad heq dike ku ji bo lêkolînvanan bibe cihekî xwe gihandinê. Di heman demê de ji ber ku parçeyek ji nasname û bîra me ye kolektîf e gel heq dike ku vê bizanibe. Divê li derdora van qadên arkeolojîk çalakiyên çandî û civakî bên lidarxistin ku diyarî jinan hatibe kirin. Jin ne tenê çîrokê qal dikin, di heman demê de avakerê dîrokê ne jî. Îro em van çîrokan ji dilê şikeftê vedigerînin û girêdayî nirxên mirov û mekanê hay jêbûnekê nû li ser wan ava dikin.”