Ji rojnamegeran ji bo Nawaat piştgirî: Biryar siyasî ye

Li Tûnisê rojnameger û nûnerên civaka sivîl, xebatên rawestandina Nawaatê ji bo mehekê, şermezar kirin, gotin ku biryar siyasî ye û azadiya çapemeniyê hedef digre.

Tûnis – Gelek rojnameger û nûnerên civaka sivîl, 13’ê Mijdarê li navenda giştî ya Sendîkaya Rojnamegerên Neteweyî ya Tûnisê, bi armanca piştgiriya ji bo sîteya “Nawaat” tevlî çalakiyê bûn. Sendîkayê di banga xwe ya beriya du rojan de ji ber rawestandina xebatên sîteyê ji bo mehekê bertek nîşan dabû, xwestibû beşdariyek zêde ji bo çalakiyê çêbibe.

Beşdaran di axaftina xwe de dubare kirin ku ew hewldanên ji bo bêdengkriina azadiya ramanê yên li Tûnisê bi tu awayî napejirînin, bak kişandin ku azadiya raman û îfadeyê, yek ji destkeftiyên herî girîng e gelê Tûnisê piştî şoreşê bi dest xistiye, ji ber vê yekê her êrîşa li ser vî warî li dijî demokrasiyê ye.

‘Siyaset azadiya bingehîn binpê dike’

Yek ji rojnamegerên ku berê di Nawaat de xebitiye Manal Derbalî, di daxuyaniya ku piştî çalakiya piştgiriyê da, got ku rawestandina xebatên komeleya rojnamegeran Nawaat, “reweşek şokdar e û mirov pir aciz dike” lê ew armanca vê yekê texmîn dikin û diyar kir Nawaat, rojnamegeriyek ku binpêkirin û tevgerên çalakiyan dişopîne ye loma bûye hedef.

Manal Derbalî wiha domand: “Em îro bi tabloyeke siyasî ya azadiya bingehîn binpê dike, zextan zêde dike û hewl dide dengê kesên muxalif bibire re rûbirû ne. Ji nêrînên cuda re tehemul tune ye; li cihê ku çareseriyên rast ji pirsgirekan re werin dîtin, riya diyalogê tê girtin, mirov bi tirsandinê dikevin bin zextan. Bi vê ferasetê Nawaat tê hedefgirtin ji bo ku yên din jî dengê xswe nekin lê dê pênûs nesekinin. Ev biryar ne hiqûqî ne jî mantiqî ye; zû yan dereng dê were rakirin.”

Manal Derbalî bi gotinên; “Ez weke rojnameger k udi Nawaatê de xebitiye û îro di koma Deftera Hiqûqî(Legal Agenda) de cih digre, yek ji rojnamegerên azad e, em xwedî li vê têkoşînê derdikevin lewre dibe ku yên hedef werin girtin rojek em bin.”

Bi biryarê armanc bêdengkirina dengê azad e’

Perpirsa komeleya “Ji bo Maf û Azadiyan Kesît” Mey el-Abîdî jî diyar kir ku ew ji bo piştgiriyê bide Nawaat tevlî çalakiyê bûye û biryara rawestandina xebatên komeleyê pir vekirî siyasî ye û wiha got: “Mixabin her roj em nûçeyên hedefgirtina platformên medyaya azad dixwînin. Gef, biryarên firtin û heta rojnamegerên ku tên girtin… Ev yek ji bo Tûnisê windahiyek mezin e lewre azadiya ramanê stûna bingehîn a pergaleke demokratîk e.”

Gefek ji bo destkeftiyên demokratîk e

Mey el-Abidî, diyar kir ku piştî şoreşa 2011’an heta niha mafê herî girîng ê hatiye bidestxistin di bin gefê de ye û got ku divê tavilê dawî li van zextan were anîn.

Çalakiya ji bo piştgiriya bi malpera Nawaat re, fikara rojnameger û nûnerên civaka sivîl a der barê azadiya çepemeniyê ya li Tûnisê nîşan dide. Her êrîşa li dijî saziyeke medyayê ya serbixwe, weke gefek li dijî destkeftiyên ku Tûnisiyan piştî şoreşê bi dest xistine tê dîtin.