Ji rojnamevanên ku dibêjin "Tê xwestin rastî bên tarîkirin" banga piştgiriyê
Edîtora Kurdî ya Jinnewsê Munevver Karademîr û Hevseroka DFG'ê Dîcle Muftuoglu ya binçavkirin û zextên li dijî rojnamegeran şermezar kirin, gotin "Tê xwestin rastî bên tarî bikin” û banga piştgiriyê kirin.
Amed – Li Amedê, polîsan bi ser malên gelek rojnamevanan de girtin û lêgerînên pêk anîn. Di serdegirtinan de polisan Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê Serdar Altan, Midûra JINNEWS'ê Safiye Alagaş, , edîtora JINNEWS'ê Gulşen Koçûk, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç û rojnameger Omer Çelîk, Sûat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Berîvan Karatoprak, Êlîf Ongûr, Remziya Temel, Neşe Toprak, Îbrahîm Koyûncû, Esmer Tûnç, Mehmet Şahîn, Zeynel Abîdîn Bûlût binçav kirin. Tê diyarkirin ku dibe hejmara binçavkiriyan zêde bibe. Serê sibê di saet 03:00'an de jî polîsan bi ser Buroya Jinnews a Amedê de girt. Li buroyê piştî lêgerînê, dest danî ser kompîtûran. Ligel kompîturan destdanîn ser Rojnameya Yenî Yaşam, Kovara Jineolojî û gelek pirtûkan. Ji aliyê din ve di dema lêgerîn hat kirin de tu berpirsekî ajansê nehat agahdarkirin. Edîtora Kurdî ya Jinnewsê Munevver Karademir û Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê û edîtora Ajansa Mezopotamya Dîcle Muftuoglu, zext û binçavkirinên li dijî çapemeniyê nirxandin.
“Zextên li ser çapemeniya Kurd zêde bûn”
Mûnevver Karademîr diyar kir ku zext û polîtîkayên çewisandinê yên dewleta Tirk li ser hemû Kurdistan û rojnamegeran dewam dike û wiha got: “Îro gelek hevalên me yên rojnameger bi serdegirtina malan de hatin binçavkirin. Em bi zelalî dibînin ku di van demên dawî de zextên li ser çapemeniya Kurd zêde bûne. Çend roj berê Hevseroka DFG Dîcle Muftuoglu hat binçavkirin û berdan. Îro jî danê sibê gelek serdegirtina malan çêbû û di nav de midûra ajansa me Safiye Alagaş û edîtora me Gulşen Koçuk tê de, 6 jê jin 16 kes hatin binçavkirin. Di saetên sibehê de avêtin ser ajansa me û gelek malzemeyên me yên teknîkî hatin desteserkirin.”
"Dê nikaribin pêşiya rojnamegertî kirina me asteng bikin”
Mûnevver Karademîr ev polîtîkayên zext û êrîşan ya li ser rojnamegeran tê pêkanîn şermezar kir û wiha axivî: “Ev êrîşan ne yên destpêkê ne û ne yên dawîn be jî. Em rojnameger dê têkoşîna xwe ya heqîqetê her tim bidomînin. Dê nikaribin bi van polîtîkayan rojnamegertî kirina me asteng bikin.”
“Lêgerîna rojnamegeran a heqîqetê tê hedef girtin”
Dîcle Muftuoglu, diyar kir ku wan îro careke din bi operasyona li dijî rojnamegeran dest bi rojê kirin û bi van gotinên xwe bal kişand ser zextên tên jiyîn: “Hevserokê DFG’ê jî di nav de herî kêm 16 rojnameger di binçavan de ne. Mixabin li ser saziyên çapemeniyê jî operasyonek çêbû. Li wir malzemeyên xebatê yên hevalên me hatin desteserkirin. Bi taybetî ez dixwazim diyar bikim ku em vê rewşê qebûl nakin. Ne mimkun e ku operasyonên bi vî rengî yên li dijî rojnamegeran bên qebûlkirin.”
Banga piştgiriyê
Dîcle Muftuoglu destnîşan kir ku bi van operasyonan tê xwestin rastî bên tarî kirin û ev bang kir: “ Em jî vê rewşê qebûl nakin. Em ê li ser vê yekê dengê xwe bilind bikin. Em hêvî dikin ku hemû rojnameger û saziyên çapemeniyê têkildarî vê operasyonê dengê xwe bilind bikin. Em dikarin tenê bi vî awayî azadiya çapemenî û ramanê avabikin. Ji bo raya giştî jî xwedî mafê agahîgirtinê derbikeve, divê dengê xwe bilind bikin û nava piştgiriyê de bin.”